• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Ebexê jinek hate kuştin

Gulan Media February 11, 2012 Civakî
Li Ebexê jinek hate kuştin
Li navçeya Ebex ya Wanê jina bi navê Ayşe Anay (20) ya xwediyê zarokekê bi çekê hate kuştin. Girêdayî bûyerê 5 kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, jina bi navê Ayşe Anay ya xwediyê zarokekê ya li gundê Dêr yê navçeya Ebexê dima bi çekê hate kuştin. Cenazeyê Anay ya ku hat îdîakirin ku têkiliya wê bi kesek din re heye, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê. Cendirmeyan girêdayî bûyerê hevjînê Anay jî di nav de 5 kes binçavkirin.

Dayîka Anay bertek nîşanî bûyerê da û diyarkir ku, bûyer înfazeke zelale û bilêv kir ku, ewê şopa vê bûyerê neberdin. Malbatê ragihandin ku, “Cara destpêkê şevê ji me re gotin keça we windabûye. Piştî 3 demjimêran, ji me re gotin keça we bi kesek din re reviye û wana ew herdu reşandine. Di reşandinê de Ayşe hatiye kuştin. Niha jî dibêjin bi kesek din re hatiye girtin. Lê belê yek ji vana jî rast nine. Em bi şahidan re axivîn. Bûyer wekû wan digot nine. Di malê de li keça me xistine, li ser vê yekê keça me xwestiye xwe bavêje malekê û xwe rizgar bike hatiye înfazkirin.”

Malbatê diyarkir ku, ew niha li nexweşxanê li benda dozgerin û ewê di derbarê berpirsan de giliyê sûc bikin.
Top