• Tuesday, 25 June 2024
logo

Deriyeke din ya sînorî li Kurdistanê tê vekirin

Deriyeke din ya sînorî li Kurdistanê tê vekirin

Di navbera Îran û Kurdistanê de tê vekirin.

Li gor çapemeniya Îranî, Waliyê Urmiyeyê Mihemed Sadiq Mutemêdiyan ku, beriya çend rojan serdana Hewlêrê kiribû, ragihandiye ku, di navbera Îran, Kurdistan û Îraqê de li ser vekirine deriyeke din ya sînorî lihev kirine û di demeke nêz de deriyeke din ya nû tê vekirin.

Mutemêdiyan diyar kiriye ku, ev derî li sînorê Kêleşîn û Sîdekanê tê vekirin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê jî kiriye ku, niha danûstandinên sê alî yên bo fermî kirina deriyê sînorê yê Kêlê jî berdewamin û di demeke nêz de ev deriya han jî dibe deriyeke fermî.

Top