Karmendeka televizyona Kurdistan TV li Duhokê xwe şewitand
Jêder aşkere kir, roja pêncşemê karmendeka jin ya Kurdistan TV xwe şewitand. Diktor dibêjin radeyê şewitandinê %75 e.
Li gor agahiyan, sedemê vê şewitandinê jî eve; Jin xwestiye ku li Hewlêrê jiyan bike, lê mêrê wê nehîştiye ku ew biçe hewlêrê, Ji ber vê sedemê şer di navbera wan de derketiye û pişt re jina bi navê A.N ku 30-35 salî ye û xwediyê du zaroka ye xwe şewitand.
(avestakurd)