• Thursday, 02 May 2024
logo

Gelo di şeş mehên bê de, rejîma Essed wê hilweşe?

Gulan Media February 7, 2013 Raport
Gelo di şeş mehên bê de, rejîma Essed wê hilweşe?
Rîçard Has serokê niha yê şêretgeha têkliyên derve û serokê berê yê tîma pilanderên wezareta derve ya Emrîka li îdareya Kilînton, di dawî pêşbîniyên xwe yên derbarê bi dawî hatina rejîma Essed, pêşbîniya wê çendê dike ku di heyamê şeş mehên bê de rejîma Essed bi dawî dibe, belê ev pêşbînî kirine heta heger ku li ser binyata hejmarek dat û zaniyarî jî hatibin binyatnan, hên jî wê watayê nade ku di şeş mehên bê de rejîma Essed dimîne yan na, belê ew a ku hemî alî li ser hevrane ew e ku rûxana rejîma Essed bûye tiştekî misûger û pirsa mana wê tenê deme, belê nayê zanîn ev deme çiqasî dirêjdike, derbarê vê çendê me pirsyar ji rojnamevanê nasyar yê Turk Samî Kohên kir, wî di bersiva xwe ya taybet ji bo Gulan piştevaniya wê boçûnê nekir ku wê di heyamê çend meh yan demekê diyarkirî de rejîma Essed hilweşe, belê tekez li ser wê yekê kir ku hilweşandina Essed misogere û ew rejîme nikare berdewam be, di vê barê de boçûna xwe ji Gulan re rêxist û got: (me deng û basên pir di bara ku rejîma Essed di deshelatê de namîne bîstin, bêguman ew tenê texmîn bûn, çûnkî tu kes nikare gerentî bêje ev yek çiqasî dirêjdike, belê rastî ew e ku baweriya me hemûya ew e helweşandina rejîmê tiştekî misogere, çûnkî nikare tenê bi pişt girêdan bi hêz û serkutkirina xelkê li deshelatê bimîne, bi her rengekî be gereke ew deshelatê berde, belê çiqas zû be baştire, me dixwest zû ev kare kiriba, çûnkî niha zêdetir ji 60,000 kes hatine kuştin û bi sedan hezar kes bê mal û halin û bi sedhezaran penaberên Sûrî li welatên cîranin, di nav wan de Turkiya ku halê hazir 150 hezar penaber lê dimîne, ji ber van egeran her wek min berê gotî her çend zû deshelatê berde baştire û ev her wê rûbide, lê belê bi zehmete em demê diyar bikin, me berî şeş mehan ew bîst ku wê di şeş mehan de û renge zûtir de, belê rastî ew e nabe hêdî ev rewşe dirêjbike bi vî rengî, ev ji aliyekî, û ji aliyê din ve demê bas li helweşana rejîma Sûriyê dikin, erê li paş rûxanê wê çi rûbide û rewş wê çawa be, rewşa nimûneyî bû xelkê Sûriya ew e ku rejîmek aram hebe ku piroseyeke demokrasî peydabike, ku helbijartinên azad encam bide û perlemanek nû û destûrek nû were peydakirin û pêbendî hebe bi binemayên yekperçeyiya ax û yekîtiya niştimanî, pirsyara serekî ew e gelo di karîn de heye parêzgerî li yekperçeyî ax û welatê Sûriyê bê kirin. Halê hazir di arasteyê cuda cuda de metirsî heye di bara cudahiyên etnîkî û taîfegerî, me bûyerên di vê arasteyê de dîtin, ev di be egerê karîsatek mezin bo welatê Sûriya herweha bo navçeyê jî, ji ber ku dibe fakterekê neseqamgîr ne tenê bo Sûriyê, belku bo temama navçeyê, ji ber wê yekperçeya ax Sûriya were parastin û paş hilweşana Essed qunaxek veguhastinê were rojevê ku têde tenahî û demokrasî were peydakirin.)

Wate ew a Samî Kohîn amajê bo dike tenê geşbîniyeke ku rejîma Essed nikare tenê bi serkutkirinê di deshelatê de bimîne, belê ew a niha rûdide karesatek mirovî mezine, lewra heger mana vê rejîmê dirêjbike, wê gelê Sûriyê rastî karesatên mezin bibe, ji vê jî xerabtir wek Pirofîsor Coşwa Landîz mamostayê zanistê siyaset di zanîngeha Oklahoma û taybetmend û çavdêr li ser pirsa Sûriya ji Gulan re ragehand, ev kêşe tenê bi dûrxistina Essed û rejîma wî Dîmeşqê bi dawî nabe û heta heger Essed nemîne renge bermayên parta Beis dest bi têkoşîna çekdarî bikin, di vê barê de ji me re got: ( ez wiha dibînim ku mana Essed di çend mehan de bi dawî nabe û wê ji vê dirêjtir bimîne, ji vê xerabtir ew e heta ku Essed hat neçar kirin ku here, sopa û parta Beis ji navnaçin û renge wî demî berê xwe bidin çiya û tekoşîna çekdarî bikin, lewra heger Essed li Dîmeşqê were dûrxistin wê demê wê berê xwe bide beravê û wê bibe şûn lingê Îranê û wê demê çetine bihara Erebî bikare têk bibe, ku wê pir rêxstî be û kontrolek baş bike û piştevaniyê bidest xwe ve wîne, ji Îranê re jî wê baş be ku navçeyên beravê bibe cihê nifoza wê, wek Hizbulahê li Libnanê, ev jî wê hevkar be ji bû Kurdan ji ber ku Ereb şerî Elewiyan dikin ne Kurdan. Lewra ew boçûne raste ku paş rûxana rejîma Essed gorankarî wê li dû were, ji ber ku Erebên Sune wê bibin mîratgirê deshelatê û wê bibin hevpeymanê Turkiya û Seûdiyê, ev jî dilgiraniyek mezin ji Kurdan re peyda dike, ji ber ku di rêya bidestxistina hikumraniyek navçeyî yan serbixweyî gereke biryarek din bidin ew jî pir girane. Emrîka giringiyê bi boçûnek din didin ku kurdên Sûriya ne wek Kurdên Îraqê ne. herweha demê piştevaniya opozisyona Sûriyê dikin – Erebî Sune- bi wî mercî piştevaniyê li otonomiyekê dikin bo Kurdan ku sernekeve bo serbixweyî yê, ev jî rewşek girane).

Kêşa Sûriyê di nav hevkêşa Herêmî û navdewletî de

Di gel wê çendê ku rejîma Sûriyê deshelat li ser beşek zor a welat ji dest daye û herweha li nav Dîmeşqê jî ji dest daye, belê hên jî mana Essed li nav hevkêşa herêmî û nêvdewletî de cihê axaftinê ye û hinek welat li ser astê herêmî û navdewletî piştevaniyê li mana Essed dikin, sebaret bi vî alî û li ser astê herêmî Turkiya rolekî karîger dibîne, derbarî vî alî rojnamevan Samî Kohîn di beşek dina axaftina xwe de bo Gulan bas li vî alî dike û dibêje:
(Turkiyê rolekê diyar û giring di qeyrana Sûriyê de dîtiye, ev di axaftinên berpirsên Turkiya di axaftinên serok wezîr û hemû berpirsên din de eşkereye ku Turkiya dilgirane ji ew rewşa paş rûxana rejîma niha li Sûriyê têye pêş, ji ber vê Turkiyê rolekê giring dîtiye di rêya piştevanî kirina opozisyonê, netenê opozisyona sivîl belku heta hinek ji giropên têkoşînê jî, bi dilinyayî ev wê watayê nade ku turkiya rastewxo destêwerdan kiriye di ew kiryarên serbazî de, belê piştevaniya opozisyonê kiriye çi sivîl û çi tevgerên tekoşîna çekdarî, ew a jê re tê gotin ((Leşkerê Sûriya yê Azad))
Wate helwîsta Turkiyê di vî barî de ron û eşkerebû û hatiye ragehandin ji aliyê hikumeta Turkiyê ve, ku Turkiya aliyê rastiyê girtiye, aliyê rastiye dîrokî girtiye û xwezyare bi zûtirîn dem hikumeta takrew ji deshelatê were dûrxistin. Bi dilinyayî Turkiya ji wî alî ve wê xweşhal be bi gorîna rejîmê û bi dest xistine deshelatê ji aliyê rejîmeke ku nûneratiya xelkê bike, ku bi helbijartinên demokratî were pêkanîn, herweha perlemanek nû û destûrek nû werin danan, hikumeta Turkiya bi germî li hêviyê ye ku rolekê bibîne û bi mifa wergirtin ji ezmûna xwe di warê pirosa demokrasî de hevkariyê bike herweha piştevaniya Sûriyan bike ji bo avakirina welatê wan, çûnkî welatê wan hatiye wêran kirin, û niha pêwîstî bi hewlek zor heye ji bo carek din avakirin û binyatnanê, ji ber ku Turkiya giringiyek mezin bi hevkarî kirina xelkê Sûriya dide, lewra ez bê şikim ku bi çûna Essed rewşek nû peyda dibe, rewşek ku bidilinyayî Îran pê dilxweş nabe, ji ber ku hîn jî Îran piştevaniya rejîma Essed dike.
Herweha Rûsiya ku yeke ji welatên kên li cîhanê ku hîn piştevaniyê li takrewekî dike. Tiştek ku bi berdewamî û bi ronî ji aliyê berpirsên Turkiya ve derbirîn jê tê kirin ew e ku cihê ecêbiyê ye ku Îran piştevaniyê li takrewekî bike li welatekî musliman de ku hewil dide xelkê xwe serkut bike. Ji ber wê herêmê dike delîvek teng û karîgeriyê dike li ser hevsengiya hêzê li navçeyê.))

Roj bi roj karesatên mirovî li Sûriyê mezin tir dibin

Ew a pir kêm di qeyrana Sûriyê de bas lê tê kirin pirsa ew qeyrana mirovî ye ku bi egerê şerê navbera aliyên opozisyon û hêzên rejîma Essed dirust dibe, tenê die v zistana sar de ku beşek pir ji xelkê Sûriyê di nav Sûriyê de aware bûne û bi egerê şer ajansên neteweyên yekgirtî û rêxistinên mirovatiyê nikarin alîkariya pêwîst bigehînin awareyan, lewra di vê rewşê de ku li ser astê nêvdewletî tenê bas li Roxana Essed û gorankariyê siyasî tê kirin, di rojevê de karîsatek mirovî heye û roj bi roj xerabtir dibe, div ê derbarê de pirofîsor Don Çatî mamostayê entropolocî li zanîngeha Eksford û taybetmendê awareyên kêşên navxweyî, sebaret bi barodoxê niha yê Sûriyê di axaftinek taybet de bo Gulan, ew niha li Sûriya heyî bi karîsatek mirovî bi nav kir û got:
(Berî Îro karesata mirovî li Sûriya Rûdaye û beşek ji egeran paş rûdana vê karesatê bo hikumeta Essed vedigere ku rê nade rêxistinên ne hikumî yên nêvdewletî û rêxistinên mirovî û hevkariya nêvdewletî yarmetiyê ji Sûriyê re bikin, tenê bi rêya komela heyva sor nebe, raste komela heyva sor li Sûriya komelek mezin û çalake belê ne bese û nikare bi tenê hemû alîkarî û pêdiviyên mirovî peyda bike, tê bas kirin ku nêzîkî nîv milyon welatiyên Sûrî li derveyî sinûran aware ne li Turkiya û Libnan û Ordon, belê hevdem zêdetir ji yek melyon û nîv welatî li nav axa Sûriyê mal û halên xwe berdane û pêwîstiya wan bi xwerin û sotemenî û çareseriya pizîşkî hene û ew aliyane li gor pêdivî nayê peydakirin û bi astekê baş nagehe Sûriyê ji ber ku endamên komeleya heyva sor li Sûriya hejmara wan ne bese ji bo malîna hemû axa Sûriya û yarmetîdana welatiyan, lewra karesata mirovî ya pêşwext li Sûriyê rûdaye û gereke danûstandin bi hikumetê re were kirin daku rê were dan bo derbazbûna yarmetiyên zêdetir bo nav axa Sûriya û helbet ev jî aliyek pir zehmete, sebaret bi Emrîka Jî ez dibînim ku rêveberiya nû ya Emrîka hejmarek zêdetir ji kesên pispor û şareza li xwe digre ku zêdetir li navçeyê û li rojhelata naverast têgihiştîne û mejiyê wan zêdetir vekirîne, lewra ez dibînim reng hewlên zêdetir bikin û hana Essed bidin û danûstanan vê re encamp bidin bo destberdan ji deshelatê û ev jî bi boçûna min tiştekî baş e ji ber ku hale hazir piraniya welatiyên Sûriyê dixwezin şer rawest û ji wan re ne giringe çawa, xelkê Sûriya dixwazin rewş normal bibe û şer rawest heta heger Essed di deshelatê de bimîne yan na, çûnkî ew a îro li cem welatiyan giringe ew e ku rewş normal bibe û jiyanek baş ji wan re peyda bibe, bi bpçûna min xelkê Sûriya li paşerojê dinêrin û jiyanek baş dixwazin heta heger bi mana Essed be yan bi rûxana wî, lewra bi boçûna min doseya Sûriya pir aloze)).

Ew a xatûn Don Çatî amaje pê kirî rastiya karesata mirovî ya xelkê Sûriya ye, sebaret bi vî alî Samî Kohîn weha dibîne ku ew ên pir nîgeran bi vê karesatê welatên cîranên Sûriya ne wek Turkiya û Ordon û Libnan û herweha Herêma Kurdistanê jî, div ê bare de bi vî rengî ji Golan re axifit:
(halê hazir karesatê mirovî rûdaye, ji ber ku bi hezaran kes hatine kuştin û bi hezaran kes bê mal û halin, ev diramayê karesatekê mirovî ye. Ew a peywendî bi komelgeha nêvdewletî ve hebe, bêgoman ew welatên pir nîgeranin di bara ev diramaya mirovî de, Turkiya û cîran yên dinin, wek Ordon û Libnan û Herêma Kurdistanê, ew jî bi egerê piraniya hejmara awareyan, her wek min pêştir gotî 150,000 awareyên Sûrî li Turkiya hene û hejmar di zêdebûnê de ye, ta niha hikumeta Turkiya zêdetir ji 400 milyon dolar xerckiriye jib o peydakirina çadir û pêdiviyên din jib o awareyan. Mixabin civaka nêvdewletî xwe ji vê dşrxist, raste hinek kar hatine kirin, belê tenê alîkariyên simbolkî bûn û tiştekê berçav ji aliyê rojava yan welatên Erebî ve nehatiye kirin.
Serok wezîr erdogan di zor helkeftan de, çi li neteweyên yekgirtî yan konferansên nêvdewletî- daxwaz ji civaka nêvdewletî kiriye ku çalaktir destêwerdanê bikin, bi kêmasî di aliyê mirovî de bi rêya peydakirina alîkariyên diravî û komeka mirovî ya zêdetir, mixabin ev ta niha bi rengekî berçav nehatiye encamdan, lê qebarê karesatê ew hinde mezine ku pêwîstî bi hevkariyek nêvdewletî çalaktir û berferehtir heye).
Top