• Sunday, 28 April 2024
logo

Du bira di yek dem de bi çeqûçî hatin kuştin

Du bira di yek dem de bi çeqûçî hatin kuştin
Li bajarê Kerkûkê termê dû bira di malekê de tên dîtin, Rêveberê Binkeya Polîsên Azadî Komîser Bêstûn Mihemed jî dibêje dibe ku ew herdû ciwan li ser pirsgirêkên civakî hatibin kuştin.

Derbarê bûyerê de Bêstûn Mihemed agahî dan Rûdawê û got: ''Îro destê sibehê termê dû bira di nav malekê de li taxa Musella ya bajarê Kerkûkê hatin dîtin. Navê wan jî Semah Ebdulwehab, û Salim Ebdulwehab e. Herdû bira bi çakuç hatine kuştin, di midbexa malê de jî paşmayên xwarinê hebûn û tê gumankirin berî bên kuştin hatibin bêhişkirin, ji ber di nav malê de tenê termê wan herdû bira hebû û kesekî din lê nebû.''

Komîser Bêstûn Mihemed wiha axifî: ''Berî niha li ser pirsgirêkeke civakî li binkeyê polîs ê Qerehencîr wek şahid doza yasayî li ser wan herdû bira hatiye tomarkirin, loma wiha dixwiye ku li ser pirsgirêkên civakî hatibin kuştin.''

Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Termê wan herdû birayên ku hatine kuştin bo pizîşkê dadwerî hatine şandin û li gor raporta pizîşkî piştî saet 12ê şevê hatine kuştin, herwiha dê xwarina wan jî bê pişkinîn, lê heta niha nayê zanîn tu jehr di nav xwarina wan de heye yan na, derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam e.''

Rûdaw
Top