• Tuesday, 25 June 2024
logo

Piştî Erdogan dê li AK Partiyê çi bibe?

Piştî Erdogan dê li AK Partiyê çi bibe?

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li gorî destûrê nikare careke din bibe namzedê serokkomariyê.

Recep Tayyîp Erdogan sala 2023yan cara dawî bû namzedê serokkomariyê û di hilbijartinan de bi ser ket.

Ji bo ku Erdogan karibe careke din bibe namzed an divê destûra bingehîn were guhertin an jî divê hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Rêya hêsan hilbijartinên pêşwext in

Li gorî nûçeya gazateduvaRê, AK Partî dê hewl bide ku van du rêyan jî heta bi dawiyê biceribîne.

Li gorî şertên heyî, guhertina destûrê zehmet e lê AK Partî dikare bi rêya hilbijartineke pêşwext dema Erdogan 7 salên din jî dirêj bike.

Li gorî kulîsan, mixalefet jî dê ji hilbijartinên pêşwext qebûl bike.

Hinek kes dibêjin ku ev her du senaryo pêk neyên û Erdogan careke din nebe serokkomar jî dê dev ji siyasetê bernede û dîsa li serê AK Partiyê bimîne.

Li gorî AK Partiyiyan eger Erdogan careke din nikaribe bibe namzedê serokkomariyê dê “namzedekî baş” desnîşan bike û xebatên wî bişopîne.

Di nava AK Partiyê ji bo serdema Erdogan behsa hinek navan tê kirin ku bibin xelefê Erdogan.

Hinek navên ku li kulîsan ji bo serdema piştî Erdogan qala wan tê kirin ev in:

Selçuk Bayraktar: Zavayê Erdogan e

Cevdet Yılmaz: Alîkarê Erdogan e

Numan Kurtulmuş: Serokê Parlamentoyê ye

Hakan Fîdan: Wezîrê Karên Derve ye

Li gorî AK Partiyiyan eger Erdogan nikaribe bibe namzed dê bi çûyîna zemên re hinek kesên din jî derkevin pêş.

 

Rudaw

Top