• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Kurdistanê grûpên Emo dirûst dibin

Li Kurdistanê grûpên Emo dirûst dibin
Çar sal in Omêd tevî grûpeke Emo li bajarê Silêmaniyê bûye, endamên vê grûpê rojane xwîna hev dimjin. Omêd dibêje: “Tiştê herî xwe li cem me mêtina xwîna hev e, her roj em xwîna mil, zend û rahnên hev dimijin.”

Li gor Omêd grûpên Emo li Herêma Kurdistanê zêdetir dibin, nemaze li bajarê Silêmaniyê: “Bi dehan grûpên Emo li Silêmaniyê hene, ku her grûpek ne kêmî 5 kesan e.”

Omêd, ku temenê wî 16 sal in, di nava grûpê de nasnavê bavê dînan wergirtiye û serokê grûpeke 8 kesî ye ku 4 ji wan keç in, ew hemû rojane xwîna hev dimijin û hemû jî bi kêfa xwe bûne Emo.

Li gor ku Omêd dibêje, keç kêmtir bi wan re dicivin ji tirsa eşkerebûna wan ji aliyê merivên wan: “Bi gelemperî em li parka Azadî dicivin.”

Cara pêşî grûpên Emo li Ewropayê derketine, çend sal in ev grûp li Herêma Kurdistanê jî derketine û piraniya endamên van grûpan jî li jêr 17 salan e.

Emoyên Herêma Kurdistanê du reng in, rengek tenê bi cil û berg û stîla por berdanê grûpên Emo pêk tînin, rengê duyem jî ji xeynî cil û bergan xwîna hev dimijin û xwe birîndar dikin.

Di warê saxlemiyê de xwînmijandin zerereke mezin digihîne kesên ku xwe wek Emo dibînin û xwîna hev dimijin.

Pisporê nexweşiyên xwînê Dr. Mihemed Zahir dibêje: “Madeyên ku di nav xwînê de hene, maîde nikare wan bicû û mirov rastî gelek nexweşiyan tîne, herwiha ger kesek nexweş be, nexweşiya xwe digihîne yên din jî.”

Rêbwar (17) serokê grûpeke 5 kesî ye, dibêje: “Zirara me nagihîje tu kesî, di nav grûpa me de tenê ez kur im, em xwîna hev namijin û xwe birîndar nakin, tenê guhdariya stranan dikin û rap dikin, lê stîla cil û bergên me wek a Emoyan e.”

Navê grûpa Rêbwar Pepûle ye (pinpinîk), çimkî wek ku bi xwe dibêje pinpinîk zirarê ragihînin tu kesî, lewma ev nav hilbijartine.

Li Bexdayê jiyana Emoyan di metirsiyê de ye

Grûpên Emo li Bexda û navçeyên başûr û orta Iraqê ji tirsa kuştinê ku ev demeke ji aliyê grûpên çekdarî yên nenaskirî kampanyayek li dijî wan dest pê kirine, kuman datînin serê xwe bo veşartina porê xwe, çimkî kesê ku stîla cil û berg û porê wî wek Emo be dikeve ber xetera kuştinê.

Mistefa Xeldûn (21) rûniştiyê taxa Eezemiye ya bajarê Bexdayê, dibêje wê kampanyayê grûpên Emo li Bexdayê newêrin xwe kifş bikin, çimkî gefa kuştinê li ser wan heye.

Mistefa dibêje: “Heya niha 56 Emo li Bexdayê hatine kuştin, heftiya çûyî ciwanekî Emo li taxa E`zemiye hat kuştin.”

Berî ku Mistefa tevî grûpên Emo bibe, ji keçekê hez kiriye, lê keç bi şertekî razî bûye ku Mistefa bibe Emo: “Ji ber xatirê wê keçê bûm Emo, niha hînî mêtina xwînê bûme û nikarim dev jê berdim.”





Şehd Obêd (16), rûniştiya Bexda ku yek ji Emoyan e, dibêje: “Ji destpêka vê mehê hêzên polîs li Kazimiye dest bi kampanyaya girtina Emoyan kirin û hejmareke wan ya zêde girtin.”

Li hember vê kampanyaya polîsan, serokê komîteya mafên mirovan Zuhêr E`recî got: “Girtina Emoyan rê li ber azadiya takekesan digire û berovajî yasayê ye.”

Rêveberê polîsê Hewlêrê Ebdilxaliq Telet got: “Heya niha me tiştekî bi vî rengî nebihîstiye, ger Emo li Hewlêrê jî hebin emê li gor qanûnê ligel wan tevbigerin.”

Lê pêşnimêjê mizgefta Qadir Pile mele Mezher Tahir, grûpên Emo wek mirîdên şeytên bi nav dike û dibêje: “Emo di Îslamê de heram e, pêwist e saziyên civaka sivîl xelkê ji vê fênomenê şiyar bikin.”

Her çiqasî li Iraqê ew nerîn berbelav e ku Emo perestkarên şeytên in, lê belê pispor û civakzan dibên Emo diyardeyeke dinyaya nûjen e û ciwan bi riya wê dixwazin xwe cuda bikin ji kesên din û xwe ji kevneşopiyên lixwekirina cil û bergan dûr bikin.

Heftiya borî, parlamentera iraqî Sefiye Suhêl daxwaz ji wezareta navxwe ya Iraqê kir ciwanên Emo biparêze û rê nede Emo bikevin ber kampanyaya kuştin û tunekirina hêzên mezhebî û got jî: “Heke ev fênomen nexweşî be, êdî pêdiviya wê ne bi qirkirina nexweşan, lê bi dermankirina wan heye.”
Top