• Monday, 29 April 2024
logo

Jinekê xwe ji qehra mêrê xwe xeniqand

Gulan Media January 7, 2011 Civakî
Jinekê xwe ji qehra mêrê xwe xeniqand
Bi sedemê pirsgirêkeke biçûk jin û mêrek li Silêmaniyê şer dikin û piştî berdana jinê ji aliyê mêrê wê, jin di nîvê şevê de bi devrûka xwe, xwe xeniqand. Hevserê wê heta niha xwe radestî polîsan nekiriye û xwe veşartiye.

S. K. (23) berî sê salan ligel xortekî xizmê xwe bi navê H. dizewice û niha keçeke wan a 2 salî bi navê Hêlîn heye. Kesûkarên S. dibêjin me nebihîstiye rojekê ji rojan pirsgirêkên keça me ligel mêrê wê hebin.

Şermîn a xuşka S. dibêje me hest nekir jiyana wan bi hev re xerab be, ji ber li cem me behsa tiştekî nedikir: "Berî hefteyekê birayê hevserê wê li me geriya û got werin keça xwe bibin ji ber birayê min ew telaq da." Şermîn dibêje, dema em çûn wê bînin malê, dayika min ew şîret kir ku ji mêrê xwe cuda nebe: "Ji ber keçeke wê hebû, me nedixwest jiyana keça wê têk here." Wek Şermîn behs kir şîretên dayika wê bandor li ser S. kir û biryar dide poşman bibe.

S. daniştvana Silêmaniyê bû, hefteyek bû mêrê wê ew berdabû, heta şeva 26.12.2010 li mala bavê xwe û bi dizî ji wan ve, bi devrûka xwe, xwe xeniqand.

Şermîn şaş dimîne ku xuşka wê bi vî rengî dawî li jiyana xwe anî û dibêje ji mêrê xwe hez dikir: "Şevekê xuşka min S. got birçî me, hevserê wê saet 12ê şevê çû ji bazarê xwarin jê re kirî. Pir ji hev hez dikirin."

Bi dirêjiya wê hefteyê S. li mala bavê xwe bû û dayika wê gelek hewl da, da ku here mala mêrê xwe û ligel bijî. Şeva ku S. xwe amade kiriye da ku xwe bikuje, wek Şermîn a xuşka wê vedibêje: "Nêzîka demjimêrekê li ser bermalê bû, lavij dikirin û daxwaza lêborînê ji Xweda dikir, li çok dibû û digot Xwedayo wek guneh li ser min nenivîse, lê me nizanîbû ku hizreke bi vî awayî di mêjiyê wê de heye."

Şerê dawî di navbera S. û mêrê wê de, wek xuşka wê dibêje, li ser keça wan bû: "Hevserê wê gotibû çima te betanî nedaye ser keçikê, xuşka min got min xeber jê re gotin û ew xeyidand, êdî hevserê wê jî lê dide û dû re telaq dide."

Çavkaniyeke polîsan ku doza mirina S. dişopîne û lêkolîn dike, ragehand li peymangeha dadweriya pizîşkî dema laşê S. dît, cihê lêdanê li ser laşê wê hebû: "Heta şûna kêran jî hebû. Hevserê wê heta niha xwe veşartiye û radestî polîsan nebûye. Lê kesûkarên wî biryar dane wî radestî polîsan bikin." (Rudaw)
Top