• Monday, 29 April 2024
logo

Bavek keça xwe difiroşe

Gulan Media January 13, 2011 Civakî
Bavek keça xwe difiroşe
Bê ku daxwaza wê li ser hebe, bavê Tara çend caran meşrûbê didiyê û xwişka wê Sozan jî ji aliyê bavê wê ve tê firotin bo mala zirmeta wê û bê ku berê ji vî karê bavê xwe xeberdar be.

Mihemed (30) rûniştvanê yek ji taxa qezayên Silêmanî ye. Ji aliyê keçên xwe ve bi firotina yek ji wan û pêdayîna meşrûbê bi yeke din, tê gûnehbar kirin. Hevsera Mihemed jî gotina keçên xwe piştrast dike.

Dayika Mihemed, Eyşê (55) behsa despêka jiyana kûrê xwe dike û dibêje: “Kurê min gelek ecûl bû, di temenê 15 salî de em neçar kirîn ku jêre jin bênîn.” Heya niha Mihemed 3’ê jin anîne û 5 zarokên wî hene. Lê dû jinên xwe telaq dane.

Eyşê wiha dirêjî da axaftinên xwe; “Jina yekem xizma me bû. Piştî ku jê 5 zarok çêbûn, bêyî tiştek kiriban lê dida, bihane jêre derdixist û digot ezê jinek din bênim. Wê jî got, madem tû wê jin bênî, min telaq bide. Wî jî telaq da.” Piştî jina yekem, vê carê Mihemed jinek Kerkûkî anî.” Dayika wî dibêje: “Ew jin gelek baş bû, zarokên wî xwedî dikir. Bi demê 3’ê salan tû pirsgirêka wan nebû, heya rojekê Mihemed hat û got, wele min jinek din aniye. Eger hun bi min bawer jî nekin, ev gûstirk li tiliya mine.” Baweriya jina wî pê nedihat û heya rojekê bi hevre diçin Silêmanî. Dema jina wî dibîne ku hevserê wê jinek din aniye, yekser daxwaza telaqê jê dike. Telaq jê werdigire û zarokên wî di cih de dihêle.

Zarokên Mihemed dimênin gel jinbava dûwem. Lê wekî dayika Mihemed gotî, zarok tenê dû heftiyan li gel jinbava xwe mane; “Min zarokên wî anîn gel xwe. Tenê amadebûn Sozana 10 salî xwedî bikin.”

Lê xebera dayika Mihemed ji wê yekê nebû planek din di mejiyê kûrê wê de li dijî keça xwe heye. Dayika Mihemed dibêje: “Taziyek a me hebû û Mihemed hat taziyê. Dema hat Sozan ne li gel bû û got, bi serdan çûye mala zir meta xwe. Ji bo vê yekê gûman li gel me dirûst bû, me got ne anîna Sozanê ne bê sedeme.”

Piştre dayika Mihemed diçe Silêmanî û bi çi awayî be Sozan li gel xwe têne; “Min gef li wan kir û got, eger hun zarokê min nedin ezê şikayîta we bikim.” Niha Sozan li gel dapîra xwe ye û derbarê firotina xwe ve dibêje: “Min li gel bavê xwe jiyan dikir. Ji min re negot, min tû firotiyî. Em bi serdan çûn mala xaleta min, wan jî tenê keçek hebû û nêzî mehekê li gel wan mame.”

Hemîn (45) jinbava Mihemed’e û dibêje: “Çi tişta derbarê Mihemed de bê gotin, raste. Ji ber kurek pir xirabe. Xelkê got, Sozan firotiye, lê wî Sozan tirsandiye. Ji ber vê yekê jî ditirse ku rastiyê bêje. Bi xwe timî serxweşe û bi berdewamî meşrûbê vedixwe. Dû caran bi zorê meşrûb daye keça xwe Tara jî.”

Tara (13) ev yek piştrast kir ku ji aliyê bavê wê ve bi zorê meşrûb daye xwarin û got: “Bavê min gelek xirab bû. Li me dida û ne dihêla em biçîn mala xaleta xwe jî. Ji ber ku dil pîs bû. Dû caran bi zorê meşrûb daye min û ez herdû caran jî serxweş bûm.” Tara wiha dirêjî da axaftinên xwe; “Êvarekê şerbet ji xwişk û birayên min re kirî bû û neda min. Dema bû derengî şevê, ji min re got, te şerbet xwariye? Min got, na. Wî jî got were bixwe. Dema min xwar tal bû. Min got, ez naxwim tale, bi zorê da min û li min da. Heya piştî nîvro ez nehatin ser hişê xwe. Herdû carên ku meşrûb dayî min, jinbava min çûbû serdana mala bavê xwe.” (Rudaw)
Top