• Monday, 29 April 2024
logo

Li Kerkûkê termê jinekê di mala wê de hat dîtin

Li Kerkûkê termê jinekê di mala wê de hat dîtin
Termê jineka turkumen di mala wê de ku hatiye fetisandin het dîtin, lê ta niha xuya nebûye ka wê jinê xwe fetisandiye yan kesekî ew fetisandiye.

Li gor daxuyaniyên polîsan xelkê ew agehdarkirine ku bûnek nexweş ji mala wê jinê hatiye, piştî polîsan derê wê malê şkand xuya bû ku ev maweke ew hatiye fetisandin, tê zanîn ku ew jin tenê di wê malê de dijî.

Terim ketibû erdê û benek di stuyê wê de bû pêşkinînê xuyakir ku eve çiwar rojin hatiye fetisandin.

Ew jin ji daykbuya 1961 û berê karmenda kompaniya hêlên petrolê bû û berê sê cara zewicîye.
Top