• Wednesday, 01 May 2024
logo

Li Almanya Kurdek keça xwe ya 13 salî dikuje

Gulan Media December 7, 2011 Civakî
Li Almanya Kurdek keça xwe ya 13 salî dikuje
Li bajarê Shetolechen yê Almanya kurdek bi demanceyê keça xwe dikuje, piştre direve û xwe ji polîsan vedişêre.

Li gor nûçeya malpera NNS ROJ, roja 05.12.2011’an zelamek Kurd li ser cadeyekî bajarê Shetolisen keça xwe ya 13 salî dikuje.

Polîsan Almanya dibêjin, ew zelam 35 saliye û piştî kuştina keça xwe reviyaye. Hewldanên polîsan ên ji bo dîtina wî berdewam in. Herwiha polîsên Almanya dibêjin, ew keç dema ji civîna ciwanên Almanya yên eyaleta Niedersachsen vedigeriya hat kuştin. Temenê we keçikê jî 13 saliye, ji mala xwe reviyaye û li xaneya taybet a ciwanên girêdayî rêxistinên ciwanan dijiya.

Li gor zanyariyan wê keçikê nedixwest vegere malê û piştî bi beşdariya xêzana xwe di civîneke şêwiriya rêxistinana ciwanan de amade bû, piştî demekê bi demanceyê hat kuştin.

Lêkolînên despêkê behsa wê yekê dikin ku di dema bûyerê de kesek din jî ligel bavê wê keçikê hebû. Li serê cadeyê bi otomobîlê li benda keça xwe bû û ji bo bikuje.
Top