• Monday, 29 April 2024
logo

Jin ji mêran bisinctir derketin

Jin ji mêran bisinctir derketin
Ji 200 welatî, bi beşdariya 60 hezar mirovî “testa sincê” lêkolîn kirin û encamên balkêş derxistin holê.

Anketeke ku spartin “Testa DNA a Sinc” a Profesor Roger Steare, bi 60 hezar kesî re û li 200 welatên cûrbecûr hat kirin. Derket holê, jinên ser 30 salî, ji mêran hîn sinctir in û xwediyê nirxên hîn xurt in. Gorî encama anketê, jin, dema biryarekê digrin, ji bandora li ser kesên din re dilzîz in, lê mêr tenê berjewendiyên xwe difikirin.

Felsefevan, nivîskar û şêwirmend Profesor Roger Steare, ji bo pergala nirxên mirovan bipîve, 4 sal berê “Testa DNA a Sinc” perisand. Ev anketa hat kirî, xwe spartiyê ev xebatê.

Pirsên anketê, li ser duristî û besbûnî, jiyana kar û malbatî pirs amade kirine û li 200 welatî, li 60 hezar kesî hatiye pirsîn.

Avestakurd
Top