• Sunday, 28 April 2024
logo

Komîtek ji bo parastina mafê zarokan tê pêkanîn

Komîtek ji bo parastina mafê zarokan tê pêkanîn
Di çarçûva bernameya mafê zarokan de li parêzgeha Duhokê workşopek li hola senterê saxlemiya derûnî bo dirustkirin û amadekirina berinameyê komîta parastina mafê zaroyan saz kir.

Di vê workşopê de hin bend ji mafên zaroyan mîna danana sîstemê navxweyî û çawaniya karkirinê bo parastina mafê wan hatin gengeşekirin, Jiyan Mistefa wek berhevkera workşopê got: Beriya niha kombûnek hatbûkirin ku her êk ji j wezaretên kar û karûbarên komelayetî, saxlemî, ewqaf, perwerde, dad û civata bilind, û çend kesatiyên peywendîdar têda pişikdarbûn û armanca wê jî berferehkirina karî bû, û bibîte lîjneya parastina mafên zaroyan û piştî kar tê kirin dê kongireyek li dor mafên zarokan hêt kirin.

Bezad Elî Adem cêgirê parêzgerê Duhokê wek çavdêrê workşopê ragehand: Workşopa han taybet bû li dor nekarkirina zaroyan û armanc jî ewe kar bihêtekirin ku karê lijneya navbirî berfirehtir lê bihêt û navê wê jî bihêtegeorîn û armanc jî bo kêmkirina karkirina zaroyane, dê gelek aliyan dijiyana zaroyan da vegirît wek tund û tîjî dijî zarroya dabînkirina mafê wan ji her aliyekî ve û take lîjneye li seranserî Îraqê û Kurdistanê ya taybet bi mafê zaroyan û pitir pûtedan bi mafê zaroyan û danîne qutabxaneyê û aliyê civakî û saxlemiyê û li dûv biryarên herêmê û yasaya.

Rojnama war
Top