• Sunday, 28 April 2024
logo

Du karmendên asayîşê bi kuştina Şoxan û Şadî tên tawanbar kirin

Gulan Media January 14, 2011 Civakî
Du karmendên asayîşê bi kuştina Şoxan û Şadî tên tawanbar kirin
Celal Şêx Kerîm Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xuya kir, li Kerkûkê gûman li ser 2 karmendên asayîşê hebû ku destê wan di kuştina herdû xwişkên hev ên li Çemçemal de hebû, lê heta niha tenê yek ji wan hatiye girtin.

Celal Şêx Kerîm di daxwiyaniyekê de bo Rojnam Rûdawê gotiye: “Piştî ku ji Asayîşa Kerkûkê guman hat kirin destê 2 kesan di kuştina herdû xwişkan de heye, me ji bo girtina wan nivîsarek ji Asayîşa Kerkûkê re şand. Asayîşa Kerkûkê jî yek ji wan girt û da destê polîsan. Lê heta niha tometbarê din nehatiye girtin. Ew tometbarê ku hatiye girtin, parêzvanê yek ji baregehên ewlekariyê ye.”

Şêx Kerîm herweha got, “Tê gûmankirin ew kesê hatiye girtin, peywendiya wî ya evîndariyê ligel yek ji wan keçên kuştî hebe, lê heta niha ev tenê gûman e û zelal nebûye.”

Li roja 02.01.2011ê Şoxan Fazil (22) û Şadî Fazil (18) li Çemçemal winda dibin, piştî rojekê termê wan li ser rêya gundê Şarma yê nêzîkê Çemçemal tê dîtin ku bi çend gûleyan hatibûn kuştin.
Top