• Saturday, 27 April 2024
logo

Bi 5 gûlleyan hevsera xwe kuşt

Gulan Media January 8, 2012 Civakî
Bi 5 gûlleyan hevsera xwe kuşt
Rêveberê Polîsên Hewlêrê ragihand ku mêrekî hevsera xwe bi 5 gûlleyan kuşt û ji bo cihekî nediyar reviya.

Rêveberê Polîsên Hewlêrê Ebdulxaliq Tel’et ji Rûdawê re got: “Duh li taxa Mamostayan a Hewlêrê mêrekî bi 5 gûlleyan jina xwe ya dûwemîn kuşt û reviya bo cihekî nediyar.”

Ebdulxaliq di daxuyaniya xwe de got: “Bûyer ji ber pirsgirêkek civakî çêbû û me dest bi lêkolîna bûyerê kiriye. Lê tenê hevserê wê bi kuştinê gunehbare, wî jî xwe veşartiye û nehatiye girtin.”

Li gor zanyariyan piştî ku wî zelamî hevsera xwe kuşt, 4 zarokên xwe jî ligel xwe dibe cihekî nediyar û heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.
Top