• Monday, 06 May 2024
logo

Geşaw bi demanca hevserê xwe jiyana xwe ji dest da

Gulan Media February 9, 2011 Civakî
Geşaw bi demanca hevserê xwe jiyana xwe ji dest da
Geşaw Silêman Hemedemîn (17) di bûyereke nediyar a di nava malê de jiyana xwe ji dest da. Li ser wê bûyerê hevserê Geşaw, xesû, xezur û 3ê tiyên wê, 2 meh û 17 rojan hatine girtin. Ev kesane bi kefaleta 15 milyon dînar hatine azadkirin. Lê hê nehatiye eşkere kirin ku Geşaw hatiye kuştin yan xwe kuştiye.

Piştî dû sal têkiliyên evîndariyê yên navbera Dilovan û Geşaw, roja 13.03.2010an diçin nav jiyana hevseriyê. Herçendî despêkê bavê Geşaw bi vê hevseriyê ne razî bû, lê Geşaw ji bo ligel Dilovan bizewice berdewam pêdagirî dikir. Bavê Geşaw, Silêman Hemedemîn dibêje: “Sê caran hatin xwestina keça min, min nedixwest keça xwe bidim malbateke ku pirsgirêkên wan hene. Lê keça min pêdagir bû ligel Dilovan bizewice, min jî jê re got; daxwaza te ye, lê tê piştre poşman bibî.”

Dilovan bi vê sermaya zivistanê kirasek çeng kurt ê reş li xwe kiribû, behsa jiyana xwe û hevsera xwe dikir. Dilovan got: “Ez ne di wê baweriyê de me ti jin û mêrek wek me bi hev re dilxweş bûbin. Me hewqasî ji hev hez dikir û me xêzanên hev ji bîr kiribûn.” Lê Dilovan ne veşart ku hinek caran problemên wan hebûn; “Em hinek caran ji hev dixeyidîn, lê her demkî bû û aram dibûn.”

Êvara 06.09.2010an dengê guleyekê ji mala Geşaw û Dilovan hat û mirovên li wê taxê hatin ser kolanê. Her zû nûçeya mirina Geşaw bi gûleya Dilovan li hemû taxê belav bû. Lê heta niha ji polîsan re eşkere nebûye ka Geşaw hatiye kuştin yan xwe kuştiye.

Bavê Geşaw, Silêman Hemedemîn li Soran serpereştyarê perwerdê ye. Gûmana wî li ser wê yekê heye ku keça wî hatibe kuştin ne ku xwe kuştibe. Navbirî zavayê xwe bi kuştina wê gunehbar dike û didomîne: “Ji ber veşartina tawan, keça min nebirine nexweşxanê, heta bi tevahî zimanê wê rawestaya ye da sedema bûyerê ji polîsan re eşkere neke. Piştre jî pismamekî Dilovan, keça min biriye nexweşxanê û kes ligel neçûne. Geşaw demeke kurt li nexweşxanê maye û jiyana xwe ji dest daye. Piştî bûyerê bi dû saetan polîsan em agehdar kirin.”

Lê Dilovan gotinên xezurê xwe red dike û dibêje: “Piştî bûyerê min Geşaw hembêz kir û ji birayê xwe Îbrahîm re got wê bighîne nexweşxanê. Piştre jî em hemû çûn nexweşxanê û me ew jî zû agehdar kirin. Lê ew bi xwe dereng hatin nexweşxanê.”

Bavê Geşaw li ser wê yekê pêdagir e ku keça wî ji aliyê Dilovan ve hatiye kuştin; “Li gor lêkolîna polîsan zêdeyî dû gûleyan hatine teqandin, yek ji wan li ber singa Geşaw ketiye û gûle ji dûrahiya sê gavan hatine teqandin. Li gor lêkolînê, bûyer ne hewldana xwekûştinê ye.” Bi baweriya bavê Geşaw belgeyeke din îspat dike ku Geşaw hatiye kuştin û ew jî ew e ku daxwaza aştiyê dikin; “Dibêjin, em ê 40 hezar dolar bidin û bi me re lihev were.. Baş e ger keça min ne kuştibin, çima daxwaza aştiyê dikin. Lê min ev yek red kiriye û min ji wan re gotiye, ger keça min xwe kuştiye, bizanin çima xwe kuştiye? Eger hatiye kuştin jî, çima?”

Niha Dilovan bi kefaleta 3 milyon dînar hatiye azadkirin û red kir ku destê wî di kuştina hevsera wî de hebe û bûyer bi vî awayî vegot; “Ez li derve bûm, Geşaw li hundir bû. Daxwaza singa mirişkê kir, min jî jêre kirî. Em bi hev re bi amadekirinê ve mijûl bûn û bi pêkenîn ji min re got; Dilo ya rebî mirina min berî ya te be. Ez jî jê xeyidîm û min got, ez careke din wê gotinê nebihîzim.”

Di wê demê de bavê Dilovan tê, otomobîleke nû kiriye û Dilovan jî bi otomobîla bavê xwe digere. Piştre dema vedigere dibîne ku Geşaw di odeya xwe de digrî; “Min jê pirsî çima tu digrî, bersiv neda. Ez jî jê xeyidîm û min jê re got, de ji xwe re bigrî heta tû ji girî têr dibî.”

Di wê demê de bavê Dilovan daxwazê jê dike ku Geşaw bibe mala bavê wê, ew jî jêre dibêje xwe amade bike. Dilovan dibêje: “Ez di otomobîla bavê xwe de rawestiyabûm û li benda Geşaw bûm. Telefon da min û bi girî got, Dilovan bi xatirê te. Ez jî vegeriyam odê û min jê re got, te hê xwe negûhertiye. Wê jî got, ez ê niha xwe biguherim. Ez çend gavan ji odê dûr ketim, dengê gûleyekê hat. Dema ez vegeriyam, min dît derî li ser xwe girtiye. Dema min dergeh şikand, min dît ketiye erdê û gûleyek li ser dilê xwe dabû.”

Dilovan pêdagiriyê li ser wê yekê dike ku Geşaw bi xwe, xwe kûştiye. Ji bo vê yekê jî nivîsîna li ser selpakê wek mînak tîne qaşo Geşaw berî kuştinê ji Dilovan re nivîsandiye; Bi xatirê te Dilovan, min ji bîr neke, ez te ji bîr nakim. Helbestek li pey xwe hiştiye û li ser bavê xwe nivîsandiye.’’

Dilovan li Rêveberiya Nehiştina Tawanan a Soran ji polîs re dibêje: “Çawa destê mirov diçe kuştina kesa herî zêde jê hez bike, ji ber vê yekê ne ras te min hevsera xwe kuştibe. Min di jiyana xwe de tenê şeqamek lê daye.”

Bavê Geşaw wê nameyê û parçeya helbestan a qaşo berî xwe bikûje ji bo hevserê xwe Dilovan nivîsandiye, wek senaryo wesif dike û dirêjî bi axaftina xwe dide: “Dixwazin kuştina keça min winda bikin. Xwediya rast a wê helbestê jî keçek hevala Geşaw e û berî demekê ji Geşaw re şandiye. Ew keç çûye dadgehê û sond jî xwariye.”

Roja 25.01.2011an bi biryara dadwer her 6 kesên xêzana Dilovan bi kefaleta 15 milyon dînar hatin azadkirin. Bavê Geşaw bi azadkirina wan matmayî maye; “Ew gûnehbar in û li gor madeya 406 hatibûn girtin. Ew made bi kuştinê ve girêdayî ye û heta dadgeha wan xelas nebe, bi kefaletan nayên azadkirin. Lê wan ew made gûherîne bo madeya 405 û li gor wê madeyê gûnehbar bi pere û bi kefalet azad kirine.”

Gûmana wî li ser dosya keça wî ya li rêveberiya Soran heye; “Ez hest bi wê yekê dikim ku li vî bajarî hinek kes ji yasayê bilindtirin û destê wan dirêjtire.” Ji ber vê yekê daxwaz dike ku dosya keça wê ji bo dadgeha Hewlêrê bê vegûhestin.

Efserê Rêveberiya Polîsên Soran ê Lêkolînê Şehên Şukrî Hemo di vê derbarê de dibêje: “Li gor testên despêkê yên pizîşkê dadwer, gûleyek li singa Geşaw ketiye û dûriya wê jî nagihe 3 gavan. Herwiha li gor biryara dadwer komîteyeke lêkolînê hatiye pêkanîn û komîteyê derxistiye holê ku kesek dikare bi vî awayî xwe bikûje. Herwiha dibe ku bê kuştin jî.” (Rûdaw)
Top