• Monday, 29 April 2024
logo

Li Riha keçeka 12 salî bû dayik

Gulan Media January 2, 2011 Civakî
Li Riha keçeka 12 salî bû dayik
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê keçeka 12 salî bû dayik. Li gor agahiyan, G.Ç. a 12 salî dema anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê, zarokek jêre çêbû. Ji ber ku temenê wê dibin 18 saliyê re ye, rayedarên nexweşxanê rewş ji polîsan re ragihandin.

Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn dan despêkirin. Bavê wê A.Ç. li gel melayê mehrê yê G.Ç. serî li îfadeyên E.G dan. Gûmanbaran diyarkirin ku keçika zarok jêre çêbûye, temenê wê mezintire, lê navê wê dereng li nûfûsê hatiye tomarkirin.

Li ser bûyerê lêpirsîn berdewame û ji bo zanîna temenê G.Ç. xebat berdewamin. (Rudaw)
Top