• Monday, 29 April 2024
logo

Li Qeyseriyê mala keckê qelend wernagirin lê heqê şîr werdigirin!

Li Qeyseriyê mala keckê qelend wernagirin lê heqê şîr werdigirin!
Li gelek deveran hê jî kelend(next) ê keçên wan ên dizewicin li hin ciyan di bin navekî din de tê standin. Wekî mînak li Qeyseriyê yên ku berê li Kumbetê rûdiniştin niha TOKÎ’ya nû diBêjin, “Li bam e qelend/next nîn e lê ‘şîrheqî’ heye.” Pereyê ku didin diya keçkê jî li dora 500 TL’yan e. Pirsgirêkeke din a li vê taxê jî keçikên xwe zû dizewicînin.

Li gorî ku agahiyên saziyan bidest xistine rewş wiha ye;

Kesên ku li Kumbeta Qeyseriyê rûdiniştin, rewşa wan a aborî ne baş e. li dijî qelendên keçan derdikevin. Lê wan biawayekî din riyeke din dîtiye û li ser navê “heqê şîr” riyek dîtine.

Wekî hincet heqê şîr, dayika keçikê di zewaca keça xwe de ji bo wê xerc dike û dibêjin heqê şîr ê me û qelendên li aliyê rojhilat tevlihev nekin lê di bingeha xwe de haman tişt in. Ji berk u yên qelend digirtin jî digotin em ji keça xwe re xera dikin.

Lê tiştekî din heye ku li Qeyseriyê qelendê di binn sernavê ‘heqê şîr’ de distînin li gorî qelendê dinava Kurdan de gelekî kêm e, yanî li derdora 500 TL’yan e. ew jî li gorî rewşê tê girtin ku rewşa malbata zava nebaş be dadixin heta 200 TLyan jî.


ANF
Top