Karîzmaya Mistefa Barzanî, dabrînek di navbera du dîrok û du hizirkirin de
Derketina Nasnam Sembolî Di kesatiya Barzanî Mistefa De
Derketina nasnameya sîmbolî di kesatiya Barzanî Mistefa de, berhemê piroseyeke domdirêje ji sîfet û xesaletên vî serokî bi gelê xwe re, herwiha berhemê hizirkirina wî serokî bû ku karî bi sîfet û xeseletên vê hizirkirinê bike hizirkirina neteweyekî ku ji bilî welatê wî di nav her perçeyeî da jê perçebûna li ser binemayê navçegerî jî hebû, ev jî anku di hizirkirin û nêrîna Mistefa Barzanî da welat û netewe, yek welat û yek netewe bû, di hizirkirin û nêrîna wî de, sînûr û perçebûnên navçegerî hebûna xwe nebû, belê xala giring li vir ne tenê ev nêrîn û hizirkirine ku Barzanî kiriye sîmbol, belku ew îradeye ku karî hizir û nêrînên take kesî biguhêre bo hizra neteweyekî bi panatiya niştimanekî ku navê wê Kurdistan e, ji vê jî giringtir bi hevgirêdana temama hizirûbîrên cuda û navçeyên cuda û beşên cuda yên Kurdistanê bû daku hemû bi hev re karbikin û bi hev re li dora armancekê kombibin, eger karêzmaya Gandî bi destpêka karwana xwe (Salt Satyagraha) dest pêbike, li wê demê di karîzmaya Barzanî Mistefa de çend karwanê cur bi cur heye, her yek ji biryardana wan karwanan jî ji karwana Gandî kêmtir nebû, her bo nimûne:
1- Karwana yekem a Barzanî Mistefa ji Silêmanî bo Barzan bû, û vêxistina şoreşa Barzanî ya duyê û damezrandina komîta azadî bo serkirdatiya wê şoreşê, ku yekem car bû di dîroka bizava rizgarî xwaza Kurdistanê de şoreş ji navçegeriyê hate veguhastin bo şoreşa li ser astê Kurdistana Başûr bi şêweyek seranserî, herwiha dirustkirina serkirdatiyek hevbeş bo serkirdatiya wê şoreşê ku hemû tex û çînên navçeyên cuda cuda yên Kurdistana başûr komkirin.
2- Karwana duyê ya Barzanî û hevalên wî, bersivdan bû bo parastina Komara Kurdistan li Mehebadê û bûn bi pêşmerge û parêzerê ew komara teze, herwiha hizirkirna damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê bû wek enyeke nîştimanî ji bo komkirina hêz û ualyYn siyasî yên cuda cuda û herwiha beşdarî kirina kesatiyên serbixwe yên nava civaka Kurdistanê daku hemû bi hev re li dora armanceke nîştimanî hewlên xwe siq bikin.
3- Karwana sêyem ya Barzanî Mistefa, karwana binavûdenga derbazkirina rûbarê Aras e, cudahiya vê karwanê li gel karwanên din yên Barzanî, ne cudahiya navbera nêrîn û hizrkirina Barzanî de ye, belku cudahiya wan delîfe û mercan ne ku Barzanî û hevalên wî di wê karwanê de rastî hemû welatên dagîrkerên Kurdistanê bûn, ev jî ne hizirkirin û nêrîna Barzanî astê hizirkirina gelê Kurdistanê ji qunaxekê bire qunaxek bilind tir, belku dijminên Kurdistanê jî ji hizirkirina Barzanî têgîştin, ku Kurdistan yek nîştiman û yek welat e û her gereke yekdewlet be, belê Barzanî gav bi gav bo vê armancê gavên leztir davê, ev boçûne jî temam rast bû ji ber ku piştî Barzanî û hevalên wî ava Aras derbazkirinî û ketine nava komara Azarbîcana Sovyet û li bakurê paytextê wî welatî Barzanî kongireyeke nîştimanî neteweeyî rêxist û di wê kongireyê de bernameya damezrandina Komara Kurdistan ragehand û sîmayê wê komarê eşkere kir ku di hizir û nêrîna Barzanî de hebûna wê hebû.
4- Karwana çwaremîn a Barzanî, vegera Barzanî û hevalên wî ji Sovyetê bo Iraqê, di vê qunaxê de Mistefa Barzanî bibûye sîmbol ne tenê bo neteweya xwe û gelê Kurdistanê, belku bibûye sîmbol û omêd bo aştî û demokrasiyê li seraanserî Iraqê, lewra paş vegera wî bo Iraqê Barzanî piştevaniya xwe bo destora demkî ya Iraqê derbirî ku di madeya 3yê de dibêje: (Iraq nîştimanê hevbeş yê Kurd û Ereba ne), belê dema rejîma Ebdulkerîm Qasêm ji ev benda destûrî peşîman bû, li wê demê karwan û qunaxek din di jiyana siyasî ya Barzanî de destpêkir.
5- Karwana pêncemîn a Barzanî, karwana destpêkirina şoreeşa Eylolê ye, di vê qunaxê de ji ber ku nêrîn û hizirên Barzanî ta astekê cihê xwe di nav neteweya xwe de kiribû, lewra li gor ew bernameya ku Barzanî bo destpêkirina şoreşê danî bû, neteweya wî ew bernameye pêşxist û netewe bi xwe daxwaz ji Barzanî kir berî temammbûna bernamê rêberatiya şoreşê bigre stoyê xwe, lewra wek dîrok ji me re dibêje bernameya Barzanî bo şoreşê li destpêka sala 1962 bû, lê ji ber ku gelê Kurdistanê bi xwe daxwaz ji Barzanî kiriye ku vêketina şoreşê pêşbikeve, barzanî cêbicêkarê fermana neteweeya xwe bû û li 11yî Eylola sala 1961ê şoreşê destppêkir, lê dîsa karwanên Barzanî berdewam bûye belê li gor gorankariya rewşê karwan jî bi ser de hat ku ew jî qunaxa deplomasî û çareseriya aştiyane bû.
6- Karwana rêkkeftina adara sala 1970 û geheştin bi mafê otonomî bo Kurdistana Iraqê, ev karwane karwana aştî û çareseriya kêşan bû bi zimanê diyalog û danstandinê, belê diyalog û danstandin di hizra Barzanî de, saziş û komîromayz wek ew a îro di siyasetê de pênaseya diyalog û danstandinê dikin, belku di hizir û nêrîna Barzanî de hewildan bû ku yê li hemberê bawerbikin ku Kurdistanî li ser nîştimana xwe dijîn û karin bi Ereban re ku ew jî li ser axa xwe dijîn bi hev re di çarçovê dewletekê de bijîn, ne Kurdistanî mafê Ereban pêşêlbikin û ne Ereb mafê kurdistaniyan pêşêlbikin, lewra diyalog û danstandin bo têgeheştin û rêçare bû bo çareserkirina kêşeyan ne ew bû ku rejîmên Iraqê li hêviya wê yekê bin ku Barzanî sozên nîştimanî û netewiyê dakeve jêr, ev pabend bûna Barzanî bi helwêstên nîştimanî û neteweyî, carek din karîzmayê vî serkirdî berev qunaxeke bilind tir bir.
7- Qunaxa biryardana şer û qunaxa qurbanîdan di rêya destbernedan ji nîştiman û neteweyê de, ev qunaxe pabendbûna nîştimanî û neteweyî ya Barzanî bûye gerentiya pabendbûna neviyên paşerojê jî û bûye hêla sor a niştimanî û neteweyî ku ne tenê serkirdên niha belku serkirdên bên jî nikarin derbazkin, ev e karîzmaya Barzanî dibe ew asta ku wek çetrekê hemû neteweyê bi hev ve girê dide.
Rêbaza Xelkê Yan Rêbaza Barzanî
Di hevdîtineke rojnamevanî yê nvîserê van rstan di gel hizirmendê Kurd Mamosta Mesûd Mihemed û di bersiva prsyara gelo Mesûd Mihemed çawa temaşeya Barzanî Mistefa dike? (deqa wê hevdîtinê di rojnameya Brayetî li sala 1998 hatiye belavkirin) wî di bersiva xwe de ji me re got: (Sîmbola Mela Mistefa Barzanî, qedere) ev yek jî wate Barzanî Mistefa dîrok kiriye Sîmbol, lewra eger ew hezke yan hez neke, Barzanî sîmbola her kurdekî û kurdistaniyekî ye, ev me berev wê yekê dibe ku pirsyarekê bazrînin, gelo hizir û nêrîna Mela Mistefa Barzanî wek rêberekî û serokekî bo deshelatê çawa bû? Bêgoman vekolînên zanistî derbarê staylê serkirdeyekî wek Mela Mistefa Barzanî wê yekê destnîşandikin ku ew core serkirdana hez ji deshelatdariya serokekî teqlîdî nakin wate çavê wan ne li post û pêgehên fermî ye, belku ew corê serkirdayan hemû hewlên wan bo wê yekê ye ku di nav dilê her kesekî ji neteweya xwe de cihekî bo xwe peyda bike, ev jî bi ronî wê wateyê dide ku Mela Mistefa Barzanî û serkirdên karêzmayî yên wek wî şanaziyê bi wê pêgehê dikin ew cihê ku di nav dilê milletê xwe de kirine, belê pirsyara din ew e ka ev corên serkirdan çawa cihê xwe di nav dilê tek bi tekê gel û neteweya xwe de dikin? Bersiva vê pirsyarê mevedigerîne bo ew sîfet û xesletên di nav kesatiya Barzanî Mistefa de hebûn, her bo nimûne eger em wê pirsyarê bikin, gelo çawa Jeneral Dîgol bûye sîmbol û di dilê her kesekî Firensî û her kesekê ji welatên Firankfonî de cihê xwe kir? Bêgoman ji ber ku çi takekê Firensî û Firankofonî qebûl nake welatê wî dagirkirî be û Dîgol biryar da berevanî berdewam be bo azad kirina Firensa ji destê Faşiyetê, ev xwasta her kesekî Frensî û Frankfonî bû, lewra cêwazî Dîgol li gel her kesekî din yê Frensî û Frankfonî ew e ku dîgol xwe li gel xwast û omîdên neteweya xwe de pênase kiriye, Dîgol li dû xwast û omêda neteweya xwe ketiye, ne Frensî li dû xwast û xwaziyên Dîgol ketibûn, lewra heger em wê pirsyarê bikin, gelo rêbaza Dîgol, rêbaz û hizirkirina xelkê Firensa û Frankone, yan rêbaza Dîgol rêbaza wî bi xwe ye? Bêgoman rêbaza Dîgol rêbaza û hizirkirina neteweya Firensî û Firankfone ku Dîgol wek xzmetkarekî gav bo wê rêbazê avêtiye, ev bo gelê Emrîka jî raste ji ber ku dema Corc Waşinton di ahenga ça vexwerina Bostin bryar da hemû çayên xwe birjînin nav avê, wek derbrînek ku ew bacê didin avê û nadin perlemana Berîtanya û gereke gelê Emrîka azad bibe, ev rêbaza gelê Emrîka bû ku carek din jêrdestiya Berîtanya qebûl nekin û ev jî bû hevêna şoreşa Emrîka, ev wê watayê nade ku hizira Corc Waşinton bûye hevêna şoreşê belku hizira Corc Waşinton hizirikirinek bû di xwasteka gelê Emrîka û rêxistin di çarçovekê de. Wate Corc Waşinton jî bi dû xwast û daxwazî û hizra gelê xwe ketibûû, lewra rêbaza Corc Waşinton rêbaza û xwasteka gelê Emrîka ye bo azadî yê, belê ji ber ku Corc Waşinton karî gavan ji ber xwast û hêvî û hizira gelê xwe ve bavêje aniha gelê Emrîka bi cudahiya hizrên siyasî û cudabûna ol û ziman û rengê pîst Corc Waşinton bi bavê damezrênerê komara azad yya Emrîka dizanin, ji vê jî giringtir ew a bûye nerît di dîroka siyasî ya Emrîka de ku her serokekî din jî wek Corc Waşinton gav bo parastina azadiya Emrîka havêtibe, bi bavê damezrênr bi nav dikin, bo nimûne Tomas Cîvirson û Ebraham Linkolin û Rozfelt û çend serokên din yên Emrîka bi bavê damezrêner bi nav dikin, naznavê bavên damezrêner jî ne tenê bo parteke diyarkiriye, belku bo wane ew ên parêzvaniyê li wê rêbazê dikin ku komara Emrîka ya azad li ser hatiye bonyatnan, wate temamkirina karwanê bavên din yên wek Corc Waşinton û Tomas Cîfirson û Linkolin, vêca heger em di vê çarçovê de temaşayî rêbaza Barzanî bikin û heman pirsyarê dobare bikin, gelo Mela Mistefa Barzanî li dû xwast û omêd û rêbaza netewa xwe ketiye yan xelkê Kurdistanê li dû rêbaza Mela Mistefa ketiye, bêgoman heger em kûr herin nav hizir kirn û helwêst û reftarê Mistefa Barzanî, em ê hest bikin ku jêhatî û îradeya Mistefa Barzanî yekbûnek li nav buha û reftar û hizira neteweyî bo armanca hevbeş dirustkiriye, her kesek di nav vê neteweyê de xwast û hêviyên xwe di nav wê rêbazê dibîne ku Barzanî Mistefa di nav xwastekên xelkê de xwe pênasekiriye, wate ev wê rastiyê ji me re derdixe ku Barzanî ew serkirdebû ku di demê ne omêdiyê de hizir di xwast û armancên netewa xwe de kiriye û îradeyek hebû ku ew armanca neteweyî pênase bike û nîşanî neteweya xwe bide û ev îradeya Barzanî bûye handerek ku takên neteweyê jî wek Barzanî wê armancê bibînin û bibe harîkarê ew îradeya ku bo ew armanca hevbeş têkoşînê bikin, lewra di vê rewşê de em dikarin rontir bêjin Barzanî Mistefa wek wek her takekê vê neteweyê armanca wî azadî û serfirazî bû, belê cudahiya Barzanî li gel her kesekê din ew bû ku karî îradeya xwe li nav armanca neteweya xwe pênasebike û gavan ji ber ve bavêje, vê jî weha kir ku Barzanî Mistefa wek karêzmayekî di nav neteweya xwe de derbikeve.
Dema Netewe Wek Pêwîstiyekê Temaşayî Serokê Xwe Bike
Temamiya babetê maye