• Saturday, 28 December 2024
logo

Jin û zilamekî Ereb li Silêmaniyê li ser kuştina keçekê hatin girtin

Gulan Media December 24, 2024 Civakî
Jin û zilamekî Ereb li Silêmaniyê li ser kuştina keçekê hatin girtin

Îro duşemê rêveberiya polîsê parêzgeha Silêmaniyê li ser dosyeya kuştina keçekê, girtina du tometbaran ragehand.

Polîsê Silêmaniyê ragehand piştî ku hêzên polîs ji bo bûyera kuştina keçekê li taxa Azadî ya bajarê Silêmaniyê hatin agahdar kirin, hêzên polîsê Silêmaniyê ji bo encamdana keşfa bûyerê û girtina tometbaran gehiştin cîhê bûyerê û lêkolîn dan destpê kirin.

Herwaha ragehand, piştî gehiştina encama lêkolînê û wergirtina biryara Dadwer, herdu tometbar hatin girtin.

Polîsê Silêmaniyê herwaha aşkera kiriye, ku di lêkolînên polîs de derket ku ew keça hatiye kuştin, xizma tometbarane û bi serdan, serdana mala wan kesan kiriye, lê piştre ew girtine û îşkence lê kirine heta ku jiyana xwe ji dest daye.

Polîs aşkera kiriye ku vêgavê herdu tometbarên binavê M. A. K. ji dayîkbûyê 1989 û A. H. E. ji dayîkbûya 1987, ku erebin, bi biryara Dadwer û li gor madeya 460 ji yasaya cezadanê hatin ragirtin û lêpirsîna li gel wan jî berdewame.

 

Basnews

Top