• Wednesday, 26 June 2024
logo

Kwêstan Mihemed: Zarokên ji parêzgehên Iraqê li ser rêyan kar dikin ne ku zarokên kurdan

Kwêstan Mihemed: Zarokên ji parêzgehên Iraqê li ser rêyan kar dikin ne ku zarokên kurdan

Di roja cîhanî ya zarokan de Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kwêstan Mihemed ragehand, piraniya wan zarokên li ser rê û cadeyan kar dikin zarokên kurdan nîn in, zarokên ji parêzgehên başûr û naverasta Iraqê ne.

Îro 01.06.2024ê Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kwêstan Mihemed ji çapemeniyê re ragehand, ew zarokên li ser rêyan kar dikin, piraniya wan ne kurd in, ew zarokên ji parêzgehên başûr û naverasta Iraqê ne.

Kwêstan Mihemed amaje bi wê yekê jî kir ku li xaneyên ser bi wezareta wan zarok ji hemû xizmetan û jiyana bi rûmet ji bo wan hatiye dabîn kirin û dibêje: ‘’Di demsala havînê de dewreyên rahênan û fêrkirinê em ji bo wan vedikin.’’

Herwaha teqez kir li wan peymangehên ku zarokê sêwî lê dixwînin, rêjeya derçûnê sedî 100 e û piraniya wan diçin peymangeh û zanîngehan.

 

Basnewsx

Top