• Monday, 06 May 2024
logo

Jinek li serşoyê bi 12 mêran re hat girtin

Gulan Media February 8, 2011 Civakî
Jinek li serşoyê bi 12 mêran re hat girtin
Bi sedema karmendekî asayişê, Amîne hat girtin, lê girtina Amîne hêzên ewlekariyê şaş hiştin, ji ber ew li serşokê bi 12 mêran re hat girtin. Amîne yek ji wan qurbaniyane ku bi destê toreke laşfiroşiyê, çarenûsa wê gihişt zindanê.

Bextreşiyên jiyana Amîneyê sala 1990’an destpê kirin: "Wê demê temenê min 7 sal bûn, bavê min li bazara Silêmaniyê dema hemalî dikir kirîzê li dilê wî xist û mir." Bi mirina bavê wê aramiya mala wan namîne û dayika wê jî piştî demeke kurt bi kanserê dikeve û dimre. Bêkesî û bêxwedîtî Amîne. L. (28) berbi çarenûseke ne diyar ve dibe û ew û bira û xûşkên jê biçûktir diçin ba zirmamê xwe, lê wek behs dike, çîroka wan a tehl û êşên wan li wir zêdetir dibin: "Jinama min nedihişt bi zarokên wê re herim xwendingehê, ez jî digriyam û min dixwest min bişînin xwendinê, lê ez bêdeng dikirin."

Amîne bîranînên tehl ên heyama zaroktiya xwe di hembêza mala mamê wê de bi dilekî şikestî vedibêje: "Ew cejin qet ji bîra min naçe dema temenê min 8 sal bûn. Mamê min cilên xweşik ji zarokên xwe re kirîbûn, lê tiştek ji min re nekirî, ez di bin betaniya xwe derneketim û bê navber digriyam." Amîne nûxuriya dê û bavê xwe bû, li Silêmaniyê jidayik bû û mezin bû: "Herdem diêşiyam, ji ber cudakirina mala mamê min di navbera me û zarokên wan de, loma min hizra jiyana li derveyî vê malê kir."

Haya wê ji xûşk û brayan nema

Navbirî li zindana girtin û guhastina Silêmaniyê yek ji van girtiyane ku kêm kes serdana wê dikin, loma karê ku li ser hat girtin bêkesiya wê hê kûrtir kir.

Li gor gotinên Amîne, sala 2002’an mamê wê dema temenê wê dibe 15 salî, wê bi kotekî dide şivanekî: "Xortekî gêj û bêhiş bû, jê re digotin gêjo. Dû re dev ji şivantiyê berda û hat bajêr û li wir xaniyek kirê girt û em tê de jiyan. Min qet jê hez nekir, kar nedikir û rewşa me xerab bû, neçar bûm hawara xwe bigihînim kesek ku alîkariya me bike. Haya min êdî ji mala mamê min nema, ne jî tiştekî dizanim li ser xûşk û birayên xwe."

Amîne xortekî cîranê xwe bi navê X. nas dike ku bi jin bû û dikana wî hebû: "Min têkilî pê re çêkir, her dema bixwesta yek ser karê xwe bi min dikir." Heta şeva ku ji aliyê polîsan ve hatin girtin, Amîne bawer dikir X. jê hez dike: "Lê ne wisa bû, wî plan danîbû ku min bifiroşe hinek mêrên din."

Piştî xwarina şîva roja 5’î Çileya 2011’an Amîne û X. jivanekê saz dikin: "Cihê ku me diyar kiribû, serşokek bû li kêleka dikana X. wî karê xwe kir û çû, lê pişt re 11 kesên din hatin û hemû heval û nasên wî bûn. Zêde vexwaribûn, hemûyan destdirêjî kirin ser min û ez pir êşandin, êdî hevalekî X. ku asayiş bû hat û bi awayekî nehênî polîs agahdar kirin. Ez û X. saet 11’ê şevê li wir hatin girtin.. Niha ez poşman im."

Xwediyê serşoyê jî seks pê re kiriye

Dema mirov berê xwe dide laşê Amîne, dibîne ku çermê jê hatiye têkdan. Ew bi xwe dibêje, ji ber ku 12 kesan bi hev re dixwestin karê seksî pê re bikin laşê wê wisa bûye. Niha Amîne li Zindana Girtin û Guhastina Silêmaniyê girtî ye û hê nehatiye dadgehkirin: "Ez ê niha bi kefalet bêm azadkirin, lê kes nîne bibe kefîlê min."

Serşoya ku Amîne û 12 mêr tê de hatin girtin, serşoya mêraye. Derbarê awayê derbasbûna vê serşoyê Amîne got: "Xwediyê serşoyê hevalê X. bû, wî jî seks bi min re kir, loma hişt em derbasî serşoya wî bibin."

Berpirsekî Zindana Girtin û Guhastina Silêmaniyê behsa çîroka Amîne dike û dibêje: "Bav û dêya wê mirine û li cem zirmamekî xwe bû û bêkes e. Amîne derewan dike û mêr nekiribû. Berê jî li ser laşfiroşiyê hatibû girtin. Niha jî bi 12 mêran re hatiye girtin."

Her çiqasî çavkaniyeke polîsan dibêje Amîne bi grûpa laşfiroşiyê re bûye, lê ew dibêje: "Tenê têkiliya min bi X. re heb, min ev kar bo peydekirina pereyan dikir û mêrê min guh nedida min." (Rojnama Rûdaw)
Top