• Wednesday, 01 May 2024
logo

Jin bi erbaneyan li dijî 'qirkirina jinan' meşiyan

Gulan Media November 22, 2011 Civakî
Jin bi erbaneyan li dijî 'qirkirina jinan' meşiyan
Endamên DOKH'ê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan bi erbaneyan meşiyan û ji "qirkirina jinan" re gotin na.

Endamên Tevgera Demokratîk a Azad (DOKH) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan li navçeya Karabaglarê ya li taxa Çamlikê meşek li dar xist. Beriya meşê li baxçeyê mala endameke BDP'ê civîn hate lidarxistin û gelek jin beşdarî civînê bûn. Jinan pankarta "Ji şîdeta li dijî jinan re na", "Ji hemû cureyên şîdeta li hemberî jinan re na" rakirin û dowîzên "Bijî piştgiriya jinan" "Bila kuştinên jinan bi dawî bibin", "Jin jiyan e, jiyanê nekuje" rakirin û peştemalên li ser "Em çanda tecawizî derbas bikin" li xwe kirin. Civinê bi rêzgirtinê dest pê kir û axaftin hatin kir.

Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Îzmîrê Emşa Ayaş axivî û got ku li her deverê cihanê jin têne qetilkirin û yekîtiya jinan dikare pêşiyê li qirqirina jinan bigre. Ayaş destnîşan kir ku dê 25'ê Mijdarê saet 12.00'an ji avahiya Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê heta Sumerbanka Kevn meşeke li dar bixin. Piştî axaftinan jinan bi Koma Erbaneyê ya NÇM'ê ve meşiyan. Meş heta mizgefta Mevlana berdewam kir û welatiyên derdorê eleqeyeke mezin nîşanî jinan dan. Jinan bênavber dirûşmên "em jin in, dayik in alîgirên aştiyê ne" bilind kirin.

Rudaw
Top