• Saturday, 27 April 2024
logo

Pêşî hev maç kirin, piştre pênc kes ji hev kuştin

Pêşî hev maç kirin, piştre pênc kes ji hev kuştin
Di pevçûnekê de li ser perçeyeke zeviyê çandiniyê li nahiyeya Daretû ya girêdayî Hewlêrê pênc kes hatin kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn. Li gor agahiyên polîsên Hewlêrê ji bo Rûdawê gorî tevde xizmên hev bûn.

Bûyer yekşemê dora seet 18.30ê êvarî pêk hat. Cewher Hecî Mihemed, ku birayê wî yek ji kuştiyan e, got ku berî herdu aliyên ku xeyd di nav wan de hebû, bi çekan êrîşî hev bikin, ew ji bo lihevhatinê hatibûn vexwendin. “Dema hatin nava hewşa mala birayê min, wab silav li hev kiribûn û hev ramûsandibûn. Lê berî bên hundir û xwarinê bixun, di navbera wan de şerê devkî çêbû û çek li hev rast kirin.”

Kesên hatine kuştin, du birayên xêzanekê ne ku pêşmergeyên Zêrevaniyê ne, û li aliyê beramber sê kesên birayên hev in û pêşmergeyên Fermangeha Hewlêrê ne.
Top