• Monday, 29 April 2024
logo

Emily Bonz: "Rewşa jinan li Kurdistanê wiha pêş dikeve ku polîs bên perwerdekirin"

Gulan Media December 24, 2010 Civakî
Emily Bonz:
Ev dû sal in li Kurdistanê ye, di kampanya nehiştina tundûtûjiya dijî jinan de li Kurdistanê, di çalakî û semînerên vê helkeftê de dihat dîtin ku bi kûrî guhdarî dikir

Kurdistan ligel Efganistan nayê berhevkirin

Rêvebera Navenda Rewşenbîrî ya Frensî li Hewlêrê û Berpirsa Peywendiyên Hevahengiyê yên Konsolxaneya Giştî ya Frensa li Hewlêrê û çalakvana warê parastin û misogerkirina mafên jinan Emily Bonz, berî ku bê Kurdistanê li Efganistanê kar kiriye. Rewşa jinan li Kurdistan û Efganistanê dide berhev û dibêje: "Rewşa jinên Kurdistanê ligel Efganistanê nayê berhevkirin, lê tevî vê yekê jî hê jî gelek pirsgirêkên jinan li Kurdistanê hene û pêwîste çareserî ji wan re bên dîtin."

Ev kampanya 16 rojî ya cîhanê li Kurdistanê jî bo nehiştina tundûtûjiya dijî jinan birêve diçe bala Emily dikişîne û dibêje: "Ev pêngaveke erênî ye, rewşa jinan li Kurdistanê di asteke baş de ye."

Nizanin pirsgirêkê çiqasî mezine

Lê ligel vê jî ku hê jinên Herêma Kurdistanê ji ber çend pirsgirêkan dinalînîn ku yek ji wan: "Kuştina jinan li ser namûsê ye", her çiqasî ew sererastkirina di sala 2008an de bi insyatîfa hikûmeta Kurdistanê di yasa rewşa kesayetî ya Iraqê de ji aliyê parlamentoya Kurdistanê hat kirin wek her tawaneke kuştina bi mebest lê hat temaşekirin, lê Emily dibêje: "Pirsgirêkek ewe ku tu serjimêrî derbarê kuştina jinan de tune, lewra nizanin ev pirsgirêk çiqasî mezine."

Çawa dikarî xuşka xwe bikujî?

Lê ew jî wek jimareke zêde ya çavdêrên rewşa jinan li Kurdistanê bawer dike ku jimara tawanan ne girînge, lê tawan bi xwe girîngin: "Tawana kuştina li ser rûmetê, xweşewitandina jinan, lêdana jinan, bi kotekî zewicandina keçan di temenekî biçûk de, ev hemû hene, her çiqasî biçûk bin jî diyarde ne, lewra mezin in. Çawa dikarî xuşka xwe bikujî? Çi jî kiribe, çawa dikarî berê xwe bidî jineke ku dişewite?"

Ev pirsiyar li vir jî wek Efganistan di xeyala vê jina Frensî de dilivin, ku ligel vekirina konsolxaneya Frensa hat Kurdistanê û civaka Kurd nas kir. Lê balyozê Frensa di salên 80an ji sedsala borî Tissu ku wek pizîşk hatibû Kurdistanê bo dermankirina pêşmerge û gundiyan, ji zû ve vê civaka han dinase.

Kesên ku li ser tundûtûjiya dijî jinan daxifin, gelek caran sedemên wê bi kevneşopî, kultûr, mêr û jinan bi xwe ve girêdidin, lê Emily dibêje: "Pirsgirêk bi civakê bi giştî ve girêdayî ye, wate faktorên wê perwerdeyî, çandî û yasayî ne jî. Ji ber çi yasa ne bihêze bo parastina jiyana jinan? Ji ber çi birayek dikare xuşka xwe bikuje û hest bike di ser yasayê re ye?"

Navbirî wiha axifî: "Li Frensa jî bûyerên tundûtûjiyê dijî jinan diqewimin. Lê li Frensa ku ji mêj ve aramî û demokrasî heye bêtir îmkanî heye ev jin bên parastin, li gor ku niha li vir heye. Wek mînak ger birayek xuşka xwe bikuje, binemala wê rasterast polîsan agahdar dikin."

Polîsan perwerde bikin!

Emily polîsên Kurdistanê şîret dike ku jiyana jinan biparêzin: "Yekem pêngav ewe ku polîs bên perwerdekirin û hişyarkirin ku pêwîste jiyana jinan biparêzin, jin jî polîsan wek rizgarkerên xwe bibînin da ku tirsa jinê nemîne ku binemala wê, wê dikujin. Herwiha divê dadwer û parêzer jî qursên taybet derbas bikin da ku bêtir haya wan ji vê mijarê çê bibe û nerîneke wan a serbixwe dirust bibe, ne ku tenê ji ber ku binemal bo parastina rûmeta xwe keça xwe kuştiye nabe kujer bê sezadan."

Jin nîne bo kêfa xwe xwe bişewitîne

Li Kurdistanê kuştina jinan diyardeyeke berçav û piraniya kujerên jinan nayên girtin û cezakirin. Emily Bonze dibêje: "Divê yasa li himber van kujeran tundtir be, bi vî rengî jî guherînên erênî di rewşa jinan de li Kurdistanê dirust dibin."

Dîmenê dilêş ên jinan li Kurdistanê bêtir xwekuştin û xweşewitandina jinane. Bi baweriya Bozne: "Tu jinek bo xweşiyê xwe naşewitîne, divê hinek pirsgirêk hebin wiha lê bikin bi neçarî vî karî bike. Jinên ku van karan dikin li jêr guşarên pisîkolojîk ên zêde ne, yan zewicandina bi kotekî û yan destdirêjiya seksî li ser wan hatiye kirin."

Jin ji ber cilûbergan xwe naşewitîne

Navbirî behitî behsa hinek bûyerên şewitînê dike û dibêje: "Kesek ku di warê jinan de kar dikir û ligel rûniştim ji min re got ku hinek caran ew jinên xwe dişewitînin, ji ber ku cilên nû ji wan re nayên kirîn vî karî dikin. Bi bihîstina vê yekê şaş mam ku çawa divê wiha hizr bike ku jin ewqasî sar û sade ye."

Tiştê li vir ecêbe, li Frensa asayî ye

Emily daneberheva jinên Kurdistan û Frensa dijwar dibîne: "Jinên Frensî zêde serbixwe ne. Jinên Frensî rêyên zêdetir li ber hene ku berevaniya xwe bike. Ew dikarin bi awayekî hêsan telaqê werbigrin ger bixwazin. Bi hêsanî dikarin hawara xwe bigihînin yasa û polîsan. Di warê darayî de, jinên Frensî ji yên Kurd serbixwetir in û dikarin li her cihekî kar bikin. Li Frensa gava jinek dibîne bi tenê dimeşe yan li şirketeke ku gelek mêr lê hene kar dike, asayî ye. Lê li vir li gor xelkê ev karekî ecêbe."

Lê tevî vê yekê jî Emily hinek xalên erênî di rewşa jinan û civaka Kurdistanê de dibîne: "Li vir jin kevirê bingehînî yê malê ye û ev tiştekî pir girînge. Li Frensa her ku diçe hesta yekbûna malbatê ji dest didin."

Her çiqasî axaftinên zêde li ser saziyên parastina mafên jinan li Kurdistanê tên kirin, ku nekarîne parêzvanên rasteqîne yên jinan bin, lê Emily dibêje: "Tiştekî girînge ev hemû sazî hene. Piştrast im çalakiyên hinek ji ên din zêdetir in, lê çiqasî jimara saziyan zêdetir be, bandora wan jî zêde dibe li ser civakê."
Rojnama Rudaw
Top