• Monday, 29 April 2024
logo

Li hewlêrê komek jinan tûşî lêdanê bûn

Li hewlêrê komek jinan tûşî lêdanê bûn
Roja 22-5-2011 li bajarê hewlêrê hin jin bi awayekê kom tûşî lêdanê bûn û doz li dijî hejmarek kesan vekirin.

Di vê barê de rêveberê ragehandina polîsên hewlêrê ji me re xuyakir, S. A. H, ku kabaniya malê ye û şêniya taxê Newroz e, F. X. A, ewjî kabaniye ûşêniya Gowêre ye, E.M.A, xwêndekare û şêniya taxê Newroze, X.S.A, keçe di mala bavê xwe de û xelka Gowêre ye doz li dijî sûcbarên mêr yên bi navê X, C, S, Z, û liser jina bi navê A.Q vekirine.

Ev doz bi sedema lêdana wan jinan hate nivîsîn, ji bal xwe ve dadwerî biryara binçavkirina sûcbaran û ewên doz li ser hatî vekirin dan.
Top