• Sunday, 28 April 2024
logo

Pantolê jeans li mamosteyan tê qedexekirin

Gulan Media January 27, 2011 Civakî
Pantolê jeans li mamosteyan tê qedexekirin
Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazê ji mamosteyan dike, di dema dewamê de pantolê jeans li xwe nkin û ji bikaranîna zînet û zêr dûrkevin û cilên modern liber bikin.

Îsmaîl Berzencî Peyvdarê Wezareta Perwerdê ji rojnama Rûdawê re xuyakir ku ev dû hefte ne wan rênmayiyek bi awayê biryar derxistiye, ku çênabe mamoste cilên jeans li xwe kin û ji bikaranîna zînet û zêr dûrkevin û cilên modern li xwe bikin, da li gel rewşa perwerdê biguncin.

Berzencî herwiha got: ‘’Dibistan ne cihê mode û xwe derxistinê ye. Mixabin hinek mamoste tên dewamê zêr û zînetekî zêde bi xwe vedikin, evna jî li gor me ne diyardeyeke modern e û nayê qebûl kirin.’’

Derbarê biryareke sertaserî bo qedexekirina liberkirina cilên jeans, zêr û zînet, Berzencî got: ‘’Biryar hatiye dan, lê ne biryareke pir dijwar e, ku azadiya mamosteyan zeft bike, me ji serpereştyarên perwerdê re ragehandiye dema serdana dibistanan dikin wê biryarê bi zimanê diyalogê ji mamosteyan re vebêjin.’’ Rûdaw
Top