• Monday, 29 April 2024
logo

Vestîvala Qereça ya Yekemîn dê meha Temûza bê li Duhokê birêve biçe

Vestîvala Qereça ya Yekemîn dê meha Temûza bê li Duhokê birêve biçe
Navenda Aloka ya Qereça li Duhokê ragehand ku wan dest bi amadekariyan kiriye bo rêxistina Vestîvala Qereça ya Yekemîn di meha Temûza bê de û tekez kir ku wê çendîn kesayetî ji Iraq, Turkiya, Iran û Sûriyayê jî amadebin bo nasandina dîroka Qereçan.

Yunis Tahir Bîro berpirsê Navenda Aloka ya Çanda Qereça bo Sumeriye News diyar kir ku vestîvala taybet bi çand û kelepora Qereça wê 3 rojan berdewam be û wê çendîn çalakiyîn çandî û hunerî û keleporî li xwe bigre.

Bîro xuyakir ku ev vestîval dê bi piştevaniya Rêveberiya Çandî û Hunerî ya Duhokê bê sazkirin û hêvî jî xwast ku ev vestîvale bibe delîveyek bo naskirin û bi hêzkirina peywendiyên navbera Qereçên navçeyê de.

Cihê gotinê ye ku Navenda Aloka ya Çanda Qereça sala 2006ê li bajarê Duhokê hat sazkirin ji bo giringî dan bi aliyên çandî û komelayetî, û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê piştevanî kirin
Top