• Sunday, 28 April 2024
logo

Li Kerkûkê 9 jin li ser bazirganiya madeyên hişber hatin girtin

Li Kerkûkê 9 jin li ser bazirganiya madeyên hişber hatin girtin
Berpirsê beşa nehiştina madeyên hişber dibêje, agahiyên wan hene ku keç û jin li Kerkûkê madeyên hişber bikar tînin, li gor serjimêriya çar salên borî jî 9 jin li Kerkûkê li ser bazirganiya madeyên hişber hatine girtin. Berpirsekî asayişa Kerkûkê jî dibêje: “Ji sedî sed yên ku xwe li Kerkûkê diteqînin, narkotîkan bikar tînin.”

Bikaranîna madeyên hişber li Kerkûkê zêde dibe, piraniya kesên ku van madeyan bikar tînin û bazirganiyê bi wan dikin ereb in, pişt re tirkmen û kurd tên. Polîsên Kerkûkê dest bi kampînekê kirine ji bo nehiştina van madeyan û dibên, agahiyên wan hene ku jin û keç jî van karan dikin, di hundirê 4 saland e jî 19 kg madeyên hişber girtine.

Rêveberê beşa nehiştina madeyên hişber ku girêdayî rêveberiya polîsên Kerkûkê ye, Newzad Selahedîn dibêje Kerkûk “cihê derbasbûn” a madeyên hişber e di navbera Îran û bajarên başûr û orta Iraqê, lê niha li Kerkûkê hem bazirganî bi wan tê kirin û hem jî tên bikaranîn: “Niha bikaranîna van madeyan zêde bûye, me dest bi operasyonên zêde kiriye, me rêjeyeke zêde girtiye, ku piraniya wan ciwan in. Di 7 mehan de me 8 bazirganên mezin girtin, ku zêdetir ereb in, tenê du ji wan kurd in.”

Li gor agahiyên Newzad, di nav madeyên hişber de bêtir heşîş tê bikaranîn, ew jî bi riya bazirganan e: “Kerkûk cihê derbasbûna madeyên hişber e, lê bazirgan hewl didin xelkê Kerkûkê fêr bikin da ku karên wan hêsantir herin, dixwazin ji sedî 10ê madeyê li Kerkûkê bifiroşin.”

Bi baweriya rêveberê beşa madeyên hişber li asayişa YNKê li Kerkûkê Burhan Feqê Weysî, hê jî Kerkûk bajarekî paqij e di aliyê bikaranîna madeyên hişber de, lê heb zêde tên bikaranîn: “Yên ku narkotîkan bikar tînin û bazirganiya wan dikin bi piranî ereb in, pişt re tirkmen û dû re kurd tên.”

26 karmendên rêveberiya beşa nehiştina madeyên hişber li Kerkûkê hene ligel 2 otomobîlan. Heya niha rêveberê wê dibêje pêdiviya wan bi agahiyên xelkê heye û ji bo vê mebestê jî poster belav kirine ku hejmara telefonê li ser wan heye, di çend heyvên borî de jî 2 zeviyên madeyên hişber dîtine: “Destê terorîstan li pişt herduyan hebû, madeyên hişber sedema her tawaneke ne, wek dizî û kuştin heya digihe terorê, ku xwekuj bikar tînin.”

Bikaranîna narkotîkan ji aliyê jinan li Kerkûkê li gor gotina Newzad zêde dibe, lê heya niha kes negirtiye: “Me keç li ser narkotîkan negirtine, çiku girtina wan ne hêsan e û divê belgeyên me hebin.”

Rêveberê berê yê beşa nehiştina madeyên hişber li polîsên Kerkûkê Ferhad Mihemed, ku 4 salan rêveberê beşa han ma, dibêje yên ku niha li wê beşê kar dikin li polîsên Kerkûkê ne pisporên madeyên hişber in û dibêje: “Di hundirê 4 salan de me 9 jin li ser madeyên hişber girtin, ku hemû kirîn û firotin bû, lê ne bikaranîn bû û hemû jî ereb bûn. Lê li kolêjan keç heban dixwin, ji ber giraniya xwendinê yan evîndarî û yan nebûniyê.”

Li gor serjimêriyên Ferhad, di hundirê 4 salan de, 19 kg ji madeyên hişber girtine, ku bêtir heşîş û heroin bûn: “Zêdeyî sed kesî li ser narkotîkan hatin girtin, piraniya wan ereb bûn, yên din tirkmen û hinek jî kurd bûn.”

Li gor gotina berpirsên beşa narkotîkan, hemû kesên ku xwe diteqînin li Kerkûkê narkotîkan bikar tînin. Efser Burhan got: “Ji sedî sed yên ku xwe diteqînin narkotîkan bikar tînin, kesên nêzîkî xwekujan dema hatine girtin behsa wê yekê dikin ku xwe bi madeyên hişber diteqînin.” Efser Ferhad jî dibêje: “Ger narkotik nebin li Kerkûkê teror û teqîn nabin, belgeyên me hebûn ku xwekuj narkotîkan bikar tînin.”
Top