• Monday, 29 April 2024
logo

Keçek kurd bi cilên kurdî bû xweşika Hollywoode

Keçek kurd bi cilên kurdî bû xweşika Hollywoode
Keça kurd Sureya Fellah roja înê li Universal City`yê di Hotêl Hîltonê de bi cilên kurdî beşdarî merasîma hilbijardina şacuwanê bû û bû yekem.

Li gorî ajansên nûçeyan di hilbijardina şaciwan a 2011`an li Amerîkayê, jineke Kurd bi navê Sureya Fellah beşdarî kir û pileya yekem bi dest xist.

Sureya Fellah yek ji çalakvanên Mafê Mirovan û Mafê Jinê û her wiha parêzvanê Mafê grûpên etnîkî û olî ye. Her wiha ew rawêjkar û şêwirmendê karûbarên mafê mirovan e û gelek ji hevpêyvîn û daxuyaniyên wê li ser rewşa girtiyên siysêiyên Kurd û grûpên etnîkî û olî hene.

Sureya jineke çalak ya kurd e ku nûnerê Civata Cîhaniya Qelema Kurdî li Amerîkayê, di gelek ji rêxistinên Cîhanî yên mafê mirovan e û yek ji jinên çalakê di nav Kurdên li sirgûnê ye.

Ew her wiha bi tevlîbûn di fêstîvalên Kltûrî û ferhengî li Amerîkayê de ji bo çêkirina têkiliyên di di navbera gelan de jî tê naskirin.

Sureya serperesta Navenda Tendirustiya pîsîkolojîk (Ruhî) ya kesên bi temen e. ew xwediyê du zarokan e û 25 sal e bi hevjinê xwe re dijî. Avesta/D.M
Top