• Monday, 29 April 2024
logo

Dr. Ebdulla Seîd: ne cihê şanaziyê ye ku Duhok li pila yekê tê ji bo zarokbûnê

Dr. Ebdulla Seîd: ne cihê şanaziyê ye ku Duhok li pila yekê tê ji bo zarokbûnê
Rêveberê giştiyê saxlemiya parêzgeha Duhokê ragehand, parêzgeha Duhokê li pileya yekê tê bi rêjeya zarobûnê, ev yeke jî bi cihê şanaziyê nayê hejmartin.

Dr. Ebdulla Seîd got: Di yek roj de li parêzgeha Duhokê wek têkra 138 zaro jidayik dibin, di salê de jî 45 hezar û 146 zaro, eve li dûv amarên sala borî,diyar kir jî di vê pirsê de, Duhok bi rêjeya 3 . 39 li pêşiya parêzgehên din yên herêmê dihêt.

Navbirî xwast perlemanê Kurdistanê yasayeka taybet bi rêkxistina xêzanê derbêxît, hikûmetê jî neçar biket vê yasayê cêbicêbike.

Dîsan diktorî got jî: Divê ev babete bi cidî bihête wergirtin û pilanên stiratîcî bo bêne danan, çunke çiriya akincîbûnê bi arêşeya serekiya gelek welatan dihête liqelem dan.
Dihête zanîn di 5 mehê, borî da jî 20 hezar û 821 zarro li parêzgeha Duhokê jidayik bûne.

Rojnama War
Top