Hilgirtina Al`ê yekrêzî ye ji bo nîşandana îradeya neteweyî
((Al sîmbola netewî ye, û vedana wê nîşana nîştiman perweriyê ye, ew sîmbole amaje ye bo întîma`a me ji netewê re, em emrîkî paş karesata 11yî Sêbtemberê, me hemûyan ala welatê xwe bilind kir, ev yek jî peyman nûkirin bû ji bo nîşandana dilsozî û nîştiman perwerî ji bo welatê xwe û nîşana dûbare nîşandana yekrêziya gelê emrîka bû di rojên giran de, lewra ew karekê asayî ye dema gefeke derekî dikeve ser welat yan karesatek bi ser welat de tê, welatî hemû alê welat bilind dikin, ev bilind kirine nîşandana sîmbolekê ye bo hevgirtina nîştiman li ser hebûn û xweselmandina netewê û nîşana hindê ye ku hemû amadene bi yekrêzî û yekhelwêstî rûbirûyî giriftan bibin, win jî wek kurd we ala taybet a xwe heye, niha li nav Perlemana Kurdistanê mil bi milê ala Iraqê ala Kurdistanê jî hatiye danîn, ev jî nîşana hindê ye ku raste win beşekin ji Iraqê, belê win neteweyekin û we nasnama taybet a netewî ya xwe heye)).
Çwar sal paş karesata 11yî Sêbtember , carek din Samoîl Hintgitin bi pirtûkek din a bi navûnîşana (Em kîne? . Who are we?) gotûbêjek hizrî li ser kêşa nasnama neteweyî ya Emrîka azirand, ku ev azrandine jî tişekî weha ji wê gotûbêjê kêmtir nebû ku twêja bi navûdeng a (Lihevxistina Şaristanyan . Clash of Civilizations) li sala 1993 yê dirust kir, lewra heger pirtûka Lihevxistina Şaristanyan bi pêşbîniya Hintgitin were danîn ji bo rûdana lihevxistina şaristaniyeta Rojava û şaristaniyeta rojhelata Islamî ku li 11yî Sêbtember bi teqandina herdu avahiyên Navenda Bazirganiya Cîhanî li Niyoyorkê destpêkir, weha pirtûka dûyem (Em kîne?) hewleke bo amadekirina îrada welatiyên Emrîka daku bikarin rûbirûyî giriftên paşerojê bibin, Hintgitin mercê serekî bo serketina vê rûbirûbûnê bi yekrêzî û yekgirtina Emrîkiyan ve girêdaye ku hemû bi hev re bersiva wê pirsyarê bidin: Em kîne?, belê pirsyara din ku ev pirsyare diazirîne ew e, gelo dema Hintgitin ev pirsyare azirandî, goman li ser wê hebû ku hesta emrîkiyan li hember nasnama Emrîkîbûna wan lawaz bû? Bê goman belê, ji ber ku Hintgitin amaje bi wê dike berî karesata 11yî Sêbtemberê dema yana topapê ya yek ji wîlayetên Emrîka li gel yaneyekî Meksîkî li wîlayeta Niyomeksîko, di wê lîskê de tîpa Emrîka li ser axa û gorepana xwe ji aliyê handeran ve wek mêvan dihate sêrkirin û tîpa Meksîk wek xwexudan hate sêrkirin, lewra Hintgitin vegera Emrîkiyan bo jêr ala Emrîka û dûbare întîmakirina wan bo nasnama Emrîkî bi xalek giring dizane daku bikarin rûbirûyî giriftan bibin, li cem Hintgitin karesata 11yî Sêbtember bûye egerê hindê ku Emrîkî vegerin ser huşê xwe û hest bikin ku welatê wan di metirsiyê deye, lewra ew hatiye rêja firoştina ala Emrîkî di rojên berî karesata 11yî Sêbtemberê û rojên paşê de berhevkiriye û geheştiye wê encamê ku paş karesata 11yî sêbtemberê rêja kirîna ala Emrîka bi astekê zêdebûye ku her Emrîkiyekî wek sembol bo yekrêziyê ala vedaye yan ala kiriye berîkê xwe, sebaret bi vê yekê Pirofîsor Robêrt Cîrabîl rêveberê xwendinên rojhelata naverast li zanîngeha Filorîda Etlentîk di axaftinek taybet de bo Gulan sebaret bi nasnama nîştimanî û al wek sembola neteweyî, bi vî rengî ji Gulan re axifî: ( nasnama neteweyî beşeke ji hizra netewî ya her neteweyekî, lewra nabe em bêjin nasnama neteweyî cudaye ji hizra neteweyî û nîştimanî, belê pirsyar ew e gelo em çawa pênasa netewe û nîştiman dikin? Bê goman li gor boçûna serdem netewe wate koma welatiyan û nasname ew e çawa ev welatî pênasa xwe dikin, nasname jî bê goman pêktê ji dîrok û keltor û ziman û ayîn, ev hemû bi hevre dibine nasnama neteweyî û niştimanî, belê pirsyara din ew e gelo ala dibe beşek ji nasnama neteweyî? Di vê bersivê de jî ez dibêjim ku ala dibe sîmbolek ji bo nîşandana nasnama neteweyî û takên neteweyê li jêr alê peymana wefadarî bo neteweya xwe nîşandidin, li vir pirsyar dine ew e gelo peymana wefadarî bo neteweyê wata wê çiy? Bêgoman nîşandana peymana wefadariyê ew e dema tak ala netewî ya xwe bilinddikin û ev jî nîşana nêşandana peymana netewî ye, ji vê jî zêdetir dema welatî hemû bi hev re ala netewî ya xwe bilind dikin, ev jî amajeye bo yekrêziya nîştimanî û netewî nîşanbidin , lewra ez dûbare dikim ku ala sembola nîştiman perweriyê ye, sîmboleke li ser peywendiya me bi neteweyekê, herweha li demên nexweş de jî vedana alayê hêmaye bo yekrêziya nîştimanî , em welatiyên Emrîka dema dema li 11 yî sebtemberê hêriş hatî ser me, piraniya welatiyan ala bilind dikirin yan ala bi xwe ve dixistin, ev nîşaneyek bû ji bo nîşandana xweşewîstiyê bo nîştiman , lewra dema welatî li jêr fişar û guvaşan bin yan hêriş li ser wan hebin yan jî dema mafê wan hatibe xwerin yan dema hêrişek derveyî li ser wan hebe, ew di wan rewşan de ala yê bilind dikin , ala semboleke bo yekgirtina niştimanî herweha semboleke li ser hebûn û xwe selmandina gelê welat û nîşaneyeke li ser ku ew amade ne piştê xwe bi hev din û rûbirûyî kêşan bibin, win jî wek kurd we ala xwe ya taybet heye li nav avahiya perlemana Kurdistanê li kêlek ala Iraqê, ala Kurdistanê jî heye, ev tiştekê pir giringe ku kurdan ala xwe heye, ev wê watayê dide ku win xudan nasnama netewî ya taybet bi xwe ne))
Helgirtina Alayê Selmandina hebûna netewê ye
Heger em helgirtina alayê wek mafekê netewî sêrbikin û roja helgirtina alayê û vedana alê bidestê takên netewê wek nîşandana îrada netewê berceste bike, li wê demê tak biryarê didin ala welatê xwe wek piyadekirina mafekî bilind bike, wate biryar daye ew hesta netewî ye di hindirê xwe de wek hesteka bi xwe heye, biguhêre wek hestek babetî ya civakê û bi rê ya helgirtina alayê wê îradê nîşandide ku netewa wî xwasta bunyatnana dewletê û dezgeh û serweriya yasayê heye, ev jî bi wê watayê tê dema hesta tak bi xwe dibe hesteka babetiyane ya civakê, îradeyek tê nîşandan ku dibe hêma bo giş îrada neteweyêev îradejî ku giyanê zindî yê neteweyê berceste dike berhemê koma îrada takane ku di armancekê aqilane de xwe derdixe ku ew jî rêxistina mafê tak û pêkhatên civakê yedi çwarçovê dewletê de, di vê rewşê de ku mebesta aqilmendiya tak di pênasa azadiyê de xwe nîşandide, ewha bibê dewlet ew azadiye hebûna wê namîne, di vê rewşê de ku armanca îrada netewê di xalekê de yekgir dibe bo binyata dewletê wek pêdiviyek serekî ji bo bingeh xweşkirin bo geheştin bi azadî û serfiraziyê, ewha helgirtina alayê giş îrada netewê nîşandide, bo geheştin bi dawî armanc ku binyatnana dewletê û dewlet dibe kepir û parêzerê azadiya hemûyan û hestkirina takan bi hebûna xwe wek mirovên azad, lewra û ji vê rastiyê helgirtina alayê cuda ji wê çendê ku dibe nîşana sêmbolekê bo nasandina nasnama netewî, di heman dem de rehendek din jî werdigre bo binyatnana dewletê, ji ber ku bê dewlet nasname û azadiya neteweyî wek xwe peyda nabe, Profîsor Tomas Embirosoy serokê beşê dadweriya cînaî û zanistê siyaset li zanîngeha nors Dakota, di lêdwaneka taybet de bo Gulan tekez li ser wê dike ku helgirtina alayê ne tenê nîşandana nasnama niştimaniyê, belku rehendekê din yê siyasî heye, bitaybet heger ew neteweye bê dewlet be, wate ew e ku ew netewe dixwaze dewletê avabike, ddi vê barê de Profîsor Embirosoy bi vî rengî boçûna xwe ji Gulan re derbirî: (nasnama netewî rolekê mezin di pênasa neteweyekê diyarkirî de dibîne û nasnameyekê dide xelkê ku ewqas tijî hest û soz e ku dibe beşek ji hindê ku ew kîne, û çawa li xwe dinêrin û çawa li xelkê dinêrin di peywendiya wan ya li gel dewletan de û karîgerî heye bi ser ew siyaseta piyadedikin, helgirtina alayê nîşandana wê hestê ye û derbirîna wê omêdê ku netewe bibe xudan dewleta xwe, ji ber ku heger tu netewyek bî û bixwazî bibî dewlet, li wê demê gereke te ala hebe, çûnkî dewletê ala xwe heye, li Emrîka rêketin li ser alayê wek sembolek hinek dem xwest. Herweha renge ev kêşeyek be bo welêt, ew jî bi rêya xwe cudakirinê, bi rêya ragihandina wê yekê ku em sembola we pesend nakin û em ê li ser sembola xwe bimînin, wate dibe ev dûpatkirin be û dibe kêşe be, wate egerê wê heye bi herdu arasteyan de here. Ji vê jî zêdetir ala wê cuda dike ku kî beşeke ji neteweyê û kî nebeşeke ji neteweyê, eger tu li ala Birêtanya Mezin binêrî tu dê bibînî ku sê al hatine têkelkirin daku alayek yekgirtî dirust bikin, ku pêktên ji ala Ayrlande û Sikotlanda û Îngêltere. Bi berovajî dema tu li Kirwatiya temaşekî, wan pir bi ronî ew ragehandine ku ev ala Kirwata ye û Sirban bi xwe ve nagre, wate Sirbî ne beşekin ji netewê. Wate li hinek rewş de ala bo hindê ye ji xelkê derve re bêjin ku welat çiye û çawaye, wate ala ne tenê nasnameyeka bi hêz ya netewî ye, belku amajeyeka siyasî jî heldigre. Lewra ala tuxmeke bo nîşandana nasnama netewî, belê dibe tuxmên din jî di wê nasnamê de beşdar bin, bi nimûne hindek tiştên dîrokî hene ku netewe xudanê wê ye, heger tu li London bî û biçiye mozexana nîştimanî ya Berîtanya, tu dê bibînî peykerê Ekropolos yê Yonanî hatiye danan, ev peykere li cem yonaniyan wek beşek ji nasnama netewî ya xwe temaşedikin lewra bi wan nexweşe ku li wê mozexanê hatiye danîn û dibêjin ev mulkê meye û we ji me diziye û pêwîste bibe mulkê yonanî, wate sêmbolgelêk bo nîşandana nasnama nîştimanî heye, herweha gereke şûngelekî diyarkirîbin, çêdibe Dêr bin yan Mizgeft yan …. Ku girêdayîbin bi neteweyê ve, bi heman şêwe zevî (erd), wate bangeşekirina ku ev xaka meye û ev zivî ya meye, wate ev hêmayeke sembolî rasteqîneyebo netewê, bo nimûne di nakokiya navbera Kosovo û Sirbiya de binêrin bi tekezî nakokîyê gelek pir di navbera wan de heye ku peywendî bi xakê ve heye, li ser vê xakê niha çi Sirbiyek najî, belê ji aliyê dîrokî ve bo heyamê 500 sal xaka Sirban bû, wate ev yek bes ku şer li ser bikî herçende çi Sirbiyek lê najî, anko erd xudan giringiyeke zor e, ev tişt hemû giringin bo dirust kirina sembolek taybet bo netewê))