Ji destpêka îsal de ta niha, 12 hezar û 674 zarok ji dayîk bûne, ji wan jî 6 hezar û 374 kur bûn û 6 hezar û 200 jî keç bûn. Ji wê rêjeyê jî, 204 zarok cêwî bûn 6 zarok jî sêyane bûn /3 zarok bi hev re/.
Eşwaq Şakir, berpirsê beşa amarê li nexweşxaneya zarokan ya Silêmaniyê ji bo Xendan`ê ragehand ku ji sersalê de, 12 hezar û 674 zarok li Silêmanî ji dayîk bûne.