• Saturday, 27 April 2024
logo

Norvêj: 5 ciwanên Çêçênî ciwanê Kurd bi kêran kuştin

Gulan Media February 19, 2012 Civakî
Norvêj: 5 ciwanên Çêçênî ciwanê Kurd bi kêran kuştin
Li welatê Norvêjê de kureke Kurd ku xelkê bajarê Kelarê ye ji aliyê 5 lawên Çêçênî ve bi kêran hate kuştin.

Jêdereke nêzîkî malbata vê ciwanî ji PUKmediay`yê re ragîhand: Saleke ku A.E li Norvêjê dijî, çarşema borî ligel 5 lawê Çêçênî şer kirî ye û bi kêrê birîndar bûye û piştî du rojan li nexweşxanê de jiyana xwe ji dest daye.

Vê jêderê diyar kir ku heta niha kujerên vê ciwanê ji aliyê polês ve nehatiye desteserkirin, malbata wî dixwezin di hefteay pêş de termê wî bînin Kurdistanê.
Top