Birîna xedar a Diyarbekirê: Laşfiroşî
Li gor laşfiroşan, li her taxên Diyarbekir bi dehan malên laşfiroşiyê hene û laşfiroşî êdî li cafe, pastaxane û otelan de tê kirin. Rojnameya me Rûdaw bi laşfiroş, kesên ku jinan bazar dikin û transseksûelên ku di nava vî karî de ne re axivî. Kesên ku ji Rûdawê re axivîn, aşkera kirin ku laşfiroşî her diçe zêdetir dibe û ev kar bûye yek ji sektorê herî mezin ê aboriyê.
Şer, koçberî, xizanî û encamên wê…
Bajarê qedîm Diyarbekir ku weke paytext tê binavkirin û navenda polîtîkaya Kurdan e, di van demên dawî de bi laşfiroşiyê di rojevê de ye. Ji bo xizan û feqîran parsekî, seyarfiroşî, hemalî, qerweşî, paqijî bûn cihê îstîhdamê. Mirov nizane ji xizaniyê ye yan ne jê ye, sektoreke din li Diyarbekir bilind dibe û dibe yek ji sektora herî mezin a aboriyê. Ev sektora ku mirov naxwaze navê wê bilêv bike, laşfiroşî bi xwe ye. Li hin otelên bajêr, park, pastaxane, cafe û taxên xizan, keçên Kurd ku emrê wan di navbera 14-28 salî de ne, bedena xwe difiroşin û bi laşfiroşiyê debara xwe dikin. Gelek keçikên Kurd ku emrê wan 13-14 ne, ji bo pere bi kesên mîna bav û bapîrên xwe re radizên û seksê dikin.
Rojnameya me Rûdawê berê xwe da vê sektora ku li ser bedena keçên Kurd bilind dibe. Daxwaza me ya hevdîtinê piranî nehate qebûlkirin. Kesên ku daxwaza hevdîtinê qebûl kirin jî, şertên xwe gotin. Şertên van kesan ew bû ku em fotograf, dîmenên wan nekişînin, dengê wan qeyd nekin. Hinek ji wan jî bi qasî “wexta ku ji hevdîtina me re veqetînin” pere xwestin. Ev yek jî weke “Ez di nava evqas saetî de bi 2-3 kesî re seks dikim û pere qezenç dikim. Ji ber vê yekê divê hûn bi qasî kirîgerên min pere bidin” rave kirin. Jinên ku em bi wan re axivîn, xwedî heman derd û xwedî heman qederê ne. Çîroka wan hemûyan eynî ye. Hinek ji wan gundên wan ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin, li bajêr ketine destê jinfiroşan. Hinek ji wan jî ji aliyê bav û mêrên xwe ve, ji bo çend qirûş pere têne firotin.
Fihûş ji malan daket cafe û pastaxaneyan
Rawestgeha me ya yekemîn li cafeyeke li taxa Diyarbekir Baglarê ye… Dema em dikevin hundir gelek keçên 14-17 salî ku li ser maseya kesên ji wan mezintir rûniştine li ber çavên me dikevin. Ji ber ku me nas nakin, pêşî teredût dikin û kes bi aliyê me ve nayê. Gelek caran di ber maseya me de diçin tên, bi hinceta “pêxistina cigareyê” dest bi diyalogê dikin. Ji ber ku cara ewil e me dibînin û nizanin em ê çawa tevbigerin, pêşî nêzî me nabin. Piştî nîv saetan keçikên ku laşfiroşî dikin cesareta xwe kom dikin û têne ba me: “Merheba… Bi xêr hatî.. Çi karî dikî? Ez dikarim li maseya we rûnêm?” Piştî bersiva “belê”, li ba me rûdinê. Piştî ku gelek pirsan dike û bawer dike ku “em li jinan digerin” xwe berdide û dikeve mijara evîndariyê. Piştî ku pirsên “Hevala te ya keçik heye?”, “Tu zewcandî yî?” û bersiva me ya “na”, dibêje “heke bixwazî dikarim bi te re bêm”. Piştî ku em dibêjin “ne îro, em rojeke din dikarin” telefona xwe dide me. Piştî ku em çend roj li ser hev çûn û me bawerî da, keçika 15 salî B. daxwaza hevdîtina me qebûl dike. Tenê şerteke wê heye; divê em fotograf, dîmenên wê nekişînin û dengê wê qeyd nekin. Danê êvarê tên cihê randevûyê. Weke keçikeke ku hêj diçe dibistana navîn tevdigere. Lê mixabin ew ne xwendekar e, ew heta êvarê, gelek caran êvaran jî bedena xwe li hemberî pereyan difiroşe. Malbata B. dibêje qey ew li maxezeya cil û bergan tezgahtarî dike. 8 xwuşk û birayên wê hene, ji wan ti kesî nexwendiye. Ew zaroka 6’emîn e. Piştî ku dibistana seretayî qedandiye, malbata wê bi hinceta ku “şerm e keçik bixwînin” ew neşandine dibistanê.
‘Di nava erebeyê de em seks dikin’
Ew ji bo debara malbata xwe pêşî li kuaforekî dest bi şagirtiyê dike. Werin em çîroka laşfiroşiyê jê guhdar bikin: “Nasekî xwîşka kuafor hebû, emrê wî 20 sal bû. Xwest ez bibim hevala wî. Min jî qebûl kir. Yarên hemû hevalên min hebû, min xwest yarê min jî hebe. Em tim dihatin vê cafeya ku me li wir hev dît. Xoşewîstiya me 2-3 meh dewam kir. Piştî çend hevdîtinan, ji min re got ‘Tu keçikeke pir xweşik î. Ger bixwazî dikarî pereyên pir baş qezenç bikî, em ê cihêzên xwe bistînin û bizewicin.’ Piştre ji bo min muşterî anî. Laşfiroşiya min wisa dest pê kir. Yên ku tên cafeyê ger bixwazin, em li derve hev dibînin û ji wir diçin malên wan. Carnan jî bi erebeyên xwe me dibin eraziyeke li derveyî bajêr û em li wir di nava erebeyê de seks dikin. Carnan du sê mêr bi hev re tên û grub-seks dikin. Wê çaxê ez pere zêdetir distînim.” Dema em dipirsin “Yarê te hêj bi te re ye?”, aciz dibe û wiha dewam dike: “Dev ji wî qewadî berdin. Meger wî bi zanebûn ez xistime nava vî karî. Wî mala gelek kesî bi vî awayî şewitandiye. Ew ne yarê min, qewadê min û yên mîna min e. Nîvê pereyê ku qezenc dikim, didim wî. Ji bo sekseke bi lez, em 20 TL distînin. Ji bo saetekî 50-80 TL. Li gorî aboriya muşteriyan diguhere.”
Laşfiroş dikarin teqewît bibin?
Ji ber ku laşfiroşî li Diyarbekir bûye sektoreke pir mezin, mirov dikare ji her temenî û qadên civakê, jinên laşfiroş peyda bike. Keçika ku xwe weke Necla bi nav dike û bi B. re hate hevdîtinê, li ser pirsa me ya “hemû jinên li vir ji Diyarbekir ne?”, bersiveke wiha dide: “Jinên Tirk jî hene. Ew ji rojavayê Tirkiyê tên. Lê ev weke me belengaz nîn in. Jinên Tirk yan vê sektorê organîze dikin, yan jî bi muşteriyên ‘dewlemend’ re, li otêlan seks dikin.” Hevdîtina bi van jinên Tirk re pir zehmet e. Ji bo ku em biaxivin, me xwe gihand 2 jinan lê herduyan jî daxwaza me ya hevdîtinê red kir. Herî dawî jina bi navê Ayça ku weke hemû laşfiroşan şertê xwe dibêje û em jî qebûl dikin, daxwaza me bi cih tîne. Di saeta xwe de tê. Lê telefonên wê qet nasekinin, her deqe telefon li ser telefonê jê re tên. Ji ber vê yekê neçar dimîne, telefona xwe digire. Kincên pir lihevhatî li xwe kiriye, jineke sorgevez (kizil) û qamdirêj e. Xwe weke Ayça dide naskirin. Derbarê xwe de qet agahî nade. Lê ji tirkiya wê ya pir baş, mirov dizane ku ne Kurd e.
Li ser pirsa me ya “tu çawa ketî nava vê çerxê?”, bi bêxemî û sersariyeke mezin dibêje “Ma pir girîng e? Ya girîng ew e ku niha vî karî dikim.” Li gorî gotina wê ew bi her kesî re seks nake, “muşteriyên” wê kesên sereke ne. Tenê evqas… Zêde agahî nade. Qet nakeve detayan. Nabêje bi kî re radibe û rûdinê. Li gorî Ayçayê, bi kesên nas re, seks dike. Ayça derbarê profîla muşteriyên xwe de van agahiyan dide: “Jixwe hemû naskirî ne û numareya min a telefonê bi wan re heye. Li min digerin, dixwazin şeveke xwe bi min re derbas bikin. Hinek ji wan jî tenê 2-3 saet dixwazin. Buhayê min jî li gorî demê diguhere. Ji bo şevekî 400-500 TL distînim. Ji bo çend saetan jî 150-200 TL distînim. Helbet hemû pere ji min re namîne. Ajokarê min heye, ew min dibe û tîne. Pere didim wî jî. Yarê min heye. Ew min diparêze, li wî jî dinêrim.” Em jê pirsa “dixwazî dev ji vî karî berdî?” dikin. Ayça dibêje ew 10 sal e vî karî dike û piştî ku hinekî pere qezenç bike, wê dev ji vî karî berde. Piştre wiha didomîne: “Di pîşeya me de, teqewîtî tune ye. Ez ê heta çend salan pîr bibim û êdî ti kes li rûyê min nanêre. Ji ber vê yekê divê ji xwe re hinekî pere qezenç bikim, jiyana xwe mîsoger bikim. Heta pereyekî baş qezenç nekim, nikarim dev ji vî karî berdim. Hêj çend salan dikarim vî karî bikim.” Ayça li ser pirsa me ya “tu qet hatî binçavkirin?”, bersiveke wiha dide: “Bêm binçavkirin çi ye, neyêm binçavkirin çi ye? Ne xem e.”
‘Yarê min ji bo pereyan ez firotim kesên extiyar’
Yek ji van jinan jî Bahar e… Çîroka laşfiroşiya wê jî bi karê paqijiya malan dest pê dike. Navê xwe yê rastîn nabêje. Navê Bahar tenê li ba “muşteriyan” bi kar tîne. Ew bi xwe ji Mêrdînê ye. Piştî dibistana navîn dev ji xwendinê berdaye. Hêj 24 salî ye. Bi malbata xwe re li taxa Baglarê rûdinê. 2 sal berê li ser pêşniyara hevalekî xwe, dest bi karê paqijiya malan dike. Li gorî Bahar, destpêkê “her tişt normal bû”. Lê mala dawî ku çûye paqijiyê, bûye destpêka vî karî. Bahar wiha behsa çîroka xwe dike: “Li navçeya Peyasê kesekî dewlemend hebû. Ji bo paqijiyê çûm mala wî. Navî wî Mehmûd bû, 30 salî bû. Ji min re got bekar e. Ji min re got, 4-5 rojan carek were malê paqij bike. Cara duyemîn ji min re got, ‘dilê min kete te’. Xwest bibim hevala wî. Min jî qebûl kir. Wî ez maç kirim. Bi min re seks kir. Tu nabêjî wî bênamûsî dîmenên seksê qeyd kirine. Piştre ev yek weke şantaj bi kar anî. Ger min daxwazên wî qebûl nekira, wê dîmenên min nîşanî malbata min bida. Ez tirsiyam, min jî her tişt qebûl kir. Serê pêşîn pir aciz dibûm. Carna ez difirotim kesên di emrê bavê min de. Piştre hêdî hêdî hîn bûm. Min dest bi qezençkirina pere kir. Piştre hîn bûm ku wî bênamûsî çend jinên din jî bi heman rêbazê xapandine. Niha nizanim li ku ye.” Tirsa Bahar ew e ku dema dev ji vî karî berde, nikare kar peyda bike. Keseke bi navê A. jê re muşteriyan dibîne.
Jinfiroş ewqas zêde ne ku li kolanan rastê hev tên
Yek ji jinfiroşan (pêzeweng) ku naxwaze navê xwe bide, rêbaza karê xwe ji Rûdawê re wiha vedibêje: “Jinên ku em ji wan re muşterî dibînin, me zêde nas nakin. Navê me yê rastîn jî nizanin. Çimkî sibê tiştekî bibe, dikarin me îxbar bikin. Em tenê muşteriyan dibînin, telefonê wan dikin, wan û mûşteriyan tînin ba hev. Em beriya seksê komîsyona xwe distînin. Heqê me nîvê pere ye. Hûn laşfiroşan nas nakin, ew pir yeman in. Di heyatê de nikarin dev ji vî karî berdin. Çimkî pereyekî baş qezenç dikin. Li Diyarbekirê laşfiroşî pir zêde ye. Ez dema di kolanekî de dimeşim, gelek kesên ku jinan difiroşin dibînim. Weke sektorek e. Keçikên biçûk, jinebî, dayikên 4-5 zarokan jî niha laşfiroşî dikin.” Jinfiroş li ser pirsa me ya “te qet jinek hînê laşfiroşiyê kiriye?”, bersiveke wiha dide: “Min kesî hînê laşfiroşiyê nekiriye. Lê kesên ku jinan dixin kemînê hene. Ez ne ji wan im. Ez tenê muşteriyan peyda dikim.” Li gorî jinfiroşê ku navê xwe nade, îlanên bê marqe yên ku li ser gelek dîwar û dîrekên ceyranê daliqandî ne, pir bi talûke ne. Jinfiroş hişyariyeke wiha dike: “Ger hûn ji Diyarbekirê bin, we gelek caran li ser dîrekên ceyranê û dîwaran îlan dîtine. Li ser wan îlanan naveroka kar, navê fîrmayan tune ye. Tenê tê gotin ‘werin bi buhayeke zêde bixebitin’. Di binî de jî numareyeke telefonê didin. Dema keçik çûn van îlanan bila baldar bin. Bila neçin cihên ku nas nakin û referansa wan tune ye.”
Axayên gundan ji bo seksê tên Diyarbekir
Transseksûela (mêrê ku xwe weke jinan hîs dike û hewl dide bibe jin) bi navê Irmak jî ev 6 sal in li Diyarbekir laşfiroşiyê dike. Mirov dema wê dibîne, nizane ku mêr e. Ji gelek jinên xweşik, xweşiktir e. Weke mankenan e. Ji ber ku malbata wê qebûl nekiriye ku bibe transseksûel, neçar maye dev ji malbata xwe berde. Berê bi rêya hevalên xwe dest bi laşfiroşiyê kiriye. Piştre li ser înternetê malpereke bi navê “sohbet kanalı” ku mirov bi peretî dibe endam, vekiriye. Navê xwe, numareya telefona xwe û profîla xwe di vê malperê de nivîsandiye. Kesên ku dixwazin pê re seks bikin, li telefona wê digerin û dest bi bazara pereyan dikin. Heke muşterî û Irmak bi hev bikin, têkilî dest pê dike. Em çîroka Irmak jê guhdar bikin: “Ji bo saetekî ez 150 TL pere distînim. Bi her kesî re seks nakim. Kesên ku bi wan re seks dikim, kesên dewlemend in. Ez qet naçim mala kesî, muşteriyên min tên mala min. Ên ku dixwazin heta serê sibehê bi wan re bin jî çêdibin, lê ez qebûl nakim. Di nava muşteriyên min de axayên 4-5 gundan jî hene. Piranî ji Siwêrega Ruhayê tên.”
Yên xwedî prensîb jî hene
Irmak ji bo ku li Diyarbekirê deşîfre nebe, bi kesên li Diyarbekir re seks nake. Muşteriyên wê zêdetir ji Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Ruha û Dîlokê tên. Hin heval ji Enqereyê ji bo laşfiroşiyê tên Diyarbekirê. Piştî ku 2-3 mehan li vir dixebitin, careke din diçin Enqereyê. Irmak prensîbên xwe jî wiha rêz dike: “Ez bi kesên di bin emrê 26-27 salî re seks nakim. Lewre ji wan ditirsim. Ciwan pir hêrsok in, agresîv in, dikarin di dema seksê de zirar bidin mirov. Ji ber vê yekê piranî kesên navsere tercîh dikim.” Li gorî Irmak, hin jinên ku li Diyarbekir laşfiroşî dikin ji Edeneyê ne û ew kes li vir sektora laşfiroşiyê koordîne dikin.
Beşa dûyem:
Tiliya dewletê di vî karî de heye yan na?
Sektora laşfiroşiyê çiqasî mezin e?
Sazî û dezgehên jinan ji bo laşfiroşiyê çi dibêjin?
Jêder: Malpera rojnam “Rudaw”ê