Turkiya dixwaze ji rojhelat ve li dergehê YE bide
Ew a ku pirofîsor Qesar amaje pê kirî awrdana Turkiyaye li ser astê siyaseta derve zîro kêşe bo welatên rojhelata naverast, belê pirofîsor Îhat Elî Ozcan vekolerê xwendinên siyaseta aborî ya Turkiyê (TEAPV) û nivêser û taybetmendê li ser siyaseta navxwe û derve ya Turkiyê di axaftinek taybet ji bo Gulan bi vî rengî li ser ev arasteya Turkiya boçûnên xwe xisterê û got: ( bê giman komek fakterên giring hene li pişt ew siyaseta derve ya Turkiya ku niha birêve dibe, bo nimûne aborî yeke ji wan fakteran, çûnkî girêdayî ye bi siyaseta derve û navxwe, bi taybet jî heger grêdayî be bi aboriya nêvdewletî (cîhanî) ve û giringiye weha hebe ji aliyê xelkê wî welatî ve û henderek be ji bo wan bê guman ev li siyaseta derve rengvedide. Duwem jî pêktê ji serkrdatiyek ku bikare hemû serûkanî û hêzên welat bi rengekî hemaheng û bi rast kirina hevsengiyek taybet û bi şêweyek sîstematîk bikar bîne, eger serkirdekî bi vî rengî hebe ku bikare ji kelturê yasayî wî welatî bigîne bêguman biryarên siyasî bi asantir tên dan û ji aliyekî din ve jî komek fakterên din yên giring hene, belê bê guman heger kêşeyên navxweyî dengvedan hebin di qada nêvdewletî da û kar bigehe ser rewta siyaseta derve û navxwe û kar bigehe ser serûkaniyên hêza dewletê, her wekî kêşa Kurdî, bêguman pêwîste bi şêweyek serketî bê rêvebirin û bê gehandin bo çareseriyekê, ji bo encamdana vê jî pêwîste em hêz û şiyan xwe bêxine bizavê û daxwaza yarmetiyê jî ji pêkhatên karîger yên li navçeyê bikin. Turkiya jî niha mijolî vê yekê ye, ji aliyekî bi Emrîka û ji aliyek din ve bi Kurdên Herêma Kurdistana Iraqê re û ji aliyekî din ve jî bi nûnerên navxwe bi rêya bîrname û çavpêketinan, belê di çarçoveyekî demokrasî da pêkolên brêvebirin û çareserkirina kêşeyê têdan.
Bêguman çareseriya vê kêşeyê ne tenê bi we ve grêdayî ye her xwe bi xwe ne kêşeyek asane, lewra di vî rewşî da her weku min bas kirî bi rêya bikaranîna mejî û serkirdatiyê em pêkola çareserkirê didin. Sebaret bi rolê Turkiyayê jî li ser rûdanên din yên navçeyê, li vêrê sê fakterên giring hene ku pêwîste em bas lê bikin yek ji wan pêktê ji sruştê rûdanan, ew rûdanane ku li rojhelata naverast ser hildane û çaverêya gelên navçeyê ji aliyê xweşguzariya aborî û tenahiyê, di vê rewşê da Turkiyayê astekê baş heye. Ya duyê pêktê ji pêgeha ekterên karîger li rojhelata naverast ji naiha û pêşerojê da, wate û rewşa niha ya YE ketiye nav û renge li pêşerojê da jî ev rewşa Ewropa berdewam be, herweha ektîvnebûna Emrîka ji aliyê aborî ve ji egerê dagîrkirina Iraq û Efganisatê û HWD. Sêyem grêdayî ye bi behreya Turkiyayê bi xwe û pêgeha wê ya herêmî ji vê yekê jî ji me ra diyar dibe ku li gor rêça rûdanên li navçeyê rolekî ektîv tir û karîgertir ji Turkiya tê çaverê kirin).
Turkiya û Herêma Kurdistanê
Peywendiyên navbera Hewlêr û Enkere hema hema ji peywendiyên bazirganî û aborî berev peywendiyên temam û giştî ve diçe û Herêma Kurdistanê wek hevbeşê Turkiyaye li ser astê aborî û bazirganî û kêşeyên navçeyê pêgeha xwe dibîne, pirofîsor Îhat Elî Ozcan bi giring dizaneev peywendiyên navbera Turkiya û Herêma Kurdistanê berev wî astî ve bê ajotin ku aboriya Kurdistanê bi aboriya cîhanê ve bê girêdan û di vî çarçoveyê da û bi dirêjiya axaftina xwe ji bo Gulan bi vî rengî serincê xwe li ser vê pirsê derbirî û got: (bi boçûna min berî her tiştekî pêwîste Turkiya piştevaniya ew tenahî û bihayê demokrasiya Herêma Kurdistanê bike û di heman dem jî da pêwîste rênîşan der be bo Herêma Kurdistanê ji bo girêdana aboriya vê herêmê bi aboriya cîhanî ve û cêbecêkirina delîfe û mercên pêwîst. Bêguman ev yeke di qazaca herdu aliyan de ye, bûn bi beşek ji aboriya cîhanê û tenahîbûna aboriya navxwe, ne tişteke ku di çirîskekê da dirust bibe, belku pêwîstî bi demê heye û girêdayî ye bi delîfe û mercên cîyopolotîka navçeyê heye, her bo nimûne demê em seyrî qeyranên Ewropa û rûdanûn rojhelata naverast û rewşa Îran û aloziya Sûriyê dikin, bêguman ji vî alî ve hebûna Herêma Kurdistanê giringiyeka weha heye bi taybet heger grêdayî be bi aboriya cîhanî ve, weha li navçeyê wek hevbeş û hevtakê Turkiya derdikeve. Ev jî dibe egerê dirust bûna peywendiyek bihêz û berdewam di navbera van du aliyan da û rê xweş dibe bo çareseriya kêşên derûber bi rengekî nermtir û sadetir, lewra bi boçûna min turkia pêwîste pir giringiyê bi van têkeliyan bide. Giringtirîn xal jî di ev peywendiya Turkiya bi herêma Kurdistanê re pêktê ji serokaniyên zor yên wizeyê li herêma Kurdistanê ku pêwîste were gehandin bo bazarên cîhanê û bêguman derencamên siyasî yên zor jê tê ji bo herdu aliyan, belê ya giring ew e ku Herêma Kurdistan û Turkiya agehdarî wê qazanca du alî bûne û roj bi roj peywendiya wan bihêztir û çirtir dibe).
Rûdanên Sûriya Û Kartêkirinên Wê Yên Giştgir Li Ser Welatên Navçê
Aliyekî din ku carek din rû li hemû dewletên navçeyê dixe, rewşa Sûriyê ye. Renge di vê kêşê da çaverêya rolekê karîger ji Turkiya were kirin ji ber komek hokaran, belê wek profîsor Hesen Elî Qesar amaje pêdike ev role bitenê nayê kirin, ev jî wê watayê dide ku di vê pirsê de jî Turkiya pêwîstî bi rolê aliyên din û dewletên navçeyê heye, sebaret bi vê pirsê pirofîsor Qesar di dirêjiya axaftina xwe da ji bo Gulan got:(ew a ez dikarin di vê derbarê de bêjim ew e ku gelî Sûriya pêwîste rêkevin daku bikarin deshelatê ji rejîma Essed bistînin, belê dema em seyrî opozisyona Sûriyê dikin em dibînin pir nelihevin û rêneketîne heta opozisyona çekdar jî pir aloz û serbigrêke, lewra pênaçe ku bê karîn ji aliyê dewletek din ve bên rêkxistin û rûberûyî Essed bibin, sererayî tekeza nêvdewletî di heyamê 15 mehên borî ev yek pir bi zelalî ji me re diyar bû, lewra ji min e ne pêwîste hêzên nêvdewletî rolekê ji bo welatên cîranên Sûriyê û bi taybet Turkiyê re diyar bikin, çûnkî bêguman siyasetmedarên Turkiya her weku min bas kirî bi berçavgirtina bi hezaran pîver karîgeriya li ser navçeyê û xelkê navçeyê û dewletên dewrober û heta heger, egera bûna babetek ejindayî jî hebe karîgeriya Îraq û Libnan jî pir baş tê hesab kirin, lewra ji min e hûrî û bi hajêbûna pêngavên Turkiya vedigere bo li berçavgirtina van pîveran).
Her derbarî vê pirsê pirofîsor Îhat Elî Ozcan jî tekez li wê yekê dike, ku ev kêşe bûye kêşeyek nêvdewletî û nabe hemû cîhan di astda destgirtî be û hemû bikeve di stûyê Turkiyê da, di vê barê da bi Gulan ragehand: (Îro kêşa Sûriyê Kêşeyek nêvdewletî ye lewra nabe welatek bi tenê berpirsyariya vê kêşê bixe stûyê xwe lewra piştgrêdan û çaverêbûna Turkiyê ku bi karekî bi vî cureyî mezin rabe û vê bacê bi tenê bide, ne raste. Wate piştguhxistina helwêsta Nato Û Emrîka û Rûsiya û Çînê û li hêviyê bin ku Turkiya bi tenê vê kêşê çareser bike û bi rêve bibe! Ev ne xwendineke raste ji bo rastiya rûdanan, lewra ez nabînim ku ev kêşeye wê bi rêya Turkiyê were çareserkirin, bêguman Turkiya jî xwe dûr nake heger bi piştevaniya nêvdewletî û pilanên wê yên stratejî rê jê re vekirî be, belê di heman dem jî da nabe Turkiya temama kêşeyê bi tenê bixe stûyê xwe).
Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo