• Sunday, 19 May 2024
logo

Sûriya berev qunaxeke din lê bi xwîn tir

Gulan Media April 14, 2013 Raport
Sûriya berev qunaxeke din lê bi xwîn tir
Barûdoxê Sûriya tevî ku ji aliyê siyasî û dîplomasî ve gorankarî bi ser de hatiy û bo cara yekê kursiya Sûriya ya li Komkara Erebî bi Civata Niştimanî ya Sûriya hate dan, herwiha tevî ku dest bi çekdarkirina zêdetir ya opozisyona Sûriya hat kirin, lê rewşe zêdetir berev tundûtîjiyê ve diçe û roj bi roj rewş xwînawî tir dibe, metirsiya wê yekê jî heye ku rejîma Essed di nav Dîmeşqê de şerekî xwînawî tir bike û bas li wê yekê jî tê kirin ku rejîma Essed jî wekî rejîma Beisa Iraqê çekê kîmawî li hember gelê xwe bikarbîne, sebaret bi van gorankariyan û herwiha pêşveçûna tundûtîjiyan, Profîsor Coşwa Landîz mamostayî peywendiyên nêvdewletî li zanîngeha Oklahoma û psporê pirsa Sûriya tekez li ser wê yekê dike ku jibilî gorankariya pêdana kursiya Sûriya bi opozisyonê û herwiha pêdana çekên zêdetir bi opozisyonê, belê di heman dem de metirsiya wê çendê jî heye ku şerê bî xwînawî tir be, di vê derbarê de û di axaftinek taybet de ji Gulan re, bi vî rengî boçûna xwe rêzkir û got: (bi dawî hatina rejîma Essed yan bi dawî bûna tundûtîjiyan di demek pêş de nayê dîtin, raste guvaşên zêde tir hene û Rojava û Qeter û Siûdiye dest bi pêdana çekên zêdetir kirine bo şoreşvanan, me dît ku bi berdewamî çekên pêşketî û baştir ji aliyê çawatiyê ve ketiye destê şoreşgêran, ev giringe. Herwiha xala duyê ew e ku Komkara Erebî kir – ev ji aliyê sîmbolî ve giringbû- ji ber ku bo cara yekê ye opozisyona Sûriya ji aliyê dezgeheke nêvdewletî û ji aliyê komkara erebî ve bi fermî hat danpêdan kirin, herwiha li dawiya kombûna Komkara Erebî, rêkketin ku nardina çekan bo opozisyona Sûrî karekê rewaye û opozisyon nûnerê rewaye.

Xuyaye bidestveanîna çekên zêdetir ji aliyê opozisyonê ve dibe egerê gohartina hevsengiya hêzê, heger bikarin balefran gêrkin, ev wê watayê dide ku xelkin din wê bimrin, anku ji bilî ku xelkê bakur bimrin, xelkê başûr wê were kuştin û em ê tundûtîjiyeke zêdetir li deorûberê Dîmeşqê bibînin û me dît ku topên hawinê yên zêdetir li derdora Dîmeşqê ketin, wate renge şerê bê li derdora Dîmeşqê be. Rewş xwînawî tir dibe berî ku baş bibe, me pevçûnên mezin dîtin di navbera (Cebhet Elnisre) û ketîba Faroq de ku fermandê ketîbê birîndar bû û niha li Turkiya ye ji bo dermankirinê, ez dibînim ku Cebhet Elnisre hewla kuştina wî da, ji ber ku şerek di navbera van mîlîşiya de heye ji bo bi dest xistina cografiyayek ferehtir û ji ber cudahiya aydyolojî.))

Her di vê çarçovê de sebaret bi pêşçûnên tundûtîjiyan pirofîsor Megnos Bîrinhardson mamostayê dîroka hevçerx a rojhilata naverast li zanîngeha Wilyam û pispor li ser dîroka hevçerx a Iraq û Sûriyê, tekez li ser wê yekê dike ku du sal berî niha texmîna xelkê li ser rejîma Essed ew bû ku dawiya wê hatiye,

Lê ev pirtire ji du salan ev tunûtîjî û rewşa xwînî berdewame û hên nê zanîn kengî wê bi dawî bibe, egerê vê yekê jî vedigere ew piştevaniya nêvdewletî û herêmî bo Essed, di vê barê de û sebaret bi vê pirsê profîsor Bîrnhardson di axaftineke taybet de bi vî rengî boçûna xwe ji Gulan re rêzgir:

(xelkê berî du salan hizir dikirin ku ev rejîme bi dawî dibe, bi taybet li havîna sala 2011ê xelê pêşbînî dikir ku wê bi lez ev rejîm hilweşe û didîtin ku wê bi heman şêwê Tunis û Misir be, lê heger sedem çi bejî bi rengê Behrênê bû û karî berevaniyê ji xwe bike li hember serhildana xelkê, ev jî ta radeyekê cihê ecêbêye ji ber ku Sûriya bi şêweyekî ji şêweyan ji aliyê siyasî ve dorpêçkiriye li rojhilata naverast û hindî ku piştevanî ji Rûsiya û Çîn û Iranê heye, lê li ser astê welatên cîranên wê li rojhilata naverast piştevaniyeke fermî tuneye.

Wate ev bi rastî ecêbe ku rejîmê kariye xwe bo demeke dirêj rabigre û heta niha hilneweşe, egerê vê jî bi boçûna min ew e ku rejîma Essed sopayeke bi hêz heye û xudan welatêkî ewlekarî bû û berî sala 2011ê dijberî li wî welatî tune bû, wate neçar bû ji sifrê dest pê bike, herwiha berovajî hikumeta Tunis û Mîsrê, rejîma Essed pirtir amade bû çekan bikarbîne dijî xelkê xwe daku di deshelatê de bimîne, di demekê de ku li Tunis û Misir ev niyaze tunebû ji aliyê deshelatê ve)).

Bi Dawî Hatina Kêşeya Sûriya Wê Gorankariyê Bi Ser Navçeyê Bi Giştî De Bîne

Seredana Obama bo Rojhilata Naverast û seredana wî bo Israîlê û destpêşxeriya wî ku Israîl daxwaza lêborînî li Turkiya bike, paşêjî rêdan bi pêdana çekan bi Opozisyona Sûriya, ev hemû amajene ku kêşeya Sûriya berev dawiyê ve diçe û pirs tenê pirsa demî ye ji ber ku ew ên berevaniyê li hêştina Essed dikin, bi nemana vê rejîmê wê cihê wan di hevkêşa navçeyê de were guhartin lewra ew bi hemû karînên xwe berevaniyê li rejîma Essed dikin, sebaret bi vê yekê pirofîsor Coşwa Landîz di dirêjiya axaftina xwe de bi vî rengî boçûna xwe anî ziman: (tekez hilweşandina rejîma Essed dibe egerê dabeşbûna navçeyê, çûnkî em Malikî jî dibînin ku hest bi metirsiyek giran dike ji ber rewşa Sûriya, herwiha ji ber baştir bûna çekên çekdarên giropên Selefî, bi taybet ((Cebhetul Nisre)) ku metirsî tê kirin ew çekane li Iraqê jî li dijî Şîeyan werin bikaranîn, lewra ew daxwaza Obama red kir ji bo rawestandina şandina çekan di nav axê Iraqê re bo rejîma Essed, lê belê bizehmete em bizanin ev yek wê di demeke nêzîk yan dûr de rûbide, pirs bi wê yekê ve girêdayî ye ta çend şoreşa Sunî berevpêşve diçe, heger bibin yek û çekên baştir bi dest wan keve wê demê wê bikarin Elewiyan di navçeyên elewiyan de ji nav bibin, wê demê yan Elewî wê bimînin û xwe ji bo Suneyan daxin, yan direvin û diçine Libnanê, ez nizanim çi rûdide, ev li ser wê prsê radiweste gelo wê Sine deshelata xwe biçespînin û gelo kî wê bi serkeve û pirsên bi vî şêweyî, bo Kurd an jjî rewiş bi heman şêweye, di demê nêzîk de otonomiyê bi dest dixin, belê di demê dirêj de nayê zanîn gelo wê dewletê Erebên Sunî çawa reftarê li gel bike, ji ber ku me li Serêkaniyê dît ku Cebhetul Nisre li dijî Kurd an rawestîn, ev babeteke aloze, Kurd Turkiya bi wê yekê tometbardikin ku hevkariya Cebhetul Nisre kiriye û cîhadê li dijî Kurd an bikartîne, herwek çawa Sûriya Cîhadî li dijî Emrîka bikaranî . belê Ocelan agirbest çêkir, renge ev karekî baş be, ji ber ku Turkiya jî Cebhetul Nisre li dijî Kurd û çekdarên din, îro Turkiya deshelateke mezin bi ser çekdaran de heye ji ber ku pêwîstiya wan bi Turkiya heye ji bo baregeh nexweşxane û bo her tiştekî, wate heger Turkiya bixwaze Hêrişî kurdan bike wê bike, ji ber ku dema Ocelan gotûbêj bi Turkiya re kr, ev pirse di pêşiya pirsên dî de bû ku gotûbêj di derbarê de hatiye kirin, çûnkî wî xwast Kurd ên Sûriya ji hêrişên çekdarên Ereb biparêze, ez ji vê yekê ne piştrastim lê tenê texmîn dikim.

Li vir diplomasiyet gereke, eger turkiya ji kurdan were dilrehet kirin ku nabin egerê nearamiya Turkiya yan axa Sûriya bikarnînin bo hevkarîkirina çalakiyên terorestî yan tundûtîjî, wê demê wê bi heman şêwê Kurd ên Iraqê li Kurd ên Sûriya jî sekin, wate wek hevkarek ji hemû aliyan ve, ku ev jî baş ebo paşeroja peywendiyê Kurd û Turkiya.

Heger hewil were dan ku hizra serxwebûnê di nav Kurd ên Turkiya de belavbikin, ev yekê Turkiya Ture bike û wê demê her tiştê ji dest derkeve wê bike ji bo ziyan gehandin bi kurdên Sûriya. Wate ev diplomasiyeteke hestyare û gereke Kurd Turkiya dilrihet bikin ku eger ew axa Sûriya û Iraqê dixwazin jî lê ew axa Turkiya naxwazin. Çûnkî xuyabû ku Kurdistana Iraqê pir mifa pexiş bû bo Turkiya, sala 2003 pir Turk ji hebûna Kurdistana Iraqê ditirsîn, lê niha bi berjewendiya xwe dibînin hebûna Kurdistaneke nîv serbixwe û Kurdistana Iraqê jî baştirîn dostê wan e, heger kurd û turk jîr bin, dibe ku rewşeke hevşêwe li Sûriya jî dirustbibe)).

Texmîn û pêşbîniya hestyaran û çavdêran bi hestyarî boçûna xwe derdibirin, lewre her texmînek hejmarek eger pêve girêêdidin, li ser bingeha wan egeran şroveya wan barûdoxan dikin, lewra pirofîsor Bîrnhardsonîş di dirêjiya axaftina xwe de şiroveya xwe bi paşerojê ve girêdide di pirsyara kî wê cihê rejîma Essed bigre de, di vê barê de bi vî şêweyî boçûna xwe bo Gulan rêzkir: ( hemû texmînên bo paşerojê , zêdetir li ser wê yekê radiweste ka wê encamê şoreşa Sûriya çi be û kî dibe ew aliyê ku kincên serkirdatiye li xwe ke di nav opozisyonê de, bo nimûne pir ji Mesîhiyên Sûriya dilgiranin ku wê çi core hikumetek deshelatê bidestxwexe, herwiha kemîneyên din wek, Kurd û yên din, ku wê çi karîgeriyek hebe li ser oêgeha wan di nav Sûriya de, zanyariyên me kêmin derbarê ew aliyên di opozisyona de û nêrîna wan, ew a em zanin niha li dijîî rejîma Sûriya ne, lê em nizanin aydiyolojiya û nêrîna wan çi ye, wate li ser wê yekê radiweste ka wê rewş bi kuve bişkê, xelk nîgerane ku wê Sûriya çawa be ew jî ji ber navendîbûnê, ji ber pêgeha dîrokî û pêkhat etnîkî û di bara gelo karîgeriya rewşa Sûriya derbazî Libnan û Iraq û Ordin dibe, lewra heger Sûriya perçe perçe bibe, wê demê wê guvaş li ser wan welatan jî dirustbibe ku welatên fereh etnî ne li rojhilata naverast)).
Top