• Saturday, 29 June 2024
logo

Kurdê ji Rojava par li Stenbolê winda bû: Piştî 16 mehan vegeriya malê

Kurdê ji Rojava par li Stenbolê winda bû: Piştî 16 mehan vegeriya malê

Kurdê ji Rojavayê Kurdistanê yê ku par li Stenbolê winda bûbû îro vegeriya mala xwe.

Welatiyê bi navê Hoşeng Eyûb ê ji Rojavayê Kurdistanê par ji Almanyayê bi serdan çûbû Stenbolê.

Hoşeng Eyûb 16ê Adara 2023yan li taxa Aksarayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê winda bûbû û ji wê rojê heta meha remezana îsal ti agahî jê nehatibûn wetgirtin.

Li gorî zanyariyên ku malbata Hoşeng ji Rûdawê re ragihand, piştî ku Hoşeng Eyûb li Stenbolê winda dibe, di meha remezana îsal de malbata wî pê dihise ku Hoşeng li bajarokê Girê Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê di zindaneke “Artêşa Azad” a mixalefeta Sûriyeyê tê girtin.

malbata Hoşeng Eyûb ji Rûdawê re da zanîn ku piştî 16 mehan Hoşeng 24ê Hezîranê ji zindaneke “Artêşa Azad” a mixalefeta Sûriyeyê ya li Girê Spiyê hatiye berdan û îro vegeriyaye mala xwe ya li Qamişloyê.

Riyad Eyûb birayê Hoşeng par ji Rûdawê re ragihandibû ku Hoşeng Eyûb ji Almanyayê çûye li Stenbolê bicih bûye û xwestiye li wir bijî.

Heriha Riyad Eyûb dabû zanîn ku herî dawî 16 Adara 2023yan saet 4:38an li taxa Aksarayê ya Stenbolê winda bûye ji wê demê ve pêwendî pê re qut bûne.

Li gorî Riyad, di heman demê de îqameya Hoşeng ya Almanyayê jî heye

 

Top