• Monday, 29 April 2024
logo

Zêrîn di şerê navbera dû malbatan de hat kuştin

Zêrîn di şerê navbera dû malbatan de hat kuştin
Ji ber pirsgirêkeke biçûk şerekî mezin di navbera du malbatan de li Qeladizê dirust bû, di encamê de jinek hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn. Zêrîn Xizir (36), ku bû qurbaniya vî şerî, 3 zarok li pey xwe hiştin.

Mihemed Ehmed (36) pismamê Zêrîn e, behsa bûyerê ji Rûdawê re kir û got: “Bûyerê li yarîgehê destpê kir, şer di navbera çend zarokan de derket, pismamekî Zêrîn jî ku navê wî Awat e ji Ebdulla Weso re dibêje ku şîretan li zarokê xwe bike şer nekin, lê kurekî Ebdulla bi navê Mihemed ku bi dirustkirina taseyekê ve li ser rê mijûl bû, bêreke daxkirî danîbû ser milê Awat û mil û baskê wî dax kiribûn, dûre jî bi dar serê wî şikandibûn, di demekê de ew neçûbû bo şer.”

Gava Awat diçe malê û birayê xwe bi vî rengî dibîne jê dipirse kê wisa aniye serê te. Mihemed ku mamoste ye red dike ku wan di şer de insyatîf kiribe: “Xizm û kes kom bûn û me biryar da şer nekin, lê Ebdulla Weso gava xelk dît teqe bi ezman de kir, lê me biryar da dozê tomar bikin û şer nekin.”

Mihemed dibêje gava dan ser riya mala Omer, ku rîsipiyê malbata wane: “Ebdulla Weso û kurê wî teqe kirin û di encamê de Zêrîn hat kuştin û pismamê wê Qadir jî birîndar bû. Bona rastiya gotinên me jî hemû gulle ji pişt ve li wan ketin û asayîş dizanin ev çawa bûye.”

Merivên Zêrîn, Qadir û Awat tekez kirin ku ew naxwazin heyfa xwe hilînin yan sulha eşîretî bikin, lê dixwazin qanun heyfa wan rake û lewra jî doz li cem polîsan vekirine.

Mihemed wiha axivî: “Polîs û asayîş nikaribûn rewşê kontrol bikin, ji ber ew jî eger bipêşde bihata wê bihata kuştin, lê em dilgiran in ku heya vêga ew nehatine girtin, polîs û asayîş wan diparêzin, her çiqasî eger ew jî li wir nebin ne ji exlaqên me ye teqe li jin û zarokan bikin.”

Di vê bûyerê de ji xênî kuştina Zêrîn, Awat Mihemed, Qadir Mihemed, Husên Resûl û çend endamên asayîş birîndar bûn. Zêrîn Xizir, di sala 2000an de bi pismamekî xwe re zewicîbû, 2 kur û keçeke wê hene `Xizir (11), Mihemed (8) û Dalya (3).`

Rêveberê Polîsên Qezaya Pişder Komîser Ebdulla Mîr Ehmed Mîre, derbarê vê bûyerê de daxuyand: “Me dosye bo pirsgirêkê vekir û lêkolîn berdewam in, lê ji ber ku navçe eşîretî ye, heya şîn xilas nebe em nikarin lêkolînê bi tevahî bikin. Fermana girtina wan kesan derketiye ku teqe kirine, lê heya vêga nehatine girtin, çimkî kesê ku fermana girtina wî derdikeve hisabê wê dike û ne şert e yek ser bê girtin, lê tedbîrên girtina wan hatine kirin.”

Mala Ebdulla Weso ne amade bûn ti daxuyaniyan bidin. Hêzeke asayîş li pêşber mala wan bû. Rêveberê Polîsên Qezaya Pişder Komîser Ebdulla Mîr Ehmed Mîre got: “Ev hêz bo wê yekê ye pirsgirêk mezin nebe, ji ber herdû malbat ji heman eşîrê ne û li heman taxê dimînin. Nabe em wir vala bikin û kesine dî bên kuştin. Asayîş bo navçîtî û çavdêriyê li wir in, ne ku bo hewandin û parastina tometbaran. Di vê bûyerê de dû endamên asayîş di dema navçîtîkirinê de bi awayekî sivik birîndar bûn.”

Derbarê wê yekê ka kî yekemîn car teqe kiriye, Komîser Ebdulla Mîr Ehmed Mîre got: “Dadgeh vê yekê diyar dike.”
Rojnama Rûdaw
Top