• Friday, 27 December 2024
logo

Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin

Gulan Media November 21, 2024 Civakî
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin

Li Diyarbekirê Tora Mafê Zarokan hat damezirandin ku dê hember tundiya ser zarokan û mafê perwerdehiyê ya zarokan xebatên xwe bimeşîne. Endamên Tora Mafê Zarokan didin zanîn k udi hemû şert û mercên ku zarok mexdur dibin de ewê her cure alîkariyê pêşjkêşî zarokan bikin .

Di 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanî de li Diyarbekirê ji aliyê saziyên sivîl ve Tora Mafên Zarokan hat damezirandin. Torê bi civîneke çapemeniyê damezirandina xwe ragihand. Rêveberên Tora Mafên Zarokan dan zanîn ku hem ji ber çaresernebuna pirsa kurd hem jî ji ber pirsgirêkên aborî û civakî li Bakurê Kurdistan û li tevahiya Rojhilatanavîn zarok di şert û mercên giran de dijîn û ewê hewl bidin ku pirsgirêkên zarokan bînin rojevê û çareser bikin.

Hevberdevka Tora Mafên Zarokan Ozlem Ender got: “Li gorî lêkolînan di 13 salên dawîn de li Bakurê Kurdistanê ji ber şer û pevçunan û teqîna mayînan 45 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 135 zarok jî birîndar bune, mafê herî bingehîn ê zarokan e ku bikaribin di jîngehek aram û ewle de bilîzin û perwerdehiyê bibînin û perwerdehiyê jî bi zimanê xwe yê zikmakî bibînin. Em bang li hemû saziyên sivîl dikin ku girngiyê bidin parastina mafên zarokan”

Di torê de endam û rêveberên saziyên sivîl dê bi awayeke hevaheng binpêkirinên mafên zarokan bînin rojevê û demildest ji bo ku pêşî li binpêkirinan bigirin gavan bavêjin, endamên tora mafên zarokan didin zanîn ku ewê ji bo zarokên mexdur hemu cure alîkariyan pêşkêş bikin.

Endama Tora Mafên Zarokan Eylem Kaya ji K24ê re dibêje: “Ew jiyana ku zarok tê de ne azad bin û ne keyfxweş bin mezin jî nikarin azad û keyfxweş bin, emê bo zarokên tên binçavkirin alîkariya hiquqî û dêruniyê bidin, ji bo zarokên ku rastî tundiyê tên emê alîkariyê bikin, ji bo ku zarok bi zimanê xwe yê zimakî perwerdehiyê bibînin emê xebatan bikin.”

Li gorî daneyan li dinê 250 milyon zarokên karker hene û her roj 22 hezar zarokên temenê wan bin 5ê de ji ber sedemên pêkane pêşî lê were girtin jiyana xwe ji dest didin.

 

K24

Top