• Sunday, 28 April 2024
logo

Li Wanê 2 jina xwe bi darvekir

Gulan Media January 19, 2011 Civakî
Li Wanê 2 jina xwe bi darvekir
Li Navçeya Qelqeliyê ya Wanê jina ciwan a bi navê Guler Elvera 17 salî û Mehmet Acar ê 40 yê li Taxa Beyuzumuyê li mala xwe darvekirî hatin dîtin.

Li garî agahiyên hatine bidestxistin, li Taxa Îstasyonê ya Qelqeliyê jina ciwan a bi navê Guler Elver a 17 salî saet derdora di 13.00'an de hate îdîakirin ku ji aliyê birayê vê li malê darvekirî hatiye dîtin. Hate diyar kirin ku cenazeyê Elvera ku hate angaştin xwe kuştiyê pêşî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê piştre jî ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Wanê. Îdîayek întixarê jî ji Taxa Beyuzumaya Wanê hat. Mehmet Acarê 40 salî, vê sibê li mala darvekirî hate dîtin. Hate diyarkirin ku 9 zarokên Acar hene û betal bûye. Hate hînbûn ku cenazeyê Acar, wê piştî otopsiyê bibin Navçeya Elbakê ya Wanê û li wir defin bikin.

Şevêdin, li Gundê Akrakê ya girêdayî Navçeya Bêgiriyê jina ciwan a bi navê Tuba Ozturk jî li mala xwe darvekirî hatibû dîtin. ANF
Top