• Monday, 06 May 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê 89 rewşên AİDSê hatine tomarkirin

Li Herêma Kurdistanê 89 rewşên AİDSê hatine tomarkirin
Wezareta Tendirûstî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku heta niha 89 nexweşên ku vîrûsa AİDSê bi wan re heye li Kurdistanê hatine tomarkirin û got: ‘’Ji wan 89 kesan 18 Kurd in û yên din jî biyanî ne û bo welatên wan hatine şandin.

Wezareta Tendirûstî derbarê jimara dawî ya nexweşên AİDSê de li Herêma Kurdistanê daxwiyaniyek da. Di daxwiyaniyê de behsa wê yekê tê kirin ku ji sala 1986 heta 1991 tenê dû nexweşên AİDSê hatine tomarkirin ku yek ji wan Kurd û yê din jî biyanî bû, lê heta niha ew jimara han gehiştiye 89 kesan; 18 ji wan xelkê Herêma Kurdistanê ne û 71 kesên din jî biyanî ne, piştî hatine pişkinîn bo welatên wan hatine şandin.

Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê derbarê AİDSê de dibêje: ‘’Heta niha li Herêma Kurdistanê ji ber nexweşiya AİDSê sê welatiyan jiyana xwe ji dest dane, di salên 2007, 2009 û 2010an de.’’

Di vê derbarê de Berpirsê Ragehandina Wezareta Tendirûstî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ji rojnama Rûdawê re got: ‘’Ji wan 18 kesên vîrusa nexweşiya AİDSê bi wan re heye û daniştvanên Herêma Kurdistanê ne, 3 ji wan mirine û yek ji wan jî niha li derveyê welat e, 14 kesên din jî li sê parêzgehên Herêma Kurdistanê dijîn.’’

Dr. Xalis axaftina xwe wiha bi dawî anî: ‘’Mehane ew 14 kes tên tedawî kirin û karên pêwist tên kirin, heta niha negehiştine rewşa ku bi tevahî bi nexweşiya AİDSê bikevin, tenê vîrus gihaye wan û tu metirsiya wan bo ser xelkên din tune.’’
Rûdaw
Top