• Monday, 29 April 2024
logo

Dayika sê zarokan Necîbe xwe şewitand

Dayika sê zarokan Necîbe xwe şewitand
Necîbe timî şîret li jin û keçên taxa xwe dikir ku zindîwerek bi êş jî neşewitênin û ji bo roja dawî neyên cezakirin. Lê wê agir berda bedena xwe û 3’ê zarokên xwe di cih de hêla. Xwişka Necîbe, Estî dibêjî: “Necîbe xwe kir qûrbanê parastina rûmeta xwe.”

Roja 18.04.2011’an li taxa Raperîn a navçeya Ranye jinek bi navê Necîbe Mihemed (30) agir berda bedena xwe. Piştî 9 rojan li nexweşxaneyê ma, jiyana xwe ji dest da. Li pişt xwe jî 3’ê zarokên bi navê Şaho, Şano û Şahîn hêla. Necîbe berê di nava bazara Ranya de karê terzîtiyê dikir.

Xwişka Necîbe ya mezin Estî Mihemed (33) behsa çawan zewicîna xwişka xwe kir û got: “Gelek kesan daxwaz jê kir ku li gel bizewice, lê razî nebû. Heya herî dawî kurek bi navê Şemal çend caran rêya wê girt, wê jî ji tirsa heya çûnê jêre gotibû, eger tû rast dikî were min bixwaze.”

Tevî ku binemala Necîbe bi vê şûkirinê razî nebûn, “Ji ber pirs ji malbata me kir û ne bi dilê wan bû.” Gelek hewl didin ku Necîbe li gel Şemal ne zewice, lê ew li ser zewaca li gel wî berdewam bû. Lewra 27.07.2006’an mar kir û 20’ê Îlona heman salê jî vegûhest.

Hê jî di meha yekem a zewacê de di malê de pirsgirêk çêbûn, Estî dibêje: “Piştî 3’ê rojan dema xizmên me hatin, gotin Necîbe diltenge. Dema ez çûm, got; ez nexweşim. Piştî çend rojan hat û got, me mûzlixa avê nîne û bi bîdonan avê ji nav bermîlê vale dikim. Me jêre kirî. Her despêkê rastî pirsgirêkan hat, ji ber hevserê wê sibehê derdiket derve û bêyî ti karekê bike. Dema dihat jî naz li ser dikir.”

Wekî Estî behs dike problema Şemal a li gel Necîbe “Dilpîsî” bû; “Nehêla êdî karê terzîtiyê bike. Gelek dilpîsî lê dikir û rê ne dida biçe mala xizmên xwe ku çend metreyan jê dûr bûn. Şemal gelek caran bê sedem li Necîbe daye. Ji ber vê yekê jî me çend caran Necîbe aniye, lê her carê komek mirov rêdikir û heya em Necîbe rêkin.”

Estî tê ser mijara xwe şewitandina xwişka xwe û dibêje: “Rojek berî xwe bişewitêne hat û daxwaza 60 hezar dînar kir. Got, kesek ji bo wergirtina arîkariyê bûye kefîlê me, pêwîste em 250 hezar dînar bidinê. Necîbe got, 600 hezar li gel me bû, lê hevserê wê timî bê pere bû, lewra dibe ku li ser wî pereyî problem durûst bûyîbe. Dema şewitî ji me re negot û biribûn nexweşxaneyê. Dema ez çûm nexweşxaneyê min dît ser û çavê wê şewitî bû û ji sedî 43’ê laşê wê şewitî bû, lê ji ber ku qelew bû birîna wê di nav de bû.”

Estî, Şemal wekî sedema xwe şewitandina xwişka xwe datîne û dibêje; Necîbe timî arîkariya wî dikir û digot: “xwedî hevserê min nehêle, wî ez kuştim.” Necîbe şikayîta xwe li gel Estê kiriye û jêre gotiye; “Berî xwe bişewitênim li min da. Ji ber ku min jêre got karekê bike û êdî mûçeya pêşmergetiya xwe vale nede.”

Li gor gotinên Estî, ew tekane kese ku herî zêde derbarê xwişka xwe de xwedî zanyarî û heya jiyana xwe ji dest dayî, li nexweşxaneyê li gel Necîbe bû. Ew dibêje: “Xwişka min bû qûrbanê eyb û heya çûyînê, ji ber wê ji tirsa heya çûyînê li gel wî kurî zewicî. Her ji ber heya çûnê jî nexwest bibe jinebî û xwe telaq bide.” Niha xizmên Necîbe doz li ser Şemal vekirîne û Estî dibêje: “Pir bi bê wijdanî mamele li gel xwişka min dikir.”

Rêveberê Nivîsîngeha Nehiştina Şiddeta li Dijî Jinan a li Ranye, Raîd Hesen Xoşnaw derbarê xwe şewitandina Necîbe de ji Rûdawê re got: “Vê jinê xwe şewitandiye û dosyeyek taybet ji bo wê hatiye vekirin. Bi armanca gihiştina rastiyan, lêkolîn li ser dosyeya wê berdewame.”

Rêveberê Nivîsîngeha Nehiştina Şiddeta li Dijî Jinan li Ranye Raîd Hesen Xoşnaw derbarê xwe şewitandina Necîbe de ji Rûdawê re got: “Wê jinê xwe şewitandiye û dosyeyek taybet jêre hatiye vekirin. Bi armanca gihiştina rastiyan lêkolîn li ser dosyeya wê berdewame.”

Wesyeta Necîbe ya dawî ew bû zarokên wê li mala xezûrê wê nemêne û Estî dibêje: “Niha zarok li mala xezûrê Necîbe ne, lê ji ber wesyeta wê, dibe ku em zarokên wê bibin rêxistinek a zarokan.” Rûdaw
Top