• Wednesday, 01 May 2024
logo

Li Silêmaniyê, 2 kes hatin kuştin

Gulan Media September 5, 2011 Civakî
Li Silêmaniyê, 2 kes hatin kuştin
Li taxeke nav bajarê Silêmaniyê, bi sedema teqekirinê 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Peyvdarê polîsê nav bajarê Silêmaniyê Îqbal Mihemed ragihand ku îro li taxê Sabunkeran li Silêmaniyê, ji ber teqekirina welatiyekî, yek jê zaroke 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Mihemed xuya kir ku di cih de hêzên polîs gihiştine cihê bûyerê û termê qurbaniyan bo Pizîşka Dadî veguhastin û lêkolîn derbarê sedema bûyerê dane destpêkirin.

Mihemed bal kişand ku heta niha sedema bûyerê diyar nebûye û polîs lêkolînê dike, her wiha heta niha nehatiye naskirin ew kesê ku birîndar bûye teqe kiriye ya na.

AKnews
Top