• Tuesday, 25 June 2024
logo

Êrîşî ser eniya berxwedana îslamî tê kirin

Êrîşî ser eniya berxwedana îslamî tê kirin

Rayedarekî Îraqî gotiye di demeke nêz de vê êrîşî ser vê eniyê were kirin.

Rojnameya Şerq Elewset li ser zarê rayedarekî Îraqî yê ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike, belav kiriye ku, jiber zêde bûna êrîşên eniya berxwedana îslamî ya Îraqê bo ser hêzên Amerîkî û Îsraîlê vê ev eniya han bibe armanca êrîşên dijwar.

Rojnameyê li ser zarê wî rayedarê Îraqî diyar kiriye ku, hikûmeta Îraqê li bendê êrîşên dijware bo ser eniya berxwedana îslamî lê dema destpê kirina wan êrîşan nediyare.

Ji aliyeke din ve heman rojname behsa raporteke çapemeniya Îsraîlî jî kiriye ku, têde qala zêde bûna êrîşên eniya berxwedana îslamî yên dijî Îsraîlê hatiye kirin û nivîsandiye ku, artêşa Îsraîlê xwe bo destpê kirina êrîşên berfire li dijî eniya berxwedana îslamî amade dike.

 

Rudaw

Top