• Monday, 29 April 2024
logo

300 jin li Raniye şalan çêdikin

300 jin li Raniye şalan çêdikin
Ew qatên ku zilamên kurd di demsala bûharê de li xwe dikin, piraniya wan ji berhmên destrengî yên jinên devera Bîtwên in. Ew jin dibêjin ku piraniya zehmetiyên durustkirina qatên şal di histûyê wan de ye.

Bi sedan jinên êla Caf û xelkên gundên Berî Merg li devera Bîtwên, ku daniştiyên taxên kevin ên Raniye ne, rojane di nava mal û hewş û kolanên xwe de bi ristina hiriya qatên şal jiyana malbata xwe derbas dikin.

Ew cureyê cilên kurdî ku ji hiriya bizinan tê durustkirin, xelkên gundê Kanî Tiwî Berî Merge ye. Dema ku demsala bûharê tê, dest bi ristina merezan dikin ji bona şalên kurdî. Amîne di wê demê de ku mijûlî ristina vê hiriyê ye, ji Rûdawê re got:” Em hiriyê ji xwediyên dewaran dikirin an jî ji wan kesên bazirganiyê dikin, belê nirxê wê ne diyar e, li gorî reng û salê tê guhertin”.

Çawa tê durus tkirin?

Pêşî jin hiriyê dişon, piştî hişkbûna wê radixin û piştre dirêsin, piştre li derve radihêlin û bi dermanekî jê re dibêjin (Binî Eslêrk) şil dikin û sê katjimêran li ber rokê dimîne heta ku hişk dibe, karê jinan li vir diqed e, piştre zilam bi amêreya cola wê risteyê dikine qumaş, piştre ew qumaş dibin cem terzî û cilên şal jê durust dikin.

Amîne dibêje ku hinek ji wan karan bi mekînê tê kirin, lê encama wî karê bi tenê ji bo kesekî zehmet e, ji bona wê hemû endamên malbatê bi hevre kar dikin û gelek caran cîran jî alê wan dikin, yan jî wî karî didin kesên din bi kirê.

Şal di demsala buharê de û bi taybetî di Newrozê de rewaca wî heye, mela Mistefa Hesen xwediyê dikana terzîyê ye li bajarê Hewlêrê ku bêtir cilên Kurdî didrû dibêje ku şalên navçeya Bîtwên li Hewlêrê rewaca wî heye û nirxê wî di navbera 200- 700 hezar dinar dike.

Li gor axaftina wî terzîyî şalên navçeya Behdînan ji hemû şalên din ciwantir e, û nirxê wî di navbera 500- 2000 dolarî dike, her qatek nêzîkî 1500 giram hiriyê jê re pêwîst e.

Mihemmed Ezîz- 32 salî- dibêje ku kêfa wî gelekî ji qatên Buzû re tê û berî du hefteyan qatek bi 600 hezar dînar kiriye, ew dibêje:” Ji bo çi kêfa min ji cureyê qatan re tê? ji ber ku bi temamî berhemekî navxweyî ye, û ew ê ku min kirîbû jinekê ji Raniye durustkiribû, û li cem min karê wan gelekî xweşik û sipehî ye”.

Jakaw Mihemmed temen 41 salî ye, bi dirêjahiya nêzîkî 20 mitrî çend şîş di erdê de kutabû û hirî li dora wê dipêçand. Jakaw digot ku em gelek bi wî karî zehmetiyê dikêşin, ji ber piraniya amadekirina qumaş di histuyê jinan de ye, belê ew dibêje ku neçar e wî karî bike ji ber “ jiyana me li ser vî karî ye”.

Remezan Hesen, temen 49 salî ye, ku karê çinîna qumaşê buzû dike, dibêje:” Jinên me dest rengîn in û piraniya kar ewana dikin, yê me bi tenê em qumaş bi amêreya cola diçinin”. Remezan dibêje ku ji her qatekî 100 hezar dînar bi dest dikeve, heger pênc kes jî li malekê kar bikin, di mehekê de dikarin 600 qatan durust bikin.

Ew kesên ku di vê derbarê de kar dikin, rexneyê li wê yekê dikin ku hikûmeta herêma Kurdistanê nikarîbû sûdeyê ji hêz û şarezayîya wan kesên ku di vî bwarî de kar dikin werbigre ji bona pêşxistina vî karî û danîna kergeheke taybet ji bona durustkirina şal di navçeyê de.

Rudaw
Top