• Monday, 29 April 2024
logo

Li herêma Kurdistanê nêzî 15 hezar zarokan karên giran dikin

Li herêma Kurdistanê nêzî 15 hezar zarokan karên giran dikin
Li Herêma Kurdistanê herç,qas rewşa aborî ji bo hinekan baş bûbe, lê hê beşeke mezin a civakê di nava jarî û hejariyê de dijîn. Zarokên ku dibistanê diqedînin, ji bo debarê û alîkariya malbatê, li gel şert û mercên giran dest bi xebatê dikin. Hinek zarok li ser kolanan, destmal, selpak, benîşt û tiştên destan difiroşin. Hinek zarok jî di karên giran de dixebitin.

Li gor agahiyên Rêxistina Zarokparêzên Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê zêdeyî 14 hezar û 500 zarok karên cuda cuda dikin.

Li bajêrê Hewlêr, Silêmanî û Dihokê jî heman dîmen li ber çavan in. Kesên ku tevlî karwanê betalan bûne jî jiber neçariyê benîşt, kêk, pêlavan boyax dikin an jî tiştekî wiha difroşin ku debara xwe bikin. Lê berdewam polîs rê li wan zarokan digirin daku kar li ser cadan nekin.

Rûdaw
Top