• Thursday, 02 May 2024
logo

kovara “Lessentiel”a Firensî: “Geşeya H.kurdistanê, geşeya têşkepilingekîye li çiyayên rojhelata naverast”

Gulan Media October 21, 2012 Raport
kovara “Lessentiel”a Firensî: “Geşeya H.kurdistanê, geşeya têşkepilingekîye li çiyayên rojhelata naverast”
((Rêveberiya Herêma Kurdistanê di çarçovê dîplomasiyeke bê wêne de, yekem ezmûna xwerêvebirinê bo gelê Kurdistanê rewakiriye, ev herême di heyama 20 salên borî de, paş vekêşana damûdezgeh û sopayê Iraqê, di nav jîngehek ciyosyasî ya aloz de, modêlek nû ya bunyatnana dewletê piyadekir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di goşa kurd de wek berhema çendîn sedsalan ji têkoşîn û qurbanî danê tê temaşekirin.

Heger em ji aliyê aborî ve hevberkirinekê di navbera dewletên hevşêwê hev bikin, weha Herêma Kurdistanê ji ber ku herêmek xwesere û hên nebûye dewlet, rewşek pir ne asayî a geşeya aborî nîşandide, ji ber ku di heyama çend salên kêm yên borî de zêdetir ji 50 bank bo karûbarên bazirganî di vê herêmê de hatine vekirin, ev jî di qunaxekê de ku hên jî ev herême bê sîstemeke diravî aborî ya giştgîr e.

Li gor destûra Iraqê siyaseta nextî û diravî li bexdayê biryar li derbarê tê dan, ev jî vê watayê dide ku Herêma Kurdistanê ew şiyan tuneye ku sîstema dilnyayî ya xwe hebe, yan bibe endam di çi dezgehên diravî de li cîhanê, belê sererayî hindê dema em seyrî liva bazirganî dikin, em hest dikin ku Kurdistan di rewşa aboriyeke baş de ye, em dikarin bêjin di qunaxa geşekirinê de ye, geşekirinek wek geşeya têşkepilingekî ye li çiyayên rojhelata naverast.

Kovara Lessentile ku yeke ji kovarên diyar û naskirî yên Firensa û giringiyê bi pirsên nêvdewletî dide û ofîsa wê ya serekî li Parîsê ye, bi her sê zimanên (Firensî û Îngilîzî û Rûsî) bi sedan hezar jimare jê tên çapkirin û li seranserî cîhanê belavdibe, vê kovarê di dawî jimara meha 9 û 10 ya vê salê de, raporteka taybet li ser Herêma Kurdistanê belav kiriye û bi hevdîtineke taybet bi berêz Maûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê re dest pêkiriye û bi tekez kirin li ser perepêdana geştiyarî li Kurdistanê bi dawî hatiye, ji kojmê 100 laperên kovarê, ji bilî ku bergê kovarê bo vê raportê hatiye terxankirin û wêneya serokê Herêma Kurdistanê bi mezinî hatiye danan, di heman dem de 43 laper jî ji bo vê raportê hatine terxan kirin û çendîn babetên curbecur bi xwe ve girtine ku bêktên ji:
(hevdîtina bi serok Barzanî re, vedîtina cewherê rojhelata naverast, Mesûd Barzanî, jiyan di rêya xizmetkirina Kurdistanê de, Kurdistan û Iraq li ser lêwara kêrê, Kurdistana Iraqê, rêya berev biryardana çarenivîsê, Kurdistan xwe banghêşt dike ji bo cejna eqlîmî, aborî: geşekirina neteweyekî, kêşa li ser neftê, civakeka vekirî bo zanyariyan, Hewlêr: paytexta yekgirtina ji bo pêşerojê, tekezkirina li ser geştiyariyê).

Milletek Li Hêviya Xewneka 500 Salî

Bergê ev jimara Lessentel ê ku hatiye terxankirin ji bo wêneyek mezin ya berêz Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, li jêr wêneyê manşêtek hatiye nivîsandin (demokratek jiyana xwe ji bo çespandina aştî û perepêdanê terxan kiriye) ev bi xwe jî peyameke ku ev seroke her gavekê bavêje û her biryarekê bide, hemû di xizmeta aştî û perepêdana temam navîçeyê de ye, ev kovar e dixweze vê çendê bi cîhanê ragehîne, ku Barzanî dema dixweze milletê xwe bi serbilindî bijî û xudan kiyan û serxwebûna xwe be, ew dewleta ku ew dixweze, dibe hevêna aştî û perepêdanê li navçeyê û li ser astê nêvdewletî jî, kovarê ji bilî ku hevdîtinek taybeta ferehalî bi serokê Herêma Kurdistanê re encam daye, belê li nav raporta taybet de babetek giring ji bo xwendina kovarê bi xwe bo kesayetiya serokê Herêma Kurdistanê bi navnîşana (Mesûd Barzanî…jiyan di rêya xizmetkirina Kurdistanê de) belavkiriye û di vê babetê de, bas li wê çendê dike ku paş helbijartina wî ji aliyê xelkê Kurdistanê ve, serok Barzanî jimarek tiştên nû kiriye karnama xwe, di nav de hewldan ji bo vekirina dergehên Herêma Kurdistanê ji bo weberhênanê, ferekirina hevkariyê bi hêzên derve re û hewildan ji bo peydakirina jêderên curbecur yên aborî bo herêmê, ev hemî di demekê de bû ku bi eşkereyî berengariye deshelata takrewayî ya Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqê dikir. Kovarê sebaret bi ew asteng û kêşên rastî serokê Herêma Kurdistanê tên bo parastina ew perepêdan û pêşketina li Herêma Kurdistanê hatiye bidestveanîn, amaje bi wê kiriye ku hên kêşa navçeyên veqetayî ji herêma Kurdistanê ( Kerkûk û navçeyên din) bi bêçareserî mane, ev jî bûye egerê hinek din jî peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê berev alozbûnê ve biçin, herweha miştûmireka tûj di bara morkirina girêbestên neftî li gel kompaniyên mezin yên derve ku girêbest bi herêma Kurdistanê re îmze kirine û di heman dem de li Iraqê kardikin. Belê sererayî van hemûyan jî bi piştgirêdan bi ew liva serincrakêş a Herêmê ku xwerêvebirin heye, serok Barzanî dixweze dirêjiyê bi rewta perpêdana jêrxana herêmê daku pirtir xwe ji ezmûna takreayî û baladestiya Bexdayê rizgar bike.

Di beşek dina raporta taybet de û sebaret bi xwesteka serok Barzanî bo damezrandina dewleta Kurdistanê û bidestxistina xewna dîrokî ya gelê Kurdistanê, ku kovar vedigerîne serdemê dabeşkirina Kurdistanê di navbera Sefewî û Osmaniyan de, ew jî dabeşkirina Kurdistanê bû, lewra kovar xwesteka berêz Barzanî bo gehandina gelê Kurdistanê bi qunaxa serfirazî ya yekcarî bi wê girêdide ku Barzanî dixweze ew gavên Kurdan havêtine, venegere paş û parêzkariyê li wan deskeftana bike û pêngavê berev destketiyên mezin tir bavêje, di vê çarçovê de kovara Lessentiel bi vî rengî dike rojevê û dinivsîne: (renge serok Barzanî ku germe bo parêzgarî kirin li serxwebûna Kurdistanê di çarçovê Iraqê de, jêderê îlhamê jî bo vê xwestekê ku dewleta Kurdistanê ye, danpêdanên vê dawiyê yên civaka nêvdewletî ye bi jmarek dewletên nû wek Kosovo û başûrê Sûdanê, vê dawiyê serok Barzanî ragehand ku ((di rewta deh salên borî de, guhartinên mezin di cîhanê de rûdane ku bûne egerê hindê xelkekê zor azadî bidestxînin…ji min re ne tiştekî ecêbe heger tiştekî hevşêwe li navçeya me jî rûbide)).

Paş şerê Kendavê yê duyem û li sala 1991ê, xelk û pêşmergeyan serhildan kirin, lê belê serhildan hat serkotkirin û di encam de reva du milyonî hate pêş, karwana yek li du yekî ya koçberan li sinûrên Turkiya û Iraqê ku li şaşa televizyonan dihat pêşandan, bo cara yekê di dîrokê de wîjdana rojava livand û ev bûye egerê ku Neteweyên Yekgirtî biryara 688ê derxîne ku navçeyekê parastî û dijî firînê damezrand, wate bingehê cudabûnê hate danîn..paş 20 salan, niha Herêma Kurdistanê xudan astekê bilind yê otonomiyê ye (xwerêvebirinê) û bûye yarîkerekê serekî di jiyana siyasî ya welêt de. Tu carî Kurdistan hindî niha nêzîk nebûye ji destveanîna dêrîntirîn û kevintirîn xewnên xelkê Kurdistanê ku pêktê ji serxwebûne)).

Di vê bazinê de kovar giringiyeka berçav bi wan pêşketinên siyasî û abûrî daye ku li Kurdistanê hest pê têkirin, herweha tekezê li ser ew geşbûna abûrî ya li herêma Kurdistanê heye, li sala 2010ê bi rêja 8% bû, li sala 2012ê têtexmîn kirin rêjeya berhema xumalî bigehe 12%, lewra bi biştgirêdan bi van amaran û bi nêrîna pisporên banka nêvdewletî karaya abûrî li herêma Kurdistanê li ser astê cîhanê paş Mangoliya bi pileya duyê be, ev jî bi karayeke sersorhênere û ayindeyek mizgînîpexiş dihejmêre, belê kovarê amaje kiriye jî ku heger em bi vî rengî temaşeya ev giyana nû bikin ku piyên xwe çespandiye û çi metirsiyek li ser nemaye, em li wê demê di şaşiyê de diçin ji ber ku çend xalek hene ku erebîn Iraqê ne amadene qebûl bikinyan danpêdanê bi barûdoxê bikin, ji wan:

1- Ta niha Erebên Iraqê – bi taybet Erebên Sune – bi temamî dabeşbûna rasteqîn û bi fîdralîbûna welatê xwe qebol nekirine.

2- Ne amadene ew navçeyên nakokî li ser (veqetiyayî ji Herêma Kurdistanê) çareserbikin û bi ser Herêma Kurdistanê kevin ku ji aliyê dîrokî ve ew navçene beşekin ji Kurdistanê, ev jî ji ber ku ew navçane dewlemendin bi çavkaniyên neftê û bi xalek hestiyar tê hejmartin. Lewra pêdagiriya Kurd an bi Kurdistanî bûna Kerkûkê pir giring e ji bo berevpêşçûn û geşekirina Herêma xwesera Kurdistanê.


Sebaret bi vî alî Kovarê boçûna berpirsê peywendiyên derve yê Parta Demokrata kurdistanê wergirtiye û di vê barê de nivîsiye: ( li gor lêkdana Hêmin Hewramî berpirsê peywendiyên derve yê PDKê, çi tiştekê hevbeş Iraq û Kurdistanê bi hev ve girênade, her ji peywendiyên derve (bo nimûne, helwêsta Kurdistanê bi Civata Niştimaniya Sûriyê re bû) belê Iraq bi rejîma Essed re bû, sebaret bi kêşa çavkaniyên siroştî û rewşa Kerkûkê û navçeyên din, ku li wan navçeyan tenê 13% ji çavkaniyên neftê ya Iraqê pêktîne, ev baştirîn nimûneye ku du boçûnên dijî hev diyar dike, yek serok Barzanî nûneratiyê dike, ku siyaseta wî ew e bigehe rêkeftina gerîn û derxistina neftê bi kompaniyên dervere, boçûna din jî sero wezîrê hikûmeta navendî ya Iraqê berceste dike ku naxweze kurd ev mafê xwe yê destûrî cêbecêbike, ev li demekê de berêz Mesûd Barzanî baweriya wî ew e ku neft û gaz herwek di destûrê de hatiye mulkê hemû Iraqiyane, destûrê bi ronî ew deshelate daye Herêm û parêzgehan daku berpirsyariya wan kêlgehên nû tên vedûtin bigirine stûyê xwe. Herweha serok Barzanî dixweze dahatê neftê ji hemû çavûkaniyan were komkirin û bi yeksanî were dabeşkirin bi ser hemû Iraqiya de. Nûrî Elmalikî jî dixweze deshelateka navendî bi hêz hebe li ser neftê û hemû tişt birêya hikûmeta navendî û wezareta neftê ve were grêdan û ew madên 111ê û 112ê yên destûr piştguhbixe.

Werçerxan Di Kêşa Kurd De Paş Dirustbûna Ezmûna H. Kurdistanê

heger serhildan û koça buhara 1991ê bi biryara hemû gelê Kurdistanê were hejmartin ji bo cêbecêkirina diroşma (Kurdistan yan Neman), li vir di herdu rûdanên serhildan û koça gelê Kurdistanê, gelê kurd bi kiryar ew biryare cêbecê kiriye û carek din ne amadye jêrdest bijî û welatê wî dagîrkirî be, ev biryar ku tenê li beşeke Kurdistanê berî 20 salan hate dan, lewra bingeh bo şiyariyeke neteweyî weha ku qunaxa tariyê di dîrokê de derbazkir û destpêka qunaxek nû ya pirşingdar destpêkir, wê jî omêda li ser ev qunaxa nû peydakir, xweragiriya xelkê û serkirdatiya Herêma Kurdistanê bû ku karîn di heyamê 20 salên borî de sererayî hemû kêmûkasiyan û rûdana şerê navxweyî, belê ev Herêm e bûye kiyanekê xweser a weha ku pir çavdêrên siyasî bi dewletê viyaneviya pênase dikin yan bas dikin, eger ta vir ev nêrînek xumalî be bo ezmûna Herêma Kurdistanê, ji niha û pêda cihê xweşhaliyê ye kuxelkê derve û rojnamevan û vekoler û pispor bi heman nêrîn seyrî Herêma Kurdistanê dikin, di vê barê de kovarê di raporta xwe ya taybet li ser Herêma Kurdistanê tekez li wê çendê kiriye ku kêşa kurd yek ji wan kêşeyên herî gerim û helgirê yasayên nêvdewletî yên modêrin bû di heyama 20 salên borî da. Yek ji beşên Kurdistanê karî serbixweyî ya xwe bidestbixe û ji sala 1992 ve dezgehên Herêma Kurdistanê dabimezrîne, ev dezgeh jî tevî ku ne dezgehên dewletek serbixwe bûn, belê deshelata dewletek xudan serwerî bi destveanî, lêbelê bêyî ku bi fermî mafê biryardana çarenivîsê mumarese bike. Ev delîfe û merca yasayî û siyasî ya bê pêşîne derencamê rewşa dramatîk û rêrewa siyasî û deplomasî ya şerê kendavê ya duyê bû….li gor tiyora yasayî giştî ya nêvdewletî, her dewletek bi qebareyek xudan serwer têdanan ku nayê dabeşkirin, her giropek neteweyî – yan neteweyek – dikarin bibine dewlet heger ev xwest û viyana wan bû, ev ew mafeyê ku bi şêwê teqlîdî dibêjinê ((mafê biryar dana çarenûsê)) û ev jî berê bingehê ya bizava hilweşandina Koloniyalîzim bû ku di nîvê duyê sedsala bîstê de rûda. Belê her çawa be, paş ji hev hilweşîna Yekîtiya Sovêt li destpêka salên nudan de ku 12 dewletên nû serxwebûna xwe bidestxistin, bêyî ku rapirsiyek fermî were encamdan ji bo mumaresekirina mafê biryardana çarenivîsê, têrwanîn di bara wataya mafê biryardana çarenivîsê gorankariyên bingehîn bi ser de hatin.

Her li destpêka sedsala 20ê, Kurd bûne mezintirîn giropa ((Îtnî)) yan ((netewetî)) di cîhanê de ku bê dewletin. Herweha pirsa Kurd ew pirsa teqlîdî azirandiye ku çawa neteweyek dikare di rêrewek ciyopolîtîkî ya aloz de mafê biryardana çarenivîsê bidestxîne, ku sê keltûrên zal li rojhelata nêzîk û naverast pêktîninÊ keltûrî Turk, Ereb û Saris. Herweha pirsa keltûr û nasnameyê di navçeyekê de dazrîne ku bi sanahî jê tênagehin, navçeyek ku keltûrê êlî bi ser de zale.

Paş derbazbûna bîst salan bi ser ezmûna Herêma Kurdistanê li Iraqê (ku rewşeke taybet e), niha xuyaye ku piraniya herî zor a Kurdistaniyan li hemû pêkhatên Herêma xwerêvebir a Kurdistanê bi tundî piştevaniyê li rewta xwe rizgarkirin ji hikûmeta Iraqê dikin, ew peywendiyên kêm yên navbera Bexda û Hewlêrê hene bi taybet di peywendiya bi girêbestên neftî û encam dana rapirsiyê li ser (navçên nakokî li ser(( bûne egerê ku civaka Kurdistanê piştevaniyê li helwêsta serok Barzanî li dijî Bexdayê bikin.

Her ji destpêka sala 2012ê ve, serok Barzanî her derfetek bikaraniye daku wê rastiyê bîne bîra hemû aliyan ku mafê biryardana çarenivîsê (mafekê siruştî yê xelkê ye û bi rêya danûstan û aştiyê tê bi dest xistin), ev helwêste helwêsteke rewa û jîraneye, li gel hindê ku li Hewlêrê nexşerêyek fermî tune ye bo serxwebûna Kurdistanê, belê heger em ji gotara fermî nêzîkbibin, em ê berevpêşçûnê bidestxin. Serok Barzanî û kesên dewirûberî wî zanin her bilezkirinek bo bidestxistina serxwebûnê, xwekuştine. Serokê Herêma Kurdistanê dizane dîrok rewatî û şeriyetê dide Kurdistana Iraqê daku mumareseya mafê biryardana çarenivîsê bike, bi mercekî ku ev mafe bi hestiyarî pilan ji bo werin danîn û bi hêminî û aramî kar li ser were kirin. Bêgoman kêş rewaye, tenê heger ji ber wê be ku kurd û neteweyên Kurdistanê yên din çendîn sedsalin li jêr zora srkotkariyê de bûne.

Sebaret bi wê çendê jî gelo dê Kurd çawa bikare nexşerêyekî bo gav avêtin berev serxwebûnê peyrewbike, kovar weha dibîne ku ew nexşeye pêwîstî bi gavavêtina Kurd e bo daku bikare belgehên temam li ber dest be daku bikare di vê rê yê de bikarwîne, lewra hewildan bo nasaandina ew tawanên di derheqê Kurd de hatine encamdan ji jînosayd bi gavek jîrane dizane û di vê barê de nivîsandiye: (di rastîda danpêdana nêvdewletî bi ew tawanên Seddam Husên û rejîma wî li dijî rûniştvanên Kurdistanê encamdane, beşeka mezina barê Hewlêrê radike ji bo palpiştiya mumareseya mafê rewayê biryardana çarenûsê)).

Hewlên Barzanî Bo Birîna Girêyên Yasayî û Siyasî

Birêz Mesûd Barzanî di hevdîtina taybet a li gel kovara Lessentiel amaje bi wê çendê dike, ku lewa xwesta wî ew bû ku rastewxo ji aliyê gelê Kurdistanê ve deng bi wî bêdan daku baweriya gelê xwe bi serokatiya xwe bizane, li gor encamê helbijartinên Temoza sala 2009ê zêdetir ji 70% xelkê Kurdistanê bawerî dane berêz Mesûd Barzanî daku di vî qunaxî de bi serokê Kurdistanê be, belê xala ji vê giringtir ew e ku li gor encama rêfrandoma nefermî ya Kurdistanê li sala 2005ê hatî encamdan nêzîkî 99-100% xelkê Kurdistanê dengê xwe dane serxwwebûna Kurdistanê, ew jî vê watayê dide ku serokê helbijartiyê Kurdistanê di yekem pêngava xwe de bo bersivdana xwasta xelkê xwe, ew diyar kir ku yan gereke neteweya wî azad û serbixwe be di çarçovê Iraq û li gor ew mafên di destûra Iraqê de jêre hatiye diyarkirin, yan jî wê biryarê cêbecêke bike ku neteweya wî dide, lewra di herdu rewşan de Barzanî dikeve hember duryanekê:

1- Serok Barzanî hemû hewlên xwe bikarbîne daku destûra Iraqê ku li sala 2005ê deng li ser hatî dan û bikêmasî daxwaziyên gelê Kurdistanê cêbecêdike û tenya rêye ku gelê Kurdistanê wek beşek ji Iraqê bimîne.

2- Yan jî serok Barzanî di rewşa binpêkirina destûrê de li pê elternatîvên din bigere û hewlbide delîfeyê xweşbike daku gelê Kurdistanê bikare biryara çarenivîsa xwe bidee. Wate ev arasteye ji me re dibêje ku serok Barzanî heta heta nikare gelê xwe razîbike ku li hember wê duryanê bimîne, belku yan gereke destûr were cêbecêkirin û Iraq bibe dewleteke federal û demokrat û ferehî û perlemanî, yan jî li wê demê gereke civaka nêvdewletî ji wê rastiyê tê bigehe ku gelê Kurdistanê carek din welatîbûna astê duyemîn û jêr dest qebolnakeû amadeye biryara xwe bide, vêca her çi dibe bila bibe.


Sebaret bi ev waqie ku tîmê kovara Lessentiel bi xwe li Kurdistanê dîtine, hewlên niha yên serok Mesûd Barzanî bi hewlên Eskenderê Mezin diçûwênin ku dixwaze herçawa be ew girêkên siyasî yasayî derbazke ku bûne rêgir li hember gelê Kurdistanê bo biryardan li ser çarenivîsa xwe, di vê barê de nivîsandiye: (bi şûnpêhilgirtina Eskenderê Mezin, renge Mesûd Barzanî mijûlî tûjkirina kêra xwe be daku li demê guncayî de ev girêka yasayî û siyasî bibire).

Herweha di dirêjiya raportê de hatiye (li sala 1920ê – nêzî sedsalekê berî niha – di peymannama Sîver de belêna Kurdistaneka xudan serwerî bi Kurd an hate dan, ji wê demê ve, Kurdistan fêrî wê wanê bûye ku hertim peymanname wê kaxezê nahînin ku li ser nivêsandine. Çûnkî li sala 1923yê, anku sê salan paş peymannama Sîver û 64 salan jî berî ku Seddam Husên fermana gazbarankirina Helebçe bide, hêza esmanî ya Berîtanî – bombeyên kîmyayî ser Kurdistanê de barandin, ew jî daku omêda dirustbûna neteweyek serbixwe lawaz bike. Di piştevanîkirina vê stratîjîyetê de, Wêniston Çerçel ev çend peyvên heleşeyî bilêvkirin: ((ez ji wê dudiliyê tênagêm ku di bara bikaranîna xazê de heye. (….) ez bi rijdî piştevaniyê li bikaranîna gaza jehrawî dikim li dijî xêle ne medeniyekan.))

Li vir kovar ji me re dibêje ew a di destûra Iraqê de hatiye, heger lojîka serokekî wek Barzanî ne li pişt be û piştevaniyê li cêbecêkirina bendên nav wî destûrî neke, wê demê ew destûre jî wê kaxezê nahîne ew a ku destûr li ser hatî nivîsandin.

Firensa û Kurd

Ji ber ku Sîver bajarekê Firensî ye û ew peymanname têde hatibû morkirin û maf dida Kurd ku dewletek serbixwe hebe, ji vê jî giringtir di dîroka nû de ji ber ku carek din û li destpêka salên nuda ji sedsalê borî serok Firanso Mîtran û xanim Danyal Mîtran rolekê giring dîtin ji bo derxistina biryara 688ê ku paş peymannama Sîvir bi giringtirîn biryara nêvdewletî bo Kurd tê hejmartin, weha hemû dema nêrîna Kurd ji Firensa re nêrînek pozetîv e û Kurd Firensa bi dostê xwe zane, sebaret bi peywendiyên navbera Kurd û Firensa Kovar bi vî rengî amajê pêdike: (Mesûd Barzanî, Firensa wek yek ji dewletên degmen bas dike ku hertim dilsoz bûye bo Kurd. Serokê Herêma Kurdistanê bi peroş û şanazî bas li peywendiyên ((taybet)) dike li gel Mîtran de, ku bi rêya wê li destpêka salên nudan kêşa Kurd li ser astê nêvdewletî berevpêş çû. Li sala 1993ê, wezîrê derve yê Firensa Ronald Damos belên da ku ((kêşa Kurd wê bi be kêşeyeke girig û buhadar li layê Firensa)). Herweha li serdemê Nîkola Sarkozî jî pirên giring di navbera Parîs û Hewlêrê de hatin danîn, bi taybet dema Bêrnard Koşner wezîrê derve bû. Li sala 2010ê, serok Barzanû ji aliyê serok Sarkozî ve li Parîsê hat pêşwazîkirin, ew jî wek yekemîn seredana fermî wek Serokê Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê ew rastiye danaye berçav ku pêwîstiya wê bi piştevaniyên giran û dostê bawer pêkirî heye, daku bizava biryardana çarenivîsê çend di şiyan de be piştevanî lê bê kirin. Herêma Kurdistanê bihêvîye Firensa perda şanoyê di pirosa serxwebûna Kurdistanê de veke)).

Kurdistanê Pêdivîyên Dewletê Amadekiriye

Di siyaseta hevçerxa nêvdewletî de, têgeha dewletê hineg gorankarî bi ser de hatiye, raste her neteweyekê mafê xweye dewletek serbixwe hebe, belê civaka nêvdewletî bi egerên cuda cuda pir caran vî mafî bo hinek netewe rewa nabîne yan ji wan e heger çend neteweyek bikarin di çarçovê dewletekê de bi hevre bijîn baştire ji ku her neteweyek dewletekê xwe hebe û destkariya sinûran were kirin, bi taybet ji bo navçeyeka wek rojhelata naverast ku destkarîkirina sinûran wek taboyeke pir metirsîdar tê temaşekirin, di nav ev jêngeha ciyosiyasî ya pir aloz de karekê ji rade derketî girantire ku gav were avêtin bo damezrandina dewletek serbixwe, lewra ezmûna 20 salî ya Herêma Kurdistanê anku bo heyamê 11 salan wek dewletek emrî waqi û paş roxana rejîma berê ya Iraqê bi biryardan li ser bihevre jiyana arezomendane di çarçovê dewleta Iraqa Federal, çi nemaye hêdî hêdî civaka nêvdewletî berev wê qenaetê ve dibe ku gelê Kurdistan li Iraq û li perçên din ên Kurdistanê jî dixweze bi giyanê bihevre jiyana birayane û arezomendane li ser xaka xwe bijî û herweha gelê Kurdistanê bawerî bi wê heye ku gereke neteweyên cuda cuda hevkarê hevbin daku rewtê berev pêşçûna perepêdan û pêşketinê berdewam beû hemû aliyek sûdmendbin, wek çawa niha neteweyên nav federasyona Yekîtiya Ewropa geheştine wê baweriyê ku dijminatiya navbera neteweyan dawî pê bê û bi hev re di çarçovê federasyonekê de bihevrebijîn, belê mixabin heta niha ev nêrîn û baweriye li nav neteweyên rojhelata naverast li hember Kurd û çareseriya kêşa Kurd dirust nebûye, çêdibe berê dewletên dagîrkerên Kurdistnê hewildabin bi şêweyên cuda cuda gelê Kurd wek gelekî ne şaristanî li pêş civaka nêvdewletî wênebikin, belê di heyama 20 salên borî bi taybet paş 2003yê gelê Kurdistanê ji cîhanê re selimand eger delîfe li pêşê were vekirin û hevkariya wan bê kirin di şiyana wan de heye ezmûnekê pêşkêş bike ku dewlet li ser bingeha têgeha dewletê hevçerx û pirosa binyatnana netewe û hikûmraniya baş bonyatdane, her li ser vê binemayê jî Kovar hatiye aliyê cuda cuda yên têgeha dewleta hevçerx li ser Herêma Kurdistanê piyadekiriye, di raporta taybet de, bi navûnîşana taybet bi biwarê aborî û weberhênanê û sîstema bankî û perepêdana kerta geştiyarî bas kiriye, herweha nêrîna pêşerojî ya serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wî rengî berceste kiriye ku serokatiya Herêmê û serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji giringiya tenahiya siyasî û ewlehiya Kurdistanê têdigehin, ji ber ku heznakin jêderê serekî dahata Kurdistanê tenê neft be, belku hewildane ku jêderên dahatê yên hemecurbo herêm peydabikin, ew jî weberhênana di hemû biwaran de, bi pêşesazî kirina geştiyarê, ev aliyên ku Kovar helwêst li ser kirine û şahid danaye ser serketina çîroka bonyatnana neteweyê yeli Kurdistanê, neteweyek ku bikare di piroseya bonyatnana neteweyê de serketî be, hêjayî hindê yeku xudan dewletê serbixwe yê xwe be.

Nasandina ÇêlkePilingên Çiyayên Rojhelata Naverast

Bikaranîna peyva piling ji bo geşeya aborî ya bilez, berê ji bo ew geşeya aborî ya bilez li dewletên rojhelata Asiya (Japon, Sengafora, Koriya Başur û Taywan) bikarhatiye, van dewleta bi geşeya aborî ya bilez hemû cîhan sersamkir, lewra nav lêkirin welatê Pilingên Asiya, Kovara Lessentiel, ku babetek bi navûnîşana vedîtina cewherê rojhelata naverast, ew cewherê ku xudanê du çavkaniyên siruştî yên giringe ku ew jî (Av û Petol)in li gel ew geşeya aborî ya bilez ku li ser astê cîhanê bi pile du tê, serenca xwendevanan bo wê radikêşe ku ev geşeye wekî geşeya çêlkepilingekî ye ku li nav çîyayên rojhelata naverast derdikeve, ku nav jî lêkiriye çêlkepiling ji ber ku astê geşeya aborî hindî bileze û di hinek halet de ne pir rêkxistî û sîstmatîk e, wek bi xwe amaje pêkirine, hên bi temamî piyên ev neteweyê nû neçespiye û pêwîstî bi zêdetir çespandinê heye, wate çêlikepiling bibe bilingekî temam, Herêma Kurdistanê heger di vê qunaxê de li gor nêrîna rojava were pêşbînî kirin, wê bibe pilingek li nav çiyayên rojhelata naverast, weha aşkereye ku ev amaje bi şêweyekî mecaziye bo wê ye ku ew pilinge ji çiyayên Kurdistanê û li ser astê aborî û bazirganî û pêşketinê serkirdatiya pirosa perepêdana temama rojhelata naverast bike, ev nasandine jî bo cîhanê di her haletekê de be, amajeya xwe amadekirin bo ragehandina rûdanek giring e, ku li layê gelê Kurdistanê çi rûdanek ji biryardana çarenivîsê giring tir nabe.

Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo
Top