• Friday, 17 May 2024
logo

Esed û Nesrullah pirsgirêka Sûriyê ji bo fitineya mezhebî di navbera Şî'e û Sune yan de guhart

Esed û Nesrullah pirsgirêka Sûriyê ji bo fitineya mezhebî di navbera Şî'e û Sune yan de guhart
Piştî ku Hesen Nesrulla emîndarê giştiyê Hizbilaya Lubnanî bi eşkerayê ragehand ku çekdarên wan palpiştiya sipayê Esed dikin, di heman dem de çekdarên Husî yên Yemenî di rêya Lubnanê re derbazî axa Suriyê dibin daku bergêriyê ji rijêma Esedbikin, herweha nûçe radigehînin ji hind welatên hevsiyên Surî li ser binemayê mezhebî Şîyê çekdar derbazî Surî dibin û tevî rijêma Surî bergêriyê ji mana Esed dikin, di hember de tê gotin ji welatên Erebî û hevsiyên Surî rêkxirawên Îslamî Sunî çekdar şandine Surî ji bo piştevanîkirina aliyê Sinyê yê ku niha li nava Suriyê li dijî rijîmaEsed Şerdike, vê yekêjî rewşa tirsinaka Surî gehande wê radê ku bibe Efxanistaneka din hem ji mezhebî Şîye û hem ji mezhebê Sine jî re.

Li Ser astê guhartinên nêvneteweyî, serbarî nûçeyê girêdana lotkeya Cinêv2 ku tê çaverêkirin jibo gengeşekirinê li ser hikumeta Demkî ya Surî li naverasta vê mehê weregirêdan, herwesa seredana sînatorê Komarî bo deverên jêrdestê opozisyonê li nav axa Suriyê guhartinek mezine, nexasime sînator Con Mekîn yeke ji xuyatirîn endamên parta Komariya Emrîkî û berê jî berbijêrê Komariyan ji bo postê serokatiya Emrîka bû, lewre şirovekarên siyasî seredana Mekin ji bo deverên jêr destê opizisyonê wek givaştinek seretayî bo ser îdara Obamay didin zanî taku helwîstek tundtir hember Suriyê werbigire.

Hevdem tev vê guhartinê yeketiya Ewropa jî durpêça dayina çek li ser sopayê Azadê Suriyê rakir, lê rakirina vê durpêçê ne yeksere belku paş sê mehên din tê warê piraktîkê,ev jî eger heta sê mehên din bi rîya kongira Cinêf2 nekarin pirisgirêkê bi aliyekî bikin, wê çekan bidin supayê Azadê Suriyê daku hevsengiyekê di qada çengê suriyê de dinavbera Supayê Azad û Supayê rijêma Suriyê de dirustbikin, lê wek kavedanek hember vê biryara YE Rusiya ragehand sefqeyeka din ya Rokêtî 300s dide rijêma Esed, ev helwîsta Rusiya Îsraîl jî anî ser hêlê û bo sedem ku wezîrê bergêriyê Îsraîlê eşkera bibêje eger rusiya wê sefqeya Rokêta Bide Suriyê Îsraîlê jî wê gotina xwe hbe û wê bizane çawa tevbigere.

Lutkeya Cinêf2

Pirsgirêka Suriyê pê nayê çarekirin

Tevî ku hind çavdêrên siyasî di wê bawerê dane ku lutka Cinêf2 wê bibe sedema parçebûna Suriyê, wekî çawa Elmaniya paş bidawîhatina cengê cîhaniyê duyem parçebû, ev jî wate Suriya carek din cîhanê dike du cemserî yan jî pircemserî di navbera Rusiya û Emrîka de, bitaybet ku niha nûçe dinavbera Con Kêrî wezîrê derveyê Emrîka û Sêrcî Lafrof wezîrê derveyê Rusiyê komdibin, dema ku di nûçeyan de daxuyaniyê fermî yên Rusiya ji devê wezirê wê yê derve dibîsînm tê hestkirin ku rusiya wek parêzerekî ji bo mana rijê ma Esed li Suriyê tevdigere, bo nimûne Rusiya dixwaze deshelata Esed li ser supa û hêzên ewlehiyê bankan bimîne û ev deshelat ji bo hikumeta demkî neyê guhastin, herweha Rusiya dixwaze Îran jî beşdarî piroseya lutikacinêf2 bibe, ev jî wê yekê digehîne ku Rusiya dixwaze biriya lutkeya Cinêf2 parastina rijêma Esed bike, di hember de Emrîka vê rewşê dipijrîne û naxwaze carekdin bikeve nav tengasiyeka din ya weke Îraq û Efxanistanê, vê yekê jî qad ji Rusiya re vala hiştiye taku bikare biheza xwe destêwerdanê di karûbarên Suriyê de bike.

Fitna cengê mezhebî deverê vedigire

Eger pirsgirêka Suriyê weha dûmbike û civata nîvneteweyî sinûrekî jivê pirsgirêkê re nedîne wê gelî Surî ji gelê Yuxislafiya di dema Mîlosovîçî de xirabtir lêbê û dê karesatê mirovatê peydabin, bitaybet teqînên Rîhan lî û tevlîbû Hizbulla pirsgirêk aloztirkir, nihajî li hind mînberan tê gotin şerkirin dijî rijêma Esed şer dijî mezhebê Şiye, wate pirsgirêk ji pirsgirêka rijêmeka Diktatorî wê bê guhartin bo pirsgirêkek mezhebî xwynewî, evca jiberku dewletên cîranên Suriya bitaybet Lobnan û Îraq û Îran û Tirkiya herdu mezhebîn Şiye û sine hene, lewra ne dûre ev pirsgirêk tevaya deverê bigire û çarenivîsê deverê ber bi rewşek xerab ve here.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top