• Monday, 29 April 2024
logo

Li Rojhilatê 2 kesan xwe kuşt

Li Rojhilatê 2 kesan xwe kuşt
Di berdewamiya diyardeya xwe kuştinê li Rohilatê Kurdistanê, di çend rojên derbasbûyî de jineke Serdeştî û koreke Sineyî xwe kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa Mukiryan News, roja duşemiya derbasbûyî karkereke xelkê bajarê Sine bi navê Bêhzad ji ber pirsgirêkên aborî û malbatî xwe hilavîst û jiyana xwe bidawî anî.

Li gorî heman çavkaniyê roja sêşemiyê jineke ducanî û temen 22 sal bi navê (Ş) û xelkê bajarê Sedeştê xwe kuşt ku heya amade kirina nûçeyê sedema kuştina wê diyar nebûye.

Hêjayî gotinê ye ku li Rojhilatê Kurdistanê diyardeya xwekuştinê bi awayekî xurt berfireh bûye û di salê de bi dehan kes bi sedemên cuda cuda xwe dikujin.
Avesta/D.M
Top